Mijarên rojnameyên erebî – 13 Kanûn

Rojnameyên erebî yên îro îşaret pê kir ku çavdêr dibînin ku Erdogan hewl dide sînorê erdnîgarî, etnîk, mezhebî li Bakurê Sûriyê ava bike û şerê navxweyî pêk bîne. Her wiha jî rojnameyê diyar kir ku Xelîfe Hefter îşaret bi destpêkirina êrişên li dijî Terablusê kir û li aliyekî din ve jî aloziya Lubnanê di girêkekê de ye.

Rojnameyên erebî yên îro hehsa rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Lîbya û aloziya li Lubnanê kir.

EL-EYN: ERDOGAN HEWL DIDE ŞERÊ NAVXWEYÎ LI BAKURÊ SÛRIYÊ PÊK BÎNE

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Sûriyê û jê jî rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di gelek mijaran de kir û di vî warî de rojnameya El-Eyn gotara nivîskar Abdulhemîd Tewfîq belav kir: "Nîşaneyên şer di navbera pêkhateyên civaka Sûriyê li herêmên bakur êdî li ser xetên ku dewleta Tirk a dagirker nexişandine, eşkere bûn. Dewleta Tirk a dagirker bi hedefa fetisandina wan pêkhateyan di nava nakokî û şerê dirêj de, wan hewldanan pêk tîne, da ku hebûn û dagirkeriya xwe bidomîne. Şerên di navbera çekdarên bi navê Artêşa El-Wetenî ya Sûriyê yên bi piştevaniya Enqereyê û êrişên wê yên niha li ser xaka Sûriyê pêk tînin ji aliyekî ve û hêzên Kurd û hin hêzên rejîma Sûriyê ji aliyekî dîtir ve, li gelek aliyên gundewarên bakur û rojhilatê Helebê pêk tînin, nîşaneya vê yekê ye. Ji wê zêdetir jî li ser rêya Hesekê li gel rêya Serêkaniyê-Til Temirê û nêzî rêya diwelî M4 a ku Heleb û Hesekê bi hev ve girê dide jî, pêk tê."

Abdulhemîd Tewfîq di gotara xwe de wiha da zanîn: "Kaxiza koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê êdî tenê wek şantaj û gefa li Ewropayê ji hêla Erdogan ve bi kar nayê. Lê belê mîna kaxiza siyasî, civakî û neteweyî ku guhartinekê di hundirê civaka Sûriyê pêk bîne, bi kar tîne. Erdogan hewl dide hejmara koçberên ku dê vegerîne "herêma ewle" ya li Bakurê Sûriyê, eşkere bike. Carekê li ser milyonek koçber diaxive û careke dîtir jî dibêje dê hejmar bibe milyonek koçber. Ew jî tevahî sedemên eşkerkirina ji koçberên li ser xaka dewleta Tirk re ku xwestek û fermanên wê pêk bînin. Her wiha da ku bibin hedefa yekemîn di şerê pêş a di navbera kesên îdîa dikin parastina wan ji çekdarên komên Sûriyê bi piştevaniya Tirkiyê de. Ya tê texmînkirin jî dê Erdogan pişta xwe bide vê piştaniyê li gor berjewendiyên xwe fena çawa di geke dem û mekan de pêk aniye. Dê şerê wan komên bi piştevaniya dewleta Tirk bi hêzên hikumeta Sûriyê re jî ji aleyekî ve ya ku qebûl nake ev herêma erdnîgarî ji bin serweriya derkeve pêk bê. Li aliyekî din jî dê hêzên kurd ji hêla çekdarên Sûriyê ve yên bi fermanên artêşa dewleta Tirk tev digerin, bibin hedef.

Da ku ew çekdar hebûn û berdewama xwe mîsoger bikin, dê bi her awayekî planên Erdogan li her qadê pêk bînin. Ew jî bi texmîna ku di projeyên xwe yên li ser xaka Sûriyê, bi ser bixin, çi şerê bi artêşa rejîma Sûriyê re dibe yan jî bi hêzên kurdî û yan bi her duyan re dibe."

EL-EREB: HEFTER NÎŞANA ÊRIŞA DAWÎ LI SER TERABLUSÊ DA

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Fermandarê giştî yê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter duh nîşaneya êrişa dawî ji bo kontrolkirina Terablusê da, ew yek piştî 9 mehan ji destpêkirina şerê rizgarkirina Terablusê ji çekdar û terorîstan."

Artêşê ku di 4`ê Nîsana çûyî dest bi şerê rizgarkirina Terablûsê kir, beşeke mezin ên leşkerî di mehên çûyî de şandin.

Nîşaneya fermandarê giştî yê artêşê ji bo destpêkirina êrişa derbasbûna Terablusê piştî 2 rojan ji gefên ku serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di şandina hêzên Tirkiyê ji bo piştgiriya çekdaran de pêk hat.

EL-BEYAN: HIKUMETA LUBNANÊ DI NAVBERA HÊSANIYAN DE

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Hat tekezkirin ku roja duşemê dê nîqaş der barê erkdarkirina Saed El-Herîrî ji bo avakirina hikûmeta nû çêbin. Di saetên dawîn de dibe ku bi vî awayî bin; kî El-Herîrî di serokatiya hikumetê dixwaze wî di teknakrata wî de naxwaze û kî vegera wî naxwaze destek dide teknokratiyê. Lê belê ew derbasî nava opozîsyonê dibe da ku hesab jê were xwestin. Ev yek helwesta şepêla El-Wetenî ya Azad (Teyar El-Wetenî El-Hur) e."

ŞERQ EL-EWSET: DI HILBIJARTINÊN SEROKATIYA CEZAÎRÊ DE NAKOKÎ

Têkildarî rewşa Cezaîrê rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Cezaîriyan duh ji bo diyarkirina serokê 9’emîn ji welêt re, dengê xwe dan.

Di demekê de ku nakokî hene ku kolanên wê daxwaza guhertina koka rejîmê dikin.

Pevçûn di navbera bi sedan xwepêşandêrên ku hilbijartinan û hêzên ewlehiyê red dikin, pêk hat, di encamê de gelek kes hatin girtin. Her wiha sendîkayên hilbijartinê li bajaran, gundan û wîlayeta rojhilat hatin xerabkirin.


Mijarên Din