Mijarên rojnameyên erebî – 21 Gulan

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî biryarên hikumeta Sûriyê yên destdanîna ser samanên karsazê ji Sûriyê Ramî Mexlûf nivîsîn, her wiha geşedanên li Tûnis û Lîbyayê jî di rojeva rojnameyan de bûn.

ŞERQ EL-EWSAT: LI 12 BANKAN SAMANÊN MEXLÛF HATIN DESTESERKIRIN

Rojnameyên erebî der barê biryarên hikumeta Sûriyê yên li dijî Ramî Mexlûf de nivîsîn: "Piştî ku "navbênkariya malbatî" bi kêr nehat, kiryarên nû li dijî Ramî Mexlûf kurê xalê serokê Sûriyê Beşar Esed hatin çespandin. Sûriyê biryar da ku dest dayne ser samanên wî yên li 12 bankên Sûriyê, ji wan Banka Oda, Bîblos, El-Erebî û Franc Bank in.

Ev biryar pala xwe dide daxuyaniyeke wezîrê darayî Mamûn Hemdan a roja duşemê, ku tê de hatibû xwestin samanên Ramî Mexlûf bêne desteserkirin, beramberî bacên ji aliyê Desteya Hevgihînê ji şîrketa Syriatel têne xwestin, a ku Mexlûf rêveberê wê ye.

Desteya hevgihînê 185 milyon dolar ji Mexlûf dixwest û ta roja 5 a vê mehê muhlet dabûnê, ji wê rojê de fişarên li dijî wî dest pê kirin, gelek karmendên saziyên wî hatin girtin, parêzvanên wî hatin kişandin û nobedariya li dora qesra wî hate rakirin, lê deriyê diyalogê hiştin vekirî da ku bigihêjin hin lihevhatinan.”

EL-EREB: LI PARLEMANA TÛNISÊ HÊRSA LI HEMBERÎ EL-GINOŞÎ ZÊDE BÛ

Der barê rewşa Tûnisê de rojnameyê nivîsî: "Binpêkirinên serokê tevgerea El-Nehde ya û serokê parlemana Tûnisê Raşid El-Ginoşî, hişt ku hêrsa partiyên siyasî yên ji îdeolojiyên cuda, li hember wî zêde bibe, hêrs gihaşt partiyên koalîsyona desthilatê. Bi taybet piştî ku El-Ginoşî bi serokê hikumeta Wîfaq a Lîbyayê Fayiz El-Serac re axivî û destdayîna ser baregeha El-Wetiyê pîroz kir. Tevgera Gel ku hevparê hikumetê ye, got ev tişt dikeve xizmeta projeya Îxwanan ya li herêmê, her wiha binpêkirina erkdariya serokê komarê ye ku ew bi tenê dikare helwesta hikumeta Tûnisê diyar bike.

Ji ber vê helwesta El-Ginoşî, piştgiriya insiyatîfa ku seroka Partiya Makezagonê Axad Ebîr Mûsa, ya ji bo lêpirsîna serokê parlemanê, zêde bû.

Parlemanê bi ser Partiya Welatparêzên Demokrat a Yekgirtî (çep), Mencî El-Rehewî jî tev li însiyatîfa serokê Prtiya Makezagonê bû, li dijî El-Genoşî, ji beriya wî jî sekreterê Tevgera Gel Zuhêr El-Mizawî pişgiriya Mûsa kiribû.

El-Rehewî ji çapemeniyê re got: "Daxwaznameya lêpirsîna serokê parlemanê amade ye, dê di demên guncaw de bê pêşkêşkirin. Her wiha diyar kir ku gelek alî piştgiriya daxwaznameyê dikin.”

EL-BEYAN: AMERÎKA DIXWAZE LI LÎBYAYÊ AGIRBEST BÊ RAGIHANDIN

Der barê geşedanên li Lîbyayê de rojnameyê nivîsî: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji aliyên Lîbyayê xwest ku pêwîst e agirbestê ragihînin û dest bi diyalogê bikin. Balyozxaneya Amarîkayê li ser hesabê xwe yê Twitterê got: "Washington piştgiriya banga Yekitiya Afrîkayê dike ku ji aliyên Lîbyayê dixwaze berjewendiyên welêt berçav bigire û demildest agirbestê ragihînin û rê li pêşiya diyalogê vekin, bêyî destwerdana derve.

Balyozxaneya Amerîkayê ji hemû aliyên ketine nava arîşeya Lîbyayê xwest ku çalakiyên leşkerî demildest rawestînin, her wiha xwest ku veguhastina kesan û alavên leşkerî yên biyanî bo Lîbyayê rawestînin.

Beriya du şevan artêşa nîştimanî ya Lîbyayê agirbesta yekalî ragihandibû, da ku di dawiya meha Remezanê de xwîn neyê rijandin û derfet bidin welatiyên Lîbyayê ku karibin amadekariyên cejna Remezanê bikin.


Mijarên Din