​​​​​​​Mijarên rojanameyên erebî yên hefteya derbasbûyî

Rojnameyên erebî yên di nava hefteya derbasbûyî de derketin îşaret bi guhertina demografiyê ku dewleta Tirk li Sûriyê pêk tîne, xwepêşandanên li Iraq, Lubnanê û destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê kirin.

Rojnameyên Erebî yên di nava hefteya derbasbûyî de derketin, behsa gelek mijaran girêdayî rewşa Sûriyê, xwepêşandanên li Iraq û Lubanên, her wiha destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê kirin.

EL-EREB: ERDOGAN KOÇBERAN JI BO PÊKANÎNA PROJEYÊN GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ LI BAKURÊ SÛRIYÊ BI KAR TÎNE

Rojnameyên erebî behsa gelek mijarên girêdayî rewşa Sûriyê kir, ji wan biryara Erdogan a guhertina demografiyê li herêmên ku dagir dike.

Girêdayî mijarê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kaxeza koçberên Sûriyê keysbaz dike da ku planên guhertina demografîk li Bakurê Sûriyê pêk bîne û koçberên Ereb bi darê zorê li herêmên ku Kurd ji ber êrişên Enqereyê li dijî herêmê derketine û neçarî koçberiyê bûne, bi cih bike. Metirsî hene ku "herêma ewle" bibe "çavkaniya radîkaliyê".

Erdogan ragihand ku wan dest bi bicihkirina milyonek kesan ji Sûriyê li bajarê Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakurê Sûriyê kir. Her du bajar ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û fesîleyên Sûriyê ve di demên dawîn de hatin dagirkirin.

Daxuyaniyên Erdogan ji bo raporên mafên mirovan ku Enqere tawanbar kir ku koçberên Sûriyê bi darê zorê ji Tirkiyê ber bi Bakurê Sûriyê ve şandin, îsbat bike.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe ya dawiya meha Mijdara de got Tirkiyê koçberên Sûriyê bi darê zorê ber bi herêmeke Sûriyê ya nêzî sînor ve dişîne. Tevî ku şerê li wê herêmê bi dawî nebûye lê armanca wê ew e ku "herêma ewle" ava bike.

Serokê Tirkiyê hewl dide Ewropayê îqna bike ku destek bide projeya "herêma ewle" ku dixwaze li ser sînorê Sûriyê bi Tirkiyê re ava bike û bi vê yekê kaxeza penaberan wek kaxezeke zextê keysbaz dike.

Çavdêr texmîn dikin ku plana Erdogan piştevaniya malî ya Ewropayê wernagire û wê jî hişt ku Erdogan daxwazê ji Qeterê bike. Erdogan di serdana xwe ya li Dewhayê de wiha got: "Ew di merheleyekê de ne ku bi hev re vê planê bi piştevaniya malî pêk bînin."

Siyaseta ku Erdogan û israra wê li ser pêkanîna plana xwe ya li Bakurê Sûriyê ku bi awayekî yekalî jî be, pêk bîne, mitirsiya li ser vegera herêmê ya çavkaniya terorê çêdike. Nexasim jî Enqere piştevaniya tevgerên tundrew dike, da ku berjewendiyên xwe pêk bîne.

Çavdêr dibînin ku dewlet Tirk tundrewên li ser xaka xwe çi ji Sûriyê dibe, çi jî ji hemwelatiyên dîtir dibe, li herêma bi navê "herêma ewle" bi cih bike û bi wê re jî xeteriyê li ser tevahî herêmê pêk tîne."

Her wiha jî hewldana Tirkiyê, dagirkrina paçeyek ji Bakurê Sûriyê bi hedefa avakirina berîkeke alîgirê wî, da ku ji bo tevgerên tundraw aram be.

EL-BEYAN: HIKUMETA LUBNANÊ DI NAVBERA HÊSANIYAN DE YE

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Hat tekezkirin ku roja duşemê dê nîqaş der barê erkdarkirina Saed El-Herîrî ji bo avakirina hikûmeta nû çêbin. Di saetên dawîn de dibe ku bi vî awayî bin; kî El-Herîrî di serokatiya hikumetê dixwaze wî di teknakrata wî de naxwaze û kî vegera wî naxwaze destek dide teknokratiyê. Lê belê ew derbasî nava opozîsyonê dibe da ku hesab jê were xwestin. Ev yek helwesta şepêla El-Wetenî ya Azad (Teyar El-Wetenî El-Hur) e."

ŞERQ EL-EWSAT: ERDOGAN NIYET DIKE KU HÊZÊN XWE BIŞÎNE LÎBYAYÊ

Di mijara Lîbyayê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan tekez kir ku eger hikumeta El-Wîfaq a bi serokatiya Fayêz El-Sîrac bixwaze, welatê wî amade ye ku hêzê bişîne Lîbyayê."

Erdogan di hevpeyvîneke li gel kanala TRT ya hikumetê de, diyar kir ku qedexekirina çekan hikumeta Lîbyayê asteng nake ku belavbûna hêzên dewletên din li ser erdên Lîbyayê bixwaze û wiha got: "Eger ev yek çêbû, em ê biryarekê bidin.”

Erdogan wiha dewam kir: "Li gorî peymana Tersîm a sînorên deryayî ku me bi El-Sîrac re îmze kiriye, Tirkiye û Lîbya dikarin çalakiyên keşfkirina hevbeş li rojhilatê deryaya Spî bikin."

Erdogan destnîşan kir ku Misr, Yewnanistan, Qibris û Îsraîl nikarin xeteke veguhastina gaza xwezayî ji herêmê ku di peymana bi Lîbyayê re hatiye diyarkirin, bêyî erêkirina Tirkiyê ava bikin. Her wiha diyar kir ku dê helwesta Tirkiyê di vê mijarê de ne hêsan be.

ÎMARAT EL-YEÛM: PIŞTÎ KUŞTINA ÇALAKVANÊ SIVÎL PÊLA XWEPÊŞANDANAN LI IRAQÊ BILINDTIR BÛ

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya Îmarat El-Yeûm wiha nivîsand: "Kuştina çalakvanê sivîl ê ku beriya 2 rojan hate kuştin, bandorê li meşandina xwepêşandanên li dijî hikumeta Iraqê nekir, tevî îdeta ku di encama wê de zêdetirî 450 kes ji destpêka Cotmehê ve hatin kuştin. Der barê nakokiya heyî de 6 leşkerên Iraqê di encama ketina topan li ser baregeha ku leşkerên Amerîkayê li nêzî balafirgeha Bexdayê de birîndar bûn.


Mijarên Din