Mijarên hefteya derbasbûyî yên rojnameyên erebî

Welatên navê garantor li xwe dikin têkildarî rewşa Sûriyê li Enqere li hev kom bûn. "Garantoran" di nîqaşên li ser destûrê de hizra dewleta Sûriyê nîşan dan. Erdogan teqez kir ku ew hewl dide jîngehan li herêma ewlehiya sînor ji bo penaberan ava bikin, çavdêr hişyariya vê yekê kirin ku bibe navenda terorê. Li Îsraîlê jî sûprîza hilbijartinê pêk hate ku dê nexşerêya siyasî biguhere. Li aliyekî din Tirkiyê partiya Erdogan ji hev dikeve.

Rojnameyên erebî di hefteya borî de mijarên girêdayî pêşketinên li Sûriyê, aloziya Kendavê û jihevketina AKP‘ê  nivisîn.

Ukaz: "Garantorên" xwe, ne yên Sûriyê ne

Rojnameyê der barê civîna sê alî ya Enqerê de nivîsî: "Lutkeya 5`emîn a di navbera dewletên garantor (Rûsya, Tirkiyê û Îran) de li Enqerê bi dawî bû, lê naveroka lihevhatinan diyar nebû, li gorî encamnameyê pir nakokî hene der barê rewşa Sûriyê de, ew behsa yekparî û serbixwebûna Sûriyê dikin, lê civîn bi xwe mijara serxwebûn û yekpariya axa Sûriyê binpê dike, her wiha ji xwe Sûrî li wir tune bûn (ne rejîm ne jî opozisyon).

Rojnameyê dewam kir: "Encamnameya civîna Enqerê ji şopandina berjewendiyên wan e, hemû xalên encamnameyê ji bo rêvebirina aloziya Sûriyê ne, ne ji bo çareserkirina wê, ango civîna Enqerê civîna berdewamiya vê aloziyê ye, lê bi şêweyê herêmî.

Tişta girîng di vê civînê de mijara tunebûna dewleta Sûriyê bû, hemû aliyan teqez kirin ku dewleta Sûriyê tune ye, lewma pêwîst e ev dewlet li gorî berjewendiyên xwe tevbigerin, ji ber ku Şam ji derveyî van dewletan nikare tu liva leşkerî û siyasî bike, lewma dê ev dewlet li gorî xwe ritma şer li Sûriyê saz bikin.

Tevî ku behsa mijara komîteya makzagonê jî hate kirin û girîngiya sazkirina makzagoneke ku hemû aliyan bîne ba hev hate gotûbêjkirin, lê mijara sazkirina makzagonê bi xwe dide nîşandan ku li Sûriyê dewlet tune ye, ji ber ku her sê aliyên ku dê makzagonê binivîsin her yek girêdayî aliyekî gerantor e û daxwazên wan pêk tine".

Rojnameyê nivîsî: "Ev cara 5`emîn e ku dewletên garantor dicivin, lê tu encamên ku aloziya Sûriyê bidawî bike pêk nayine".

El-Ereb : Erdogan mizgîniya cihnişînên ji sêlikan ên tije xizanî û teror dide koçberên Sûriyê

Rojnameyê nivîsî: "Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayip Erdogan di civîna sê alî ku roja duşemê li welatê wî hate lidarxistin de, hewl da ku pêşniyara xwe ya avakirina herêma tampon li ser sînorê Sûriyê derbas bike, piştî ku destên xwe ji Idlibê kişandin, Erdogan sozdan ku bajarokên niştecîbûnê li herêma bi ferehiya 450 km ava bike, lê rêxistinên mafnasî ditirsin ku herêma "ewlet" bibe cihnişînên ji sêlikan ku tije teror û xiznî bin.”

Çavdêr hişyarî didin ku Erdogan soz dide cihnişînên xweş ava bike, lê armanca wî ew e ku dewletên li dijî avakirina herêma tampon in, razî bike, her wiha dixwaze bi deh hezaran koçberên ku destên Enqerê di koçkirina wan de hebû, li van herêma bi cî bike û herêmê bike herêma ewle ya di bin çavdêriya Enqerê de".

Erdogan bi bikaranîna pelika koçberan li dijî Ewropayê tê tewanbarkirin, ew her tim pelika vekirina sînor li pêşiya bi hezaran koçberan hildide, dixwaze hin pereyên zêdetir ji bo xwe ji Ewropayê bistîne.

Rojname her wiha dinivîse: "Eger Erdgoan li paş mijara herêma ewle dixwaze ji welatên rojava pereyan bistîne û bi wan preyan aloziya xwe ya aborî hinekî sivik bike, lê hin derdor, bi taybet rêxistinên mafên mirovan ditirstin ku herêm bibe bineciheke nû ya terorê û depoya DAIŞ û Al-Nusrayê, ji ber ku Tirkiyê dixwze destpêkê alîgirên xwe li wir bicî bike.”

