Mijarên rojnameyên erebî – 18 Gulan

Rojnameyên erebî yên îro der barê arîşeya di navbera Esed û malbata Mexlûf a li Sûriyê de nivîsîn, her wiha geşedanên li Lîbya û Îsraîlê jî di rojeva rojnameyan de bûn.

EL-EREB: RAMÎ MEXLÛF HIŞYARIYÊ DIDE KU DIDE ABORIYA SÛRIYÊ HILWEŞE

Rojnameya El-Ereb der barê daxuyaniya dawîn na Ramî Mexlûf de wiha nivîsî: "Ramî Mexlûf kurê xalê serokê Sûriyê Beşar El-Esed hişyarî da ku dibe aboriya Sûriyê hilweşe, her wiha got “nizanim çiyê din jî dê hilweşe”. Mexlûf ku serokê meclisa rêveberiya şîrkete Syriatel a hevgihînê ye, vîdeoyeke nû belav kir û di vîdeoyê de behsa gefên li dijî şîrketa xwe kir ku hewl tê dayîn wî naçar bikin ku dest jê berde.

Kûrbûna arîşeyê di navbera malbata Mexlûf û rejîmê de, di demeke hestiyar de pêk tê, bi taybet ku dema pêkanîna zagona Sezar nêzîk bûye, zagon jî dê fişarên aborî li Şamê bikin û her dewlet an şîrketa ku bi rejîmê re têkiliyê bike, dê bê cezakirin.

Kurê xalê Beşar El-Esed êrişî "dewlemendên şer” ên li Sûriyê kir û got ku ew tenê dixwazin pereyan berhev bikin, lê "xema me welat û xizmeta welat e û kesên welat bi rê ve dibe". Ji axaftina wî xuya ye ku dixwaze serokê rejîmê ji arîşeyê dûr bixe û dixwaze bibêje ku pirsgirêk ne bi wî re ye lê bi hevjîna wî Esmaa El-Exres re ye, ku vê dawiyê kete ser xeta medyaya civakî.

Esmaa li ser malpera xwe ya Facebookê nivîsî "Hin dosyayên mezin ên girêdayî pêşeroja welêt hatine vekirin û nirxandin, dê ji aliyê serok ve bêne sererastkirin, dê tevgereke sererastkirinê ya berfireh bê destpêkirin, di nav de jî sererastkirina rewşa aborî û jiyanî hene."

Çavkaniyên erebî ku arîşeya malbatî ya li Sûriyê dişopînin, dibêjin ku Ramî Mexlûf dengê xwe li hember El-Esed bilind kiriye, dema ku behsa hilweşîna aboriya Sûriyê kir, her wiha dema got hin alî mercên nepêkan didin pêşiya wî.

Mexlûf got tê xwestin pereyên wî bêne standin, ne tenê şîrketa Syriatel, her wiha wî got ku dest ji şîrketa xwe bernade. Di vê navberê de tê gotin ku saziya ewlehiyê ya qesra komarê dosyaya Syriatel bi rê ve dibe, tê xwestin ku ji Ramî Mexlûf bê standin û bikeve nava komek şîrketên ku di bin sîwana Esmaa El-Esed de dixebitin.

Çavdêr dibêjin dema ku Mexlûf behsa dewlemendê şer dike, ew behsa karsazê bi navê Samir Foz dike ku di salên dawiyê de navê wî derket pêş û hin kes wî wek "Ramî Mexlûfê nû" bi nav dikin.

Li gorî çavdêran, kûrbûna nakokiyên di nabera El-Esed û malbata Mexlûf de dê zirareke mezin bi xwe re bîne, bi taybet ku rejîma Sûriyê niha beramberî rikeberiyeke mezin e, ew jî zagona Sîzer e ku dê meha bê dest pê bike.

ALSAA24: QATAR BI RÊYA TÛNISÊ VEDIGERE LÎBYAYÊ Û ÇAVÊN WÊ LI BAREGEHA EL-WETIYÊ Û GAZÊ YE

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Çavkaniyeke di hundirê meclisa serokatiyê de ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Alsaa24 re got hikumeta Wîfaqê ji birîndarên odeya Burkan El-Xedeb re çareyek dîtiye, ew wan bi rêya asmanî di navbera bajarê Zewara û paytext Tûnisê derxe derveyî welêt, paşê jî wan bigihîne paytexta Qatarê Dewhayê.

Heman çavkaniyê diyar kir ku hikumeta Tûnisê soz daye ku rêya derbasbûna birîndarên lîbyayî veke û wan paşê bigihîne Qatar û Tirkiyê, her wiha diyar kir ku balafira yekem duh yekşemê di nabera Tûnis û Qatarê de kete rê û hejmareke birîndarên odeya Burkan El-Xedeb ji bajarê Misratayê birin Dewhayê, ew bi taybet birîndarên ku vê dawiyê di hewldanên desteserkirina baregeha El-Wetiye ya leşkerî de birîndar bûne.

Hin raporên îstixbaratê dibêjin ku serfermandariya artêşa Qatarê bi awayekî nerasterast piştgiriya odeya Burkan El-Xedeb dike ku hewl dide dest deyne ser baregeha El-Wetiyê. Qater dixwaze berjewendiyên xwe biparêze, bi taybet di mijara gaz û petrolê de.

ŞERQ EL-EWSAT: NETANYAHU PIŞTÎ ERÊKIRINA HIKÛMETÊ TEVLÊKINA ŞERÎAYA ROJAVA BILEZTIR KIR

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Di axaftina xwe ya li pêşiya parlemanê de serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu got ew ê plana tevlêkirina hin beşên Şerîaya Rojava ya dagirkirî dewam bike.

Duh desteya gitştî ya Knesseta Îsraîlê hikûmeta yekgirtî ya nû bi serokatiya serokwezîr Benjamin Netanyahu û hevrikê wî yê berê Biny Gatze, erê kir.

Sekreterê komîteya birêvebir a rêxisrina Rizgariya Filistînê Saib Irêqat jî got tevlêkirina hin beşên Şerîaya Rojava, li dijî aştiya di navberê Îsraîl û dewletên erebî de ye, ne tenê li dijî lihevhatinên bi filstîniyan re ye.


Mijarên Din