Mijarên rojnameyên erebî – 15 Cotmeh

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî geşedanên li Sûriyê û bertekên navdewletî yên li dijî êrîşa dewleta Tirk, lihevhatina di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û rejîma Sûriyê de, serdana Pûtîn bo Erebistana Siûdî û rewşa Yemenê nivîsîn.

El-Ereb: Qumarbaziya Erdgogan tirsa rû bi rûbûna bi Rûsyayê re zêde dike

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanê Sûriyê de nivîsîn, bi taybet jî êrîşa dewleta Tirk de. Rojnameya El-Erab wiha nivîsand: "Piştî lihevhatina bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re, ketina hêzên artêşa Sûriyê di nava hin bajarokên bakurê Sûriyê, tirsa ku Rûsya û Tirkiyê bêne hemberî hev derdixe pêş. Ev jî dê hevkarê mezin ê rejîmê asteng bike, ji ber ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de têkiliyên xurt hene.”

Rojnameyê wiha dewam kir: "Rûsya dibêje ku tiştekî wiha çênabe, serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî got welatê wî dê tevgera ku li rojhilatê Sûriyê kiriye, temam bike. Ev tê wateya ku lihevhatina Kurdan û rejîmê dê operasyonê ranewestîne.”

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov roja duşemê der barê pirsa ka dibe ku welatê wî û Tirkiye bêne hember hev de, got tişta ku herî dawî Rûsya dixwaze ev e.

Çavdêr dibêjin ku operasyona Tirkiyê li bakurê Sûriyê qumarbazî ye, ew dibêjin "Tirkiye ji bo ku destê xwe deyne ser wan herêman dê astengiyên mezin bikişîne, ji ber ku li wir artêşeke Kurdan a bi hêz û ezmûn heye.”

Şerq El-Awsat: Trump gefan li Tirkiyê dixwe ku "aboriya wê hilweşîne"

Rojnameyê nivîsî: "Serokê Amerîkayê Donald Trump duh êvarê, ragihand ku ew ê biryarnameya pêkanîna cezayên li dijî berpirsyarên Tirkiyê yên niha û yên berê erê bike, ji ber êrîşa li Sûriyê. Trump bi daxuyaniyekê got ew ê hevdîtinên der barê peymaneke bazirganiyê ya bi 100 milyon dolaran bi Tirkiyê re rawestîne, her wiha bacên li ser hesin ji sedî 50 bilind bike.”

Trump gef xwarin ku "aboriya Tirkiyê bi lez hilweşîne" eger "vê rêya tirsnak dewam bike", piştî ku Tirkiyê êrîşî yekîneyên Kurd ên li herêmê kir. Her wiha diyar kir ku hêzên  Amerîkayê dê ji nû ve li herêmê bêne belavkirin û rewşê bişopînin.”

Berpirsekî Amerîkayê diyar kir ku rêvebiriya Amerîkayê biryar da ku hêzên xwe bi lez ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişîne, biryar dê hemû leşkerên li Sûriyê bigire nava xwe, ji wan jî leşkerên hevpeymanê yên li baregeha Tenefê ku li başûrê welêt e û nêzî 150 leşkerên Amerîkayê li wir hene.

El-Beyan: Di encama lûtkeya Rûsya û Siûdiyê de 20 peyman hatin îmzekirin

Der barê serdana serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bo Erebistana Siûdî de rojnameyê nivîsî: "Li paytexta Siûdiyê Riyadê duh lûtkeyeke dualî ya "dîrokî" pêk hat. qralê Siûdiyê Selman bîn Abdilezîz bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re civiya û di encama serdanê de 20 peyman hatin îmzekirin û têkiliyên her du welatan hatin bihêzkirin.

Qral Selman diyar kir ku ew dixwazin bi Rûsyayê re der barê ewlehî û şerê li dijî terorê de bixebitin, Pûtîn jî diyar kir ku hemahengiya di navbera her du welatan de ji bo aramiya Rojhilata Navîn girîng e.

Wezîrê enerjiyê yê Siûdiyê mîr Absilazîz bîn Selman ragihand ku wan 20 peyman ji bo pêşxistina gelek sektoran bi Rûsyayê re îmze kirin.

El-Ereb: Peymana Cedayê dike temam bibe, hikumeta burokratan, ewlehî jî di destê meclisa demkî de ye

Der barê geşedanên Yemenê de rojnameyê wiha nivîsand: "Reşnivîsa lihevahtina dawî di navbera hikumeta Yemenê û meclisa demkî de dike temam bibe, tê payîn ku rojên bê peyman li paytexta Siûdiyê Riyadê bê îmzekirin.”

Der barê naveroka peymanê de, çavkaniyan ji El-Ereb re diyar kir ku dê hikumeteke ne bi partiyan bê avakirin, ji 20 wezîran pêk tê, dê xebatên xwe li paytext Edenê bike.”


Mijarên Din