Hevpeymana navdewletî; der barê “herêma ewle” ya bakurê Sûriyê de pêşketinên mezin pêk hatine

Rojnameya Şeriq El-Awet girêdayê ewlehiya sînor wiha nivîsî: "Hêzên hevpeymana nevdewletî bi serkêşiya Waşingtonê ragihand ku "pêşketineke baş" çêbûye der barê avakirina herêma ewle ya li bakurê Sûriyê li ser sînorê Tirkiyê de.

Di şerên li dijî rêxistina DAIŞ`ê li Sûriyê, Yekîneyên Parstina Gel ên Kurd serkêşiya Hêzên Sûriya Demokratîk kirin ku Washington piştgiriya wan dike, lê Enqereyê şervanên Kurd wek "terorîst" bi nav dike.

Duh yekşemê, şandeyeke hevpeymanê serdana Meclisa Leşkerî ya Girê Spî (bakurê Sûriyê) kir ku hêzên "kurdî" meha derbasbûyî xwe ji wir vekişand. Hevpeymanê di daxuyaniyeke çapemeniyê de ku ji aliyê AFP’ê hate weşadin, got "Di pêngava yekemîn a mekanîzmayên ewlehiyê de pêşketinên mezin pêk tên.”

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hêzên hevpaymanê û Hêzên Sûriya Demokratîk, dewriyeyên hevbeş gerandin û çeperên ku hatine rakirin şopandin, da ku fikarên Tirkiyê nehêle.” Her wiha got "Hêzên Amerîkayê û Tirkiyê 4 caran balafir li herêmê firandin.”

Ta niha der barê herêma ewle û mekanîzmaya wê de tu agahiyên berfireh nehatine weşandin, tevî ku Enqere dibêje ku dê li herêmê xalên çavdêriyê û dewriyeyên hevbeş hebin.”

El-Ereb : AKP`ê xwe bi xwe tune dike

Rojnameya El-Ereb  der barê rewşa Tirkiyê de nivîsî: "Li gorî hijmartinên fermî yên Tirkiyê, nêzî milonek endamên Partiya Adalet û Geşkirinê ya Tirkiyê sala derbasbûyî xwe partiyê kişandin, ev yek jî pêşbîniya serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu piştrast dike ku gotibû "AKP`ê dike xwe bi xwe tune bike".

Istifaya Davutoglu deriyên belavbûna partiyê vekirin, ji xwe piştî binkeftina hilbijartinên herêmî li Istanbol, Enqerê, ev tişt dihat gumankirin.

Çavdêr dibêjin, dijberên berê derbeya leşkerî dikirin û dest datanîn ser desthilatdariyê, lê dijberên Erdogan rêyeke dij şopandin, ew cemawerên partiyê û depoya wê ya hilbijartinan dikşînin, ev jî hîn bi bandortir e, ji ber ku ew bi bi şêweya serokê Tirkiyê li dijî wî radiwestin".

Li gorî pêla vekişînan, dê derfetên Erdogan yên hilbijartinên pêşerojê kêm bin".

El-Beyan: Ji bo parastina Siûdiyê Pentagon hêzeke destekê bi rê kir

Têkildarî mijarê, rojnameya El-Beyan got: “Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) roja înê ragihand ku serok Trump erê  kir ku hêzên Amerîkî ji bo parastina aliyê hewayî yê Siûdî piştî êrîşên li dijî kargehên petrolê, rêbike. Washington jî Îran derbarê êrîşê de tewanbar dike.

Pentagon got ku ew ê leşkerên xwe belav bike û erka wan jî parastin be. Serokerkanê Amerîkayê yê Hevbeş ceneral Joseph Dunford jî anî ziman ku hejmara leşkerên ku dê werin şandin nagihêje hezarî.”

Şeriq El-Ewset: Dengê Netanyahu û Gantz nêzî hev in ango dê hikûmeteke yekbûyî bête ava kirin

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî: "Encamên destpêkê yên hilbijartinên Israîlê nîşan didin ku dengên her du partiyan, Likud bi serokatiya serokwezîr Benjamin Netanyahu û partiya Şîn Spî bi serokatiya Benny Gantz, pir nêzî hev in. Ev encam çarenûsa avakirina hikûmetê dixe destê serokê partiya cihûyên Rûs Afegdor Lebrman ku xwest hikûmeteke netewî yekbûyî ji Likud û Şîn Spî bête avakirin".


Mijarên Din