Mijarên rojnameyên erebî – 14 Sibat

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa daxuyaniyên Kremlînê li dijî Tirkiyê, dûrxistina destwerdana Amerîkayê di şerê li Idlibê de, hedefgirtina balafirên Îsraîlê ya depoyên cebilxaneya hêzên rejîmê li Şamê, kir.

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa pêşketinên li herêmên bêçek û hemleya tirsandina derûnî li dijî elewiyên li Tirkiyê û şerê di navbera hikumeta El-Wîfaq û artêşa El-Wetenî li Terablusê de, kir.

ŞERQ EL-EWSET: MOSKOV LI DIJÎ ENQEREYÊ DERKET Û DESTWERDANA WASHINGTONÊ BI DÛR XIST

Der barê Sûriyê, bi taybet têkiliya Rûsya û Tirkiyê der heqê çarenûsa Idlibê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Duh Kremlîn piştrast kir ku piştevaniya êrişên leşkerî yên ku hêzên hikumeta Sûriyê li Idlibê pêk tîne, dike. Her wiha ihtîmala destwerdana Amerîkayê tê de bi dûr xist."

Berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitriy Peskov piştrast kir ku piştevaniya artêşa Sûriyê li Idlibê dikin û tevgerên nû yên Enqereyê şermezar kirin.

Kremlîn wiha got: "Titşa li Idlibê pêk tê ne şerê di navbera aliyan de ye, lê belê şerê li dijî terorê ya ku hêzên çekdar ên Sûriyê li ser xaka xwe pêk tînin." Li aliyekî din jî Kremlînê li ser daxuyaniyên nûnerê Amerîkayê ya Sûriyê Jams Jeffrey ên der barê ihtîmala piştevaniya Washingtonê ya agahiyên istîxbaratî û teknolojiyên leşkerî wiha destnîşan kir: "Di vê dema niha de em nikarin li ser destwerdana Amerîkayê ya yekser li herêma Idlibê, biaxivin."

Peskov wiha got: "Axaftin ne di çarçoveya şer de ye, lê belê der barê nepêkanîna peymanên Sociyê û pêkanînên aliyên tê de li gorî peymanan li xwe girtine."

Destnîşankirina Kremlîn û rexneyên nû ji dewleta Tirkiyê re, piştî gurbûna axaftina tund a Rûsyayê li dijî dewleta Tirkiyê ya ku ji aliyê wezaretên parastin û derve yên Rûsyayê de pêk hatin, hatin.

EL-EREB: HEMLEYA TIRSANDINA DERÛNÎ Û OLÎ LI DIJÎ ELEWIYÊN LI TIRKIYÊ

Der barê dewleta Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Cihên perestgeh ên taybet ên elewiyên li dewleta Tirk rastî wêrankirin, gefên tesfiyekirin û tolhildanê ji aliyên komên nenas ve tên. Lê belê desthilatên Tirkiyê tu kedê ji bo rawestandina van wêrankeran nade û tawanberî li dijî wezîrê hundirîn Suleyman Soylu piştî paşguhkirina mijarê, hatin."

Çavdêrên der heqê dewleta Tirkiyê de diyar dikin ku ji ber elewî hêza dijber a li dijî siyasetên hundirîn û derve ne, hikumeta Recep Tayyîp Erdogan van kiryaran pêk tîne.

Ev terora birêxistinkirî tevî fişarên hikumetê bi hedefa neçarkirina şêniyên elewî ya wergirtina waneyên perwerdê bi armanca îslamkirina wan a sunî pêk tê û vê çînê bi Îslama winda ku divê li olê xwe vegerin bi nav dike. Lê belê elewî dibêjin ku fikr û pîrozbahiyên wan tu têkiliya xwe bi Îslamê re tune ne û beriya wê derketiye.

Şêniyên elewî yên li Tirkiyê metirsiyên xwe piştî hedefgirtina perestgehek li Istenbolê ji hêla wêrankerên nenas tînin ziman û dibêjin ev tenê nimûneyk ji gelek nimûneyên ku sazî û malên me di van demên dawîn de rastî êrişan hatine.

