Mijarên rojnameyên erebî – 12 Tebax

Rojnameyên erebî yên îro der barê destwerdana dewleta Tirk li Lubnanê, her wiha arîşeya di navbera dewleta Tirk û welatên Deryaya Spî de nivîsîn.

EL-EREB: TIRKIYE DIXWAZE ROLA PARASTINA SUNNIYÊN LUBNANÊ JI SIÛDIYÊ BISTÎNE

Rojnameyê der barê mijarê de wiha nivîsî: "Li gorî çavdêran, piştî teqîna li Beyrûtê, Erebistana Siûdî li qada Lubnanê xuya nake, lê di heman demê de Tirkiye xwe aktoreke siyasî û aborî yê çalak xwe pêşkêş kir, Tirkiye xwepaşdekişandina Siûdiyê û tirsa Îranê ji xwe re bi kar tîne.

Her wiha çavdêran diyar kir ku serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hema bi lez şandeyek ku ji cîgirê serokê Tirkiyê Fûat Oktay û wezîrê karên derve Mevlut Çavuşoglu û hin berpirsên Tirkiyê bi rê kirin Lubnanê, ev tê wateya ku Tirkiye pir girîngiyê dide ku li Lubnanê bibe aktoreke sereke.

Riyad jî hîna beriya teqînê jî nerazîbûna xwe ji geşedenanên siyasî yên Lubnanê venaşêre û tu alîkariya aborî nade wî welatî, her wiha şandeya xwe ya dîplomatîk jî li Beyrûtê kêm kir.

Li gorî Riyadê dewleta Lubnanê bi temamî ketiye bin desthilata Hizbullahê, ev li pêşiya hebûna wê ya siyasî û aborî li Lubnanê dibe asteng. Wezîrê karên derve yê Siûdiyê Fêsel Bîn Ferhan fikarên welatê xwe der barê desthilata Hizbullahê li Lubnanê de diyar kir.

Nivîskarê Siûdî Xalid Silêman der barê helwesta welatê xwe ya Lubnanê de got "Em nikarin striyan av bibin.”

ŞERQ EL-EWSAT: TIRKIYE LI SÊ ENIYAN ÊRIŞ DIKE

Têkildarî aloziya li Deryaya Spî û bertekên li dijî dewleta Tirk rojnameyê wiha nivîsî: “Tirkiye li sê eniyan kete nava êrişan, ji ber wê jî li dijî wê helwestên dijber ên Ewropa û Ereban çêbûn.

Li rojhilatê Deryaya Spî Enqereyê duh ragihand ku ew ê hemû xebatên lêgerînê dewam bike, her wiha diyar kir ku ew ê dawiya mehê dest bi xebatên nû yên lêgerînê bike.”

EL-BEYAN: SÊ VEBIJÊRK LI PÊŞIYA ENQEREYÊ... LIHEVHATINA YEWNANISTAN Û MISIRÊ JÎ RÊ LI PÊŞIYA WÊ DIGIRE

Rojnameyê wiha nivîsî: "Lihevhatina Misir û Yewnanistanê der barê nexşandina sînorên deryayî de, ji bo Tirkiyê bû derbeke nû ku rê li pêşiya xwestekên Tirkiyê li vê herêmê digire.

Di nava rojên derbasbûyî de Tirkiyê çend bertek nîşan dan, ew bertekên Tirkiyê rewşa wê ya aloz diyar dike, destpêkê serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got welatê wî vê peymanê napejirîne, paşê jî keştiyek şand da ku li herêmê xebatên lêkolînê pêk bîne.”


Mijarên Din

Li Spanyayê teqîn