Mijarên rojnameyên erebî – 1 Hezîran

Rojnameyên erebî yên îro der barê arîşeya li Sûriyê û rola Rûsyayê de nivîsîn. Her wiha arîşeya Lîbyayê û rewşa Tirkiyê jî di rojevê de bûn.

EL-EREB: RÛSYA Û PÎVANÊN NÛ YÊN LÎSTIKA SÛRIYÊ

Rojnameyên erebî yên îro, der barê geşedanên li Sûriyê û bi taybet liv û tevgera Rûsyayê de nivîsîn. Der barê mijarê de rojnamevanê Lubnanî Xêrella Xêrella ji rojnameya El-Ereb re nivîsî: "Di medyaya Rûsyayê de hate gotin ku serok Vladimîr Pûtîn ferman daye ku bi Sûriyê re diyalog çêbin, ji bo hin sazî û herêmên deryayî radestî artêşa Rûsyayê bikin. Ev hevokeke bi bandor bû, rastiya rewşa Sûriyê ya nû dide nîşan, ev rewşa ku gelek alî xwe bikin ku ne bihîstine, mîna Îran û hevalbendên wê, ev alî dixwazin ji rastiyê birevin!

Lê bi her halî, êdî em neçar kirin ku bi nêrîneke din li pêşeroja Sûriyê binêrin, ew jî nêrîna Rûsya-Îsraîl û Tirkiyê ye ku Amerîka jî wê nêrînê erê dike.

Li benda havîna 2021`an, Rûsya hewl dide gelek kaxizan berhev bike da ku bibe xwediyê biryara Sûriyê, wê çaxê dê Esed bibîne ku maye tazî. Îrana xizan jî dê nekare wî careke din biparêze. Beramberî wê jî dê serok Pûtîn buhayê razemeniya mezin ku li Sûriyê kiriye, bixwaze, bi taybet piştî Îlona 2015`an, dema ku balafirên xwe bi rê kirin baregeha Himêmîmê da ku opozîsyon ber bi berava Sûriyê ve neçe û nexe bin destê xwe.

Lihevhatina Sûriye û Amerîkayê ya der barê Sûriyê de dê bigihêje ku derê? Pirsa mezin ev e di pêvajoya Qanûna Qeyser de ku dê bandorên wê mezin bike, ne tenê li ser hundirê Sûriyê, her wiha li her kesê ku bi rejîma Sûriyê dide û distîne, şîrketên Rûsya û Çînê û Ewropayê jî di nav de.

ŞERQ EL-EWSAT: AMERÎKA "KAXIZA TIRKIYÊ" BI KAR TÎNE DA KU NEHÊLE RÛSYA LI LÎBYAYÊ BAREGEHEKÊ AVA BIKE

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Ji ber gelek sedeman, Lîbya her di rojeva cîhana Ereban û ya navdewletî de ye, niha jî xuya ye ku bûye rojeva dewletên mezin û bûye mijara şerên veşartî, di nav de jî "şerê sar" ku niha li ser axa Lîbyayê di navbera Amerîka û Rûsyayê de li dar e.

Êrişên Tirkiyê hişt ku çeteyên Rûsyayê ‘Wagner’ ji şerê Terablusê vekişin, lê geşedaneke ji nişka ve, pelik dîse tevlihev kirin. Balafireke şer a MiG-29 li baregeha Cefrayê ya li navenda welêt danî da ku piştgiriya "çeteyên Rûsyayê" bike, li gorî ku fermandariya Amerîkayê ya li Afrîkayê AFRICOM`ê ragihandiye.”

EL-EYN: BI "MILYONEK GULEYAN" ERDOGAN XWE JI BO BÛYERÊN HUNDIRÎN AMADE DIKE

Rojnameyê nivîsî: "Nivîskarekî Tirk eşkere kir ku rêveberiya ewlehiya giştî li Tirkiyê, bazara kirîna milyonek guleyên plastîk û 500 alavên reşandina gaza îsotan û 5 hezar bombeyên gazê kiriye.

Ev agahî ji aliyê nivîskara Tirk Çigdem Toker ve hatin dayîn û rojnameya Sozcu ya dijber jî weşandin.

Nivîskar diyar kir ku daxwaznameya kirînê roja 27`ê Gulanê hatiye weşandin, her wiha dipirse "gelo çima dê ev qas alav bêne kirîn, eger dê hin bûyerên civakî yên germ çênebin?"

Nivîskar got rêveberiya ewlehiyê xwestiye pir tiştên zêde bikire ji bo meha pêşiya me."


Mijarên Din