Mijarên rojnameyên erebî - 20 Tîrmeh

Rojnameyên erebî yên îro behsa hilbijartinên parlamentoya Sûriyê, rewşa Lîbyayê û serdanên rayedarên dewleta Tirk ji Qeterê re kir.

ŞERQ EL-EWSAT: GELÊ SÛRIYÊ GUH NADE HILBIJARTINÊN PARLAMENTOYÊ

Rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Ev cara yekê ye ku gelê Sûriyê hilbijartinên parlamentoyê paşguh dikw. Hilbijartinên parlamentoya Sûriyê li gel rewşên siyasî, aborî û civakî dijwar li dar ketin. Her wiha reklam û propagandayên mezin ên bernemzetan têrê nekir ku gelê Sûriyê teşwîq bikin ji bo ku dengê xwe bide. Li aliyekî din nûçeyên girêdayî teqînan, wefatên ji ber pandemiya Koronayê, bihabûn û bûyerên kuştinê yên hovane bi armanca diziyê ketin rojevê.

Tê bibîrxistin ku li gorî daneyên fermî, rêjeya tevlêbûna hilbijartinên parlamentoyê yên sala 2016`an gihaşt ji sedî 57.56. Çavdêran texmîn kir ku ji ber gelek sedeman rêjeya tevlêbûna di dewreya hilbijratinanên îsal de gelekî kêm be. Jê ya herî girîng tunebûna baweriyê bi parlamentoyê û hikumetê ku azarên gelê Sûriyê bi dawî bikin.

Her wiha navendên hilbijartinan li Şamê di saetên destpêkê de hema bêje vala bûn û tenê karmendên saziyên hikumetê dengê xwe didan

Sindoqên hilbijartinan li bajarê Reqa û bajarokên wê, bakurê gundewarên parêzgeha Dêrazorê, Minbicê û Kobanê tune bûn. Tenê du çargoşeyên ewlehiyê yên rejîma Sûriyê li Hesekê û Qamişloyê hene yên ku dikevin bin kontrola Rêveberiya Xweser ku lidarxistina hilbijartinên hikumeta Sûriyê li herêmên xwe red kir."

EL-EREB: WEZÎRÊ PARASTINÊ YÊ TIRKIYÊ FATÛREYA GURKIRINA NAKOKIYAN LI HERÊMÊ PÊŞKÊŞÎ QETERÊ KIR

Der barê têkiliya di navbera dewleta Tirk û Qeterê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: "Mîrê Qeterê Şêx Temîn Bin Hemed Al Sanî wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar li paytexta Qeterê Dewhayê pêşwazî kir. Lê her du aliyan armanc û deteyên dan û standinan eşkere nekirin. Li gorî çavkaniyên ji Kendava Ereban, dewleta Tirk bi awayekî yekser bi rêya hêz û wekîlên xwe mudaxeleya Iraq, Sûriyê û Lîbyayê dike. Qeter jî desteka aborî jê re pêşkêş dike da ku nakokî û şeran li herêmê gur bike.

Heman çavkaniyan got Enqere ji Qeterê çarçoveya malî ji bo mudaxeleyên xwe di herêmê de dixwaze. Dewleta Tirk bi awayekî mezintir fireh bûye û fatûreya wê jî karîna wê derbas kiriye. Bi taybet li gel ku rastî rêzekirînên malî û aborî hatine. Herî dawî krîza Koronavîrusê û bandora wê li ser tevgera turîzm û bazirganiyê.

EL-BEYAN: ARTÊŞA NÎŞTIMANÎ YA LÎBYAYÊ JI BO SIRTEYÊ XWE AMADE DIKE

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Çawa çeteyên Erdogan li Lîbyayê qala şer kir, artêşa nîştimanî li peravên Sirte, Rais Lanof û Berqiyê belav bûn û amadekariyên şerê muhteml kirin."

Çavkaniyên meydanî ji rojnameyê re diyar kir ku hêzên deryayî yên Lîbyayê parastina sînorên peravê yê ji Sirte û heta bi sînorê Misirê dikin û ji bo bersiva hewldanên dagirkeriyê yên Tirkan di amadekariyê de ne.

Çavkaniyan parve kir ku ava herêmî ya Lîbyayê heke Tirkiyê êrişî Sirte û Cefrayê bike dê ne dûrî şer be, şahidan şopand ku bi wesayîtan çeteyên Erdogan û milîsên Wîfaqê ber bi rojhilatê Misrata û eniyên şer ve diçûn.

Odeya operasyonên Keramê bersiva parvekirina milîsên Wîfaqê û xurtkirina hêzê li derdora Sirteyê da û da zanîn ku bajêr û derdora wê bi temamî parastî ne û heke çete û terorîst bi pêş de werin ew ê yekdser ji aliyê bejahî û hewayî de rastî bersivan werin. Sîstema parastina hewayî ji bo bersiva dijmin bide, amade ye û hêzên artêşê jî di aliyê bejahî, deryayî û asmanî de jî amade ne, her wiha gelê Lîbyayê jî amade ye bersiveke tund bide Tirkiyê.

Li aliyekî din jî çavkaniyên meydanî ji rojnameya El-Beyan re diyar kir ku artêşa Lîbyayê zêdetirî 25 hezar leşker şandine eniyên şer ên li Sirteyê û bi hezaran şêniyên Lîbyayê ji bo şer amade ne.

Her wiha balafir jî ji bo beriya karwanên çeteyan û terorîstan bigihêjin Sirteyê di amadekariyê de ne, nexasim herêmên ku milîs lê tevgera xwe zêde dikin çolistan in. Sirte ji bo parastina xêr û bêra welat û têkbirina planên Tirkiyê yên qezenckirina petrolê di amadekariyê de ye.

(şx-eh)


Mijarên Din