ŞERQ EL-EWSET: DERBEYÊN ÎSRAÎLÊ DEPOYÊN CEBILXANEYÊ LI DERDORA ŞAMÊ HEDEF GIRTIN

Têkildarî mijara Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Çapemeniya rejîma Sûriyê ragihand ku pergala parastina asîmanî ya Sûriyê duh hedefên dijber ên li asîmana Şamê têk birin, piştî piştrastkirina Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku Îsraîlê nuqteyên rejîmê û hevalbendên wan hedef girtin."

Çapemeniya rejîmê got pergala parastina asîmanî hedefên dijber ên li asîmana Şamê têk birin.

SOHR’ê diyar kir ku topbarana Îsraîlê nuqteyên rejîmê û milîsên Îranê yên li derdora Şamê hedef girtin.

Ji aliyê xwe ve jî çavkaniyan ji Kanala El-Erebiyê re piştrast kir ku 5 derbeyên Îsraîlê depoyên cebilxane û moşekan ên li derdora balafirgeha Şamê hedef girtin û destnîşan kir ku yek ji derbeyan nuqteya Firqet El-Ola ya lîwa 91 a li Kiswe ya başûrê Şamê, ketiye.

Hat pişrastkirin ku derbe piştî çend saetan ji gihîştina cebilxaneya Îranê ya balafirgeha Şamê ya navneteweyî, pêk hat.

EL-BEYAN: BINPÊKIRINÊN MILÎSAN ŞERÊ LI TERABLUSÊ GUR DIKIN

Girêdayî rewşa dawî li Terablusê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Duh dîsa şerê leşkerî li Terablusê bi rêya destpêkirina milîsên girêdayî Tirkiyê û çeteyên ji bakurê Sûriyê hatin, pêk hat. Çeteyan taxên tê de şênî hene wekî Hedebe, Selahedîn û Bû Selîm topbaran kirin. Li aliyekî din jî çavkaniyên leşkerî ji El-Beyan re piştrast kir ku zêdetirî hezar çekdarî ji Artêşa El-Wetenî ya Sûriyê yên alîgirê dewleta Tirkiyê tev li eniyên şer ên li başûr û rojhilatê Mesrata bûne ku piştevaniya milîsên li bajêr bikin."

Milîsan herêma projeya Hedebe ya çandiniyê ya bi 30 km ji paytextê dûr, topbaran kir û bi wê re jî agirbest binpê kir û di encamê de jinek û 4 sivîlên dîtir hatin kuştin.

Çavkaniyên bijîşkî yên li Terablusê ji El-Beyan re diyar kir ku di encama topbaranê de kuştî û birîndar çêbûn, her wiha gelek mal û dikan bi taybet li Bû Selîm û Meşrû Hedebê hatin wêrankirin.

EL-EREB: HÊZÊN YEMENÊ GUHARTINA DENGEYÊN HÊZÊ LI ENIYÊN ŞER ÇÊDIKE

Der barê Yemenê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Dengeyên hêzê yên li gelek eniyên şerê yên li Yemenê dîsa derbeya guhartinê li dijî hûsiyên tundraw ên bi piştevaniya Îranê, pêk tînin. Ew jî piştî wan di van demên dawî de pêşketin li gelek herêman li dar xistin. Pêşketina xwe ji derfeta tevliheviya di nava refên hêzên rewa yên li Yemenê de wergirtin, nexasim jî komên girêdayî partiya Îslahê ya baskê rastgir ê koma Îxwan El-Mislimîn e.

Li parêzgeha Hudeyda ya rojavayê Yemenê bi dehan kuştî û birîndarên hûsiyan çêbûn.

Elewiyet El-Emalîqa ya girêdayî hêzên hikumetê di daxuyaniyekê de wiha got: "Hêzên hevpar ên ji Elewiyet El-Emalîqa û Muqaweme El-Weteniyê û El-Tehamiyê pêk tên, zirarên mezin li nuqteyên rojhilatê bajarê Dirêhîmî yê başûrê Hudeyda gihandin Hûsiyan."

Li gorî ajansa Sebe ya girêdayî koma Hûsiyan, 6 fermandarên Hûsî yên meydanî hatin kuştin.

(fr)


Mijarên Din