Mijarên rojnameyên erebî - 15 Mijdar

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xwepêşandanên li Iraq û Lubnanê kir.

El-Ereb: Qamişlo di hundirê nakokiyên navdewletî yên sar de ye

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê de behsa gelek mijaran kir. Ji mijarên herî girîng li ser girêkbûna navdewletî der heqê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye. Di vî warî de rojnameya El-Ereb ev tişt nivîsand: "Rûsya hêzên xwe li bajarê Qamişlo yê ku dikeve parêzgeha Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurt dike. Li aliyekî din jî hêzên Amerîkayê xwe ji nû ve li aliyê rojavayê bajêr ê bi ser sînorê dewleta Tirkiyê ve piştî vekişîna wê di meha borî de, belav dike.

Belavbûna Rûsya û Amerîkayê ya zêde li Qamişlo ku paytexta Rêveberiya Xweser a Kurd e, bi rasthatina teqîn û kuştinên di van demên dawîn de ku li bajêr pêk tên de, çêbûn. Hê jî aliyên ku li pişt wan êrişan hene, nehatine diyarkirin. Di rewşa heyî ya tevliheviya ku pêk tê de, di serî de dewleta Tirk, rejîma Sûriyê û rêxistina DAIŞ’ê  sûdewar e.

Kanala Zvezda ya nêzî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê roja pêncşemê got Moskov dest bi avakirina baregeha helîkopteran li balafirgeha sivîl a bajarê Qamişlo kiriye.

Baregeha nû ya ku hatiye avakirin, di bin parastina pargala Panther de ye û tê de 3 helîkopter hene. Ji nav wan jî 2 balafirên êrişê ji cureya MIG-35 û helîkoptereke veguhastina leşkerî ji cureya MID- hene.

Hin dîmenên polîsên leşkerî yên Rûsyayê ku parastina baregehê dikin û ji wê zêdetir jî panzêr, tîmên piştevaniya, stasyona radarê û navendeke bijîşkiyê ya biçûk hene. Nûçegihanê kanalê Pavel Remnev got: "Ev koma yekemîn a helîkopterên leşkerî yên Rûsyayê li Bakurê Sûriyê ne... kêliyeke dîrokî ye. Ji niha û pê ve dê koma heloîkopterên taybet ên me daîm li balafirgeha bajarê Qamişlo bixebitin."

Di hefteya borî de hêzên Amerîkayê ji Iraqê vegerîn baregeha Hîmo ya rojavayê bajarê Qamişlo.

Girîngiya Rûsyayê tenê ne Qamişlo ye ku di encama lihevkirina di navbera Moskov û Enqereyê de li bajarê Soçî pêk hatiye de,  lê belê şerê berjewendiyan di navbera Moskov û Washingtonê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi navê "Sûriyeya sûdwar" pêk tê ku lê dewlemendiyên enerjî û çandinî hene.

Analîzvan îşaret pê dikin ku ajoyên ku hiştine DYA’yê dema vekişîna ji Sûriyê û ji nû ve li bajarê Qamişlo û hin bajarên din belav bibe, bên guhartin, ew e ku nehiştina rewşê ji Rûsyayê re ye. Bi wê re dê Rûsya destkeftiyên stratejîk bi dest bixe û li aliyekî din jî serweriya xwe li ser çavkaniyên pertrolê bike.

Şerq El-Ewsat: Tundî û sozên xwepêşandanên bi milyonan li Bexdayê

Der barê rewşa Iraqê de, rojnameya Şerq El-Ewset wiha îşaret pê kir: "Hêzên ewlehiya Iraqê beriya destpêkirina meşa bi milyonan a ku xwepêşandêran banga lidarxistina wê li paytext Bexdayê kiriye, bi hewldana nehiştina lidarketina meşê, amade bûn. Di encamê de 4 xwepêşandêr hatin qetilkirin.

El-Ereb: Berdewama zexta gel, gefan li koalîsyona Mîşêl Un û Hizbullahê dixwe

Rojnemeya El-Ereb wiha nivîsand: "Çavkaniyên siyasî ji kesên nêzî Hizbullahê ragihand ku di hevdîtina televîzyonê ya ku kanala El-Meyadîn û rojnameya El-Exbar ên nêzî Hizbullahê bi Mîşêl Un re çêkirine, xwepêşandan gur kirin."

Îmarat El-Yewm: Hevpeymana agirbestê li Xezayê piştî 2 rojan ji nakokiyên di navbera Îsraîl û Filistînê de pêk hat

Der barê Filistînê de rojnameya Îmarat El-Yewm wiha nivîsî: "Hevpeymana sexte ya agirbestê li Xezayê duh piştî 2 rojan ji şerê di navbera Îsraîl û Tevgera Cîhadî ya Îslamî û komên Filistînê yên din de, pêk hat. Di encamê de 34 filistînî şehîd bûn û zêdetirî 100 kes birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê duh ragihand ku fermandarê Cîhad El-Îslamî yê fermî Ebû Melhûs di bombebarana ku berêya agirbestê pêk hatiye de, şehîd bû. Her wiha Tevgera Cîhad El-Îslamî Ebû Melhûs wek fermandarê wê derewand.

Çavkaniyekî misrî yê fermî û berpirsekî mezin di Cîhad El-Îslamî de ji AFP`ê re diyar kir ku agirbesta li Xezayê duh di seatên sibê de pêk hat.

Çavkaniyê misrî wiha got: "Em gihaştin hevpeymana agirbestê, piştî ku tevgerê pêşniyara Misrê der barê wê yekê de erê kir, her wiha piştî ku me erêkirina dagirkeriya Îsraîlê der heqê agirbestê de agahdar kir."

(fr-jo)


Mijarên Din