Mijarên rojnameyên erebî – 13 Tîrmeh

Rojnameyên erebî yên îro behsa bombebarana li ser Sûriyê, nakokiyên Misir-Tirkiyê û revandina berpirsekî tevgera Hemasê kir.

EL-BEYAN: "DERBEYÊN NENAS" LI DIJÎ ÎRANÊ LI SÛRIYÊ

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê de behsa bombebarana Îsraîlê kir. Di vê çarçoveyê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Îran dixwaze bi hemû  şêwazan hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê xurt bike. Lihevkirina leşkerî ya dawîn di navbera hikumeta Sûriyê û Îranê de hat îmzekirin da ku hêzên parastina hewayî xurt bikin û ji bo ku derbeyên giran hebûna xwe ya leşkerî bi cih bikin."

Îranê ragihand ku fermandarekî milîsên "Besîc" li Sûriyê hat kuştin. Li gorî ajansa fermî ya Îranê (IRNA) ku fermandarê milîsên Besîc dema ku derbeyên nenas li dijî baregehên Îranê li Dêrazorê zêde dibûn, wek şêwirmend dixebitî.

Li gorî serbazê milîsên "Pasdarên Îranê" Rustem Elî Refî ku fermandar Îbrahîm Asimî ji parêzgeha Beriz e, di demên dawîn de ber bi Sûriyê ve hatibû şandin û li wir hat kuştin bêyî ku sedem û cihê kuştina wî were diyarkirin. Asimî yek ji endamên "Firqet Şuheda El-Aşîra (10)" ya girêdayî milîsên Besîc e. Dîroka wî di operasyonên milîsan û yên bi navê "Ketîbet El-Fatihîn" de heye. Her wiha destnîşan kir ku ew ber bi Sûriyê ve hat şandin, ji ber ew yek ji "şervanên şêwirmend" e.

Derbeyên nenas di nava salekê de li ser baregehên Îran û Iraqê yên girêdayî Pasdarên Îranê hatin kirin. Derbeyên li ser sînorê Iraq-Sûriyê li nuqteya Bokemal jî hatin dubarekirin ku fermandarên Îran û Iraqê yên girêdayî Pasdarên Îranê li wan herêman kom dibûn.

Li gorî şîrovekarê leşkerî Hatim El-Rawî ku derbeyên nenas li dijî milîsên Îranê sîstematîk bûn. Da ku hêza Îranê li ser xaka Sûriyê lewaz bike. Her wiha diyar kir ku derbeyan Îran neçar kir ku şêwazê xwe yê leşkerî li Sûriyê biguherîne û wiha pê de çû: "Derbeyên bi vî awayî aliyê Îranê li Sûriyê asteng dike. Dibe ku bi erêkirina aliyê Rûsyayê ku naxwaze hebûna Îranê li Sûriyê berfireh bibe, tê kirin."

EL-EREB: MISIR Û TIRKIYE WÊ HELBET LI HEMBERÎ HEV BISEKININ

Der barê nakokiya Misir-dewleta Tirk de nivîskarê misirî Mihemed Ebû Fedil di gotarekê de ku rojnameya El-Ereb weşandiye, got: "Çendîn Misir hewldanê bike, lê nikare xwe ji sekna li hemberî dewleta Tirk rizgar bike. Dewleta Tirk jî çi qas hewl bide xwe ji vî şerî bide aliyekî, lê nikare. Destkeftiyên Qahîreyê ji bo Enqere windahî ne, berovajî wê rast in. Her du alî çi qas hewl bidin xwe ji vê mijarê xelas bikin, lê di dawiyê de wê li hemberî hev bisekinin."

ŞERQ EL-EWSAT: PIŞTÎ REVA FERMANDAREKÎ MEZIN BER BI ÎSRAÎLÊ VE, TEVLIHEVIYEK DI NAVA EL-QESAM DE ÇÊBÛ

Rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: "Reva rayedarekî mezin ji Lîwaya El-Qesam baskê leşkerî yê Hemasê ber bi Îsraîlê ve, tevliheviyek çêkir. Her wiha li gel meşandina lêpirsînan, neçar kir ku li xwe vegere, berpirsên dosya û nuqteyan biguherîne û careke din li nexşerêyên tunel û mekanîzmaya moşekan vegere."

(bx-şx)


Mijarên Din