Mijarên rojnameyên erebî-14 Mijdarê

Rojnameyên erebî yên îro der barê hevdîtina Erdogan Turmp, geşedanên li bakur û rojhilatê Sûriyê de nivîsîn, her wiha xwepêşandan û protestoyên li Iraq û Libnanê û lêpirsîna derkirina Turmp jî di rojevê de bûn.

El-Ereb: Kurd der barê berdewamkirina lîstina li ser nakokiyên Rûsya û Amerîkayê bi guman in

Der abrê mijarê rojnameyê nivîsî: “Moskê li benda encamên lutkeya di navbera serokê Trikiyê Recep Tayyip Erdogan û yê Amerîkyayê Dunald Trump e, ku li koşka sipî tê lidarxistin, wezareta karên derve ya Rûsyayê beriya civînê dîsa Amerîka tewanbar kir ku dixwaze dewletekê li rojhialatê Fetat`ê damezrîne .

Çavkaniyên Rûsyayê ji El-Ereb re diyar kirin ku Kremlin di wê baweriyê de ye ku Tirkiyê nikare pir bi Amerîkayê re kûr biçe, der barê mijarê Sûriyê, ji ber ku hêza Rûsyayê li ser erdê pir mezin e û gelek berjewendî di navbera her du aliyan de hene.

Trump di dema hevdîtina xwe bi Erdogan re roja çarşemê pesnê ``dostaniya kevin`` ya her du aliyan da, her wiha diyar kir ku  ew pirsgirêkên Tirkiyê yên li Sûriyê dizane, mebesta wî Yekîneyên Partstina Gel ên Kurdî bû.

Pispora Rojhilata navaîn ya instutuya Carnegee, Maryana Belinkaya, diyar kir ku dê hevdîtina Trump-Erdogan bi awayekî neyênî bandorê li ser têkiliyên Rûsiyê û Tirkiyê neke.

Pisporê navdar yê navenda GSA, Tiyudor Karasice destnîşan dike ku Tirkiyê her dimîne yek ji hevparên girîng ên Amerîkayê di nava NATO`yê de, her wiha li wir baregeha Incirlik heye ku di mijara nakokiyên bi Îranê re pir girîng e, lê tevî wê jî Tiyudor Karasice dibêje ku ``Waşington dizane ku Moskova dikare pir bandorê li Anqerê bike û pê bilîze.. lewma dikare bête gotin ku axaftinên Erdogan, devgvedana axaftinên Kremlin`ê ye.”

Şeriq El-Ewset: Iraq li benda “Îna xweragiryê” ye

Der barê geşedan û protestoyên iraqê rojnameyê nivîsî:”Duh li bajarên navend û başûrê Iraq`ê bi hezaran xwepêşandêr daketin kolanan, li dijî desthilatdariyê û serokwezîr Adil Ebdilmedhî, yê ku her diwaze li ser desthilatdariyê bimîne. Çalakvanan gotin ku ev kombûn amadekariyên roja `Îna xweragiriyê` ye. Yek ji çalakvanên navdar yên koma bi navê ``Ez hatime mafên xwe dixwazin`` Mihemed Modêl, ji Al-Şarq Al-Awsat re got ``Hijmara xwepêşandêrên îro daketin pir zêde bû, bi qasî hijmara kesên ku roja 25`ê cotmehê bûn, ez bawer dikin ku hijmara xwepêşandêran dê roja înê zilamên desthilatdariyê bitirsîne.”

El-Imarat El-Yaum: Libnaniyan dîse rêyên sereke girtin û li nêzî koşka serokatiyê daketin xwepêşandanê

Der abrê xwepêşandanên Libnanê rojnameyê nivîsî ``Duh xwepêşandêran dîse li gelek herêmên Libnanê rêyên sereke girtin, bi sedan xwepêşandêr li ser rêya ku diçe koşka serokatiyê kom bûn, piştî daxuyaniyên serok Mîşel Ewn, ên li gorî xwepêşandêran tu girîngî nade daxwazên wan ku meheke daxwaz dikin, ew jî guhertina çîna siyasî ye.

Ewn şeva berê, di hevpeyvîneke ku li ser ekranê televizyona Libnanê hate weşndin de, pêşniyar kiribû ku hikûmeteke Tikno-Polîtîk bête ava kirin, lê xwepêşandêr hikûmeteke pisporan a serbixwe dixwazin, dûrî her aliyekî siyasî û ne girêdayî tu berpirsên heyî. Serokê komarê bi hêrs axivî û xwepêşandêr rexne kirin û got ku rêveberên ku nûneriya wan bikin û bi desthilatdariyê biaxivin  tune ne.

El-Ereb: Ketina Sûriyê opozisyona Tirkiyê parçe kir

Der barê rewşa Tirkiyê rojnameyê nivîsî: “Ketina serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a bakur û rojhilatê Sûriyê û dorpêçkirina Kurda, ne bûyereke nû bû, ew zilam her tim li benda derfetekê bû ku Kurdan bi tendê bigire, ji xwe wiha çêbû, dema diyariya serokê Amerîkayê Doland Trump jêre hat, piştî ku Trump destê ji ser Kurdan rakirin û hêzên xwe vekişandin.

Geşedanên pêvjoya ketina Tirkiyê ya bakur rojhilatê Sûriyê, diyar kirin ku Erdogan pilanên xwe pir bilez pêk anîn, ji ber hin sedemên hundirîn, bi taybet ku dixwest piştgiriya gel bo partiya xwe vegerîne, piştî ku herî dawiyê di hilbijartinên şaredariyan de li du bajarên mezin têk çû.

Li gorî anketan, ketina leşkerî a Sûriyê, têvedanek da serok Recep Tayyip Erdogan, lê her wiha nîşan didin ku di navbera wî û aliyên siyasî de derzek çê bûye, bi taybet ew aliyên ku dibêjin wan di hilbijartinan de li hember partiya Erdogan serketin pêk anîne.

Hin perlementerên dijber der barê armancên Anqerê de bi guman in, ew dibêjin ku derbaskirina sînoran li dijî Yekîneyên Parstina Gel ên Kurd, armanca wê ewe ku rewşa Erdoga ya siyasî li hundir baş bike, lê hikûmet vê tiştê napejirîne.

El-Beyan: Kongres pêvajoya derkirina Trump dest pêkir

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî ``Duh lêpirsînên serokê Amerîkayê Donald Trump yên bi armanca derkirina wî ji erkê serokatiyê ketin pêvajoyake kirîtîk, zagonsazan yekemîn rûniştina lêpirsînê ku zindî tê weşandin despê kirin, bi vê yekê pêvjoyeke pir aloz ya ku dê çarenûsa Trump destnîşan bike dest pêkir.

Demokratan, ên ku serkêşiya meclisa nûneran dikin, bang li sê diplomataên Amerîkayê kirin, wan jî di lêpirsînên girtî de derbarê reftarên Trump bi Okranyayê re fikarên xwe anîn ziman.

Tê payin ku bi dehmilyonan kes van rûniştinan bişopînin, du şahidên ku diplomatên payebilind in dê ifadeya xwe bibin, der barê ka Trump ji bo berjewndiyên siyasî yên kesane fişar li Okraniyayê kiriye lê na.”

(kn)

 

 


Mijarên Din