Mijarên rojnameyên erebî – 12 Gulan

Rojnameyên erebî yên îro der barê vekişîna hêzên Îranê ji Sûriyê, her wiha geşedanên li Iraq û Lîbyayê de nivîsîn.

ŞERQ EL-EWSAT: ÎRAN BI AWAYÊ TAKTÎK HÊZÊN XWE JI SÛRIYÊ DIKŞIÎNÊ BÊYÎ KU SRTATEJIYA XWE BIGUHERİNE

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Rojên dawiyê hêzên Îranê li hin deverên Sûriyê, ji başûrê Şamê ta rojhilatê Dêrazorê, cihê hêzên xwe guhert û beşek ji wan veguhezt rojavayê Iraqê. Rayedarê  welatên rojava dibêjin ev `tevgerîneke tektîkî ye, nayê wateya ku helwesta Iranê ya stratejîk hatiye guherîn.”

Berpirsekî rojavayî ji Şerq El-Ewsat re got "Vekişîna tektîkî pir sedemên wê hene, ew jî "aloziya aborî ya Îranê, rewa ku ji bo nexweşiya Koronayê derketiye, rewşa Iraqê û arîşeya bi amerîkayê re û derketina DAIŞ`ê û êrîşên Israîlê yên dawiyê, kêmbûna pevçûnan li Sûriyê û fişarên Rûsyayê.” Her wiha got ku li hin herêma milîsên Îranê baregehên radestî milîsên Sûriyê yên girêdayî Îranê dikin"

Berpirsên rojavayî duh diyar kirin ku tevgera Îranê li Sûriyê hatiye guherîn, Jeffry got "koçberiyeke tektîkî ya hêzên Îranê li nava Sûriyê çêbûye, xuyaye êdî ew ne hewceyê hijmareke mezin a hêzên bejahî ne, her wiha mayina hêzêan di bê rewşa aborî ya giran de dê bi bar li ser Îranê, dîse ji ber rewşa belavbûna koronayê aloziya aborî girantir bûye. Lê dibe ku ev tevgereke tektîkî be.”

EL-BEYAN: IRAQ… LI DIJÎ "BAZARÊN PARTIYAN" MEYDANÊN XWEPÊŞANDANAN SERFERBER BÛN

Der barê rewşa Îraqê de rojnameyê nivîsî: "Dîsa tevgera protestoyê li Îraqê vegeriya, û fişaran li serokê hikûmeta nû, Mistefa El-Kazimî dike, ji ber ku lîderên xwepêşandêran di wê baweriyê de ne ku ew hatine paşguhkirin û partiyan di dema hilbijartina El-Kazimî bo serokatiya hikûmerê, ew paşguhkirin.

Li hin bajarên Îraqê, hin xwepêşandanên biçûk li dijî desthilatdariyê pêk hatin, di xwepêşandanan de di navbera xwepêşandêran û hêzên ewlehiyê pevçûn çêbûn, bi vê awayî, bêdengiya sê mehan hate şikandin, piştî ku serokwezîrê nû dest bi erkên xwe kir.

Li gorî berpirsekî hêzên ewlehiyê yê payebilind Kazimî ji hêzên ewlehiyê xwestiye ku bi xwepêşandêran re nekevin pevçûnan, meydanên xwepêşandanê biparêzin û nehêlin komên çekdar têkevin nava wan.” Dîsa di bê der barê de, duh hêzên ewlehiya Iraqê ragihandin ku wan 5 çekdarên bi ser tevgera "Saarellah" girtin, piştî ku wean gule berdane hin xwepêşandêrên ku li pêşiya navenda wan a bajarê Besrayê xwepêşandan kiribûn.”

EL-EREB: DESTWERDANA TIRKIYÊ BO LÎBYAYÊ ASTA TUNDIYÊ BILINDTIR KIR

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî "ji ber destwerdana Tirkiyê bo Lîbyayê, li welêt asta tundiyê zêde bûye û tebliheviyeke mezin çêbûye, ev jî dide diyar kirin ku plana gelek hêzên cîhanê mîna Brîtaniya û Amerîkayê vala derketin, ku wan dixwest fermandarê artêşa Lîbyayê Xelîfa Hefter bi dare zorê têxin bin fişarê da ku çareseriya siyasî bipejirîne. Li şûna ku diyalogên rasteqîn pêk bînin û Lîbyaya yekgirî ava bikin û dawiyê li desthilata Islamiyan bînin.

Li ser daxwaza hêzên navdewletî, rtêşa niştimanî a Lîbyayê dawiya nîsana derbasbûyî, agirbesta mirovî pejirandibû, êrîşên asmanî yên Dronên Tirkiyê li dijî baregehên artêşên yên li Terhonayê û êrîşên li dijî baregeha El-Wetiya, diyar kirin ku hêzên Islamî û Tirkiyê ji bo diyalogê ne amade ne, her wiha ewê beriya ku tevahiyan herêmên rojava û başûr vgerînin, nekevin nava diyalogê.

Meha derbasbûyî, hikûmeta Wifaqê li rojavayê Lîbyayê pêşketineke leşkerî pêk anî, bajarên Sibrata û Sirman vegerandin, her wiha hin bajarên li ber deryayê jî.

Li ser lihevhatind di navbera serokê Rûsyayê Vlademir Pûtîn û yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan meha kanûna derbasbûyî, aigrbest hatibû ragihandin, hikûmeta Wifaq sûd ji bê agirbestê girt û rewşa xwe ya leşkerî sererast kir û bi alîkariya Tirkiyê sistema parastina asamî ava kir û bi vî awayî hêzên asmanî yên artêşê bê bandor kir.

Piştî ku Hefger lihevhatin ne pijirand, destwerdana Tirkiyê bû Lîbyayê zêde bû, li gorî hin raporan Erdogan nêzî 7 hezar çekdarên Sûriyê, di anva wan de endamên rêxistinên DAIŞ û El-Nusra jî hene, rêkirina Lîbyayê da ku li kêleka milîsên Terablusê şer bikin, Amerîka û Brîtanya jî bê deng in, ev jî tê wateya ku wan erê kiriye da ku hevsengiyeke leşkerî li wir çêbe.

Di vê navberê de Amerkî êdî he Rûsyayê tawanber dike ku bi rêya çakdarên Fagner ketiye hevayê şerê Lîbyayê de, lê vê dawiyê dîse dest pêkir û ev tewanberî arasteyê Rûsyê kirin, ev dibe ku du sedemên wê hebin, yan dê têkiliyên Rûsyayê û artêşa vegerin mîna berê, yan di nava Rûsan bi xwe de nakokî heye, ji ber xuyaye ku wezareta karên derve li aliyên plana Tirkiyê, Amerîka û Brîtanyayê ye, lê wezarete parastinê helwesta wê cuda ye.”


Mijarên Din