Mijarên rojnameyên erebî – 11 Gulan

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên Ii “herêmên bêçek” ên Sûriyê de, her wiha rewşa Lîbyayê û belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) de nivîsîn.

EL-EREB: ÊRIŞA "HURAS EL-DÎN" LI DIJÎ ARTÊŞA SÛRIYÊ EL-COLANÎ TENGAV KIR

Rojnameya El-Ereb der barê geşedanên li Sûriyê de wiha nivîsî: "Tevî agirbesta ku ev du meh e dewam dike jî, di pevçûnên li bakurê rojavayê Sûriyê de nêzî 22 çekdar hatin kuştin, ji hêzên Sûriyê û ji endamên komên tundraw ên mîna rêxistina Huras El-Dîn.

Ji roja 6`ê meha adarê ve, li Idlib û beşek ji parêzgehên cîran, agirbest hatiye ragihandin, piştî ku hêzên hikumetê êrişeke berfireh pêk anî, bi piştgiriya Rûsyaêy û nêzî milyonek kes ji herêmên xwe koçber bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku "15 endamên hêzên hikumeta Sûriyê û çekdarên alîgirên wê û 7 endamên rêxistina Huras El-Dîn û komên cîhadîst hatine kuştin, di encama pevçûnên li Sehl Elxab ya gundewarên bakurê rojavayê Hemayê de.

Li gorî rêveberê navendê Ramî Ebdilrehman, ji dema agirbestê ta niha ev hejmara kuştiyan a herî zêde ye. Her wiha got "Pevçûn piştî nîvê şevê rû dan, piştî ku komên çekdar êrişî baregehên hêzên rejîmê kir". Çavdêr dibêjin ku êrişa rêxistina Huras El-Dîn hewldaneke ku Heyet Tehrîr El-Şam tengav bike, ji ber ku Tehrîr El-Şam dixwest Huras El-Dîn bike qurban da ku hebûna xwe li herêmê biparêze.

Li herêma ku Moskovê lê agirbest ragihandiye, car caran pevçûn rû didin, lê ev pevçûnên dawiyê yên herî dijwar in.”

EL-BEYAN: ARTÊŞA LÎBYAYÊ BER BI DILÊ TERABLUSÊ VE DILIVE

Der barê geşedanên li Lîbyayê de rojnameyê nivîsî: "Artêşa nîştimanî ya Lîbyayê tevgereke leşkerî ya berfireh dest pê kir û ber bi dilê paytext Terablusê ve diçe.

Fermandarekî artêşa Lîbyayê Xalid Mehcûb got yekîneyên leşkerî tevgereke berfireh li paytext Terablusê dest pê kir da ku dest deynin ser çeperên çeteyên Tirk ên li eniyên Selah Eldîn û Boslîm ên li navenda bajêr, her wiha diyar kir ku artêşa Lîbyayê hewl dide li beşa mayî ya paytext Terablusê desthilata xwe zêde bike.”

ŞERQ EL-EWSAT: PÊLEKE DIN A KORONAYÊ DÊ LI CÎHANÊ RÛ BIDE

Der barê belavbûna vîrusa koronayê de rojameyê nivîsî: "Cîhan li bendê ye ku pêleke duyem a koronayê (Covid-19) rû bide li hinek dewletên cîhanê, yên ku qedexeyên li ser welatiyên xwe sivik kirin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî hişyarî da ku dibe pêlên duyem û sêyem ên koronayê rû bidin.

Li bajarê Wohan ê Çînê, duh pêketineke nû ya nexweşiyê derket, ji mehekê ta niha ev pêketina yekem bû li vî bajarê xuya dike.

Li Koreya Başûr jî hikumetê hin tedbîr girtin, piştî ku vîrus li wî welatî nema belav bû.

Li Almanyayê jî li 3 kantonan rewş hinekî aloz bû, piştî ku 50 pêketinên nû hatin tomarkirin.

Li Amerîkayê êdî pêketina koronayê xwe digihîne derdorên nêzî Trump, 3 endamên tîma pêşîlêgirtina koronayê ya Koşka Spî ji ber koronayê ketin karantînayê.


Mijarên Din