Mijarên rojnameyên erebî – 19 Gulan

Rojnameyên erebî yên îro der barê arîşeya di navbera desthilata Sûriyê û Ramî Mexlûf de nivîsî, her wiha geşedanên li Lîbya û Iraqê jî di rojevê de bûn.

ŞERQ EL-EWSAT: PIŞTÎ ŞERÊ DAXUYANIYAN ARÎŞEYA LI ŞAMÊ ZÊDE BÛ

Rojnameyê der barê arîşeya di navbera Ramî Mexlûf û desthilata Sûriyê de wiha nivîsî: "Piştî mijara karsazê Sûriyê Ramî Mexlûf belav bû û di navbera wî û saziya hevgihînê ya hikumetê de şerê daxuyaniyan dest pê kir, arîşeya li Şamê zêde bû.

Mexlûf kurê xalê serokê Sûriyê di vîdeoyekê de roja yekşemê behsa hilweşîna aboriya Sûriyê kiribû, eger şîrketa wî Syriatel zirarê bibîne. Duh jî mijar dîsa gur bû, Mexlûf li ser hesabê xwe yê Facebookê belgeyek û daxuyaniyek weşand, tê de daxuyaniya saziya hevgihînê ya ku dibêje wî bacên xwe nedane, derewand. Belgeya ku Mexlûf nîşan daye roja 10’ê Gulanê hatiye tomarkirin, li gorî belgeyê Syriatel amade ye hemû pereyên jê têne xwestin bide.

Mexlûf got desteya kar û barên hevgihîn û postayê tiştên berovajî naveroka belgeya şîrketa wî diweşîne. Desteyê jî bersiva Mexlûf da û belgeyeke ku roja 16’ê Gulanê ji şîrketê derketiye û îmzeya 5 rêveberan li ser heye, nîşan da. Duh jî Mexlûf kurê xwe Elî li şûna birayê xwe Îhab kire endamê meclisa rêveberiya şîrketê.

Di vê navberê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku hejmara endamên şîrketa Mexlûf ên hatine girtin, gihişte 60 kesan.”

EL-EREB: KETINA EL-WETIYÊ RÊ LI PÊŞIYA HEBÛNA DEMDIRÊJ YA TIRKIYÊ LI ROJAVAYÊ LÎBYAYÊ VEDIKE

Der barê geşedanên li Lîbyayê de rojnameyê nivîsand: "Ketina baregeha El-Wetiyê ya leşkerî di destê milîsên Îxwanî û çeteyên Sûriyê de, rê li pêşiya hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Lîbyayê vedike, ji ber hemû guman diçine ser wê yekê ku Tirkiye dixwaze destê xwe deyne ser wê baregehê piştî ku baregehên din ên li herêmên rojava (Miêtîqa û Misrata) girtin, her wiha balefirgeha Zewara jî.

Ev geşedan dê hevsengiya li hêzên li rojavayê Lîbyayê biguherîne, dê milîsên hikumeta Wîfaqê bi piştgiriya Tirkiyê karibin êrişî hêzên artêşê yên li hermû bajarên rojava bike, bi taybet ên li başûrê Terablus û Terhûnayê.

Tişta ku pêk hatiye ne dûrî plana serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan e, yê ku dixwaze li herêmê baregehên xwe yên leşkerî ava bike. Wî di serdanên xwe yên berê bo Tûnis û Cezayir û Tişadê ev tişt anî ziman, ew dixwaze rewşeke nû ava biked ku windayên wî li baregeha Sewakin a bakur û rojhilatê Sûdanê vegerîne.

Ketina El-WEtiya dê rê li pêşiya Tirkan veke ku destên xwe deynin ser tevahiya sêkoşeya Lîbya-Tûni- Cezayir`ê, ji ber cihê stratejîk ê vê baregehê dikare serweriyê li tevahiya herêmê sêkoşeyê bike, ev jî asta arîşeya li herêmê zêde dike.

Evserekî berê yê artêşa Lîbyayê ji El-Ereb re got ku ketina baregeha El-Wetiyê tiştekî ne dihat guman kirin bû, bi taybet vê hefteya dawiyê ku yekîneyên artêşa Lîbyayê yên li baregehê berxwedana dijwar kirin li dijî êrîşên ku di bin serweriya fermandarên Tirk de pêk tên.

Her wiha got ku destpêk Tirk ketin baregehê. Sibeha roja duşemê sê maşînên reş ên li dijî guleyan, tê payin ku yên fermandarên leşkerî yên istixbarata Tirkiyê ne ketin baregehê, ku wê çaxê baregeh vala bû û hêzên artêşê ber bi bajarê Zentan vekişiyabûn.

EL-BEYAN: MOŞEKEK LI NÊZÎ BALYOZXANEYA DYA’YÊ YA LI BEXDAYÊ KET

Der barê rewşa li Iraqê de rojnameyê nivîsî: "Şeva duşemê moşekek li derdora balyozxaneya DYA’yê ya li navenda Bexdayê ket.

Ev êrişa nû li dijî berjewendiyên DYA’yê ye ku di nava heft mehên dawiyê de pêk tê. Li vî welatî beriya du hefteyan hikumeteke nû hatiye avakirin, tê gotin ku dê bikare têkiliyên bi Washingtonê re baş bike û arîşeya di navbera DYA û Îranê li Iraqê de kêm bike.”


Mijarên Din