​​​​​​​Mijarê rojnameyên erebî yên ku di hefteya derbasbûyî de derkin pêş

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên hefteya derbasbûyî de behsa têkçûna agirbesta Rûsya-Tirkiyê ya li Sûriyê û Lîbyayê , şerê li Idlibê, têkbirina dûbarebûna sînaryoya Sûriyê li Lîbyayê ji aliyê Xelîfe Hefter û tevgera gel a li Tûnisê kir.

Rojnameyên erebî di hefteya derbasbûyî de bal kişandin ser tevgera Rûsya û Tirkiyê li Sûriyê û Lîbyayê, aloziya Lubnan û tevgera gelê Tûnisê kir.

ŞERQ EL-EWSET: RÛSYAYÊ DER BARÊ BINPÊKIRINA AGIRBESTÊ DE HIŞYARÎ DA

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê de nivîsîn, bi taybet der barê rewşa Idlibê de. Rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Rûsyayê ragihand ku wan ji bo derketina sivîlan ji Idlibê 3 korîdorên mirovî vekirine û dê îro dest pê bikin, bi vê ragihandinê re Rûsya berpirsyariya têkçûna agirbesta ku beriya çend rojan ji aliyê Rûsya û Tirkiyê ve hatiye ragihandin, dide ser komên çekdar.

Li aliyekî din ji bo ku sivîlan ji bajêr derxin, propagandayeke mezin tê kirin û Rûsya der barê binpêkirina agirbestê te hişyariyan dide komên çekdar.

Çavkaniyeke leşkerî duh ragihand ku komên çekdar derdora balafirgeha Nêrebê ya leşkerî bombebaran kiriye, li gorî çavkaniyan, çeperên hêzên Sûriyê li derdora balafirgeha Nêrebê ya leşkerî li rojhilatê Helebê, bi moşekên Grad hatine bombebarankirin.

Wezareta Parastinê jî ragihand ku hêzên hikumetê roja şemiyê, li nêzî bajarokê Cercenaz bersiv da erişa komên çekdar.

Berdevkê leşkerî diyar kir ku nêzî 200 çekdaran bi erbeyên pik-up û çekên giran eriş kirin. Her wiha da zanîn ku hêzên çekdar bersiva erişê da û çekdar neçar man xwe paşde bikişînin.

Li gorî daxuyaniyê, leşkerên Rûsyayê di nava 24 saetan de 31 bombebaranên ji aliyê hêzên çekdar ve şopandine. Her wiha da zanîn ku hêzên hikumeta Sûriyê "Operasyonên leşkerî li Idlibê rawestandine, li herêmê balefirên şer jî nehatine bikaranîn."

EL-BEYAN: HEFTER SENARYOYA ASTANAYÊ TÊK BIR

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Piştî redkirina îmzekirina li ser reşnivîsa peymanê ya ku aliyên Rûsya û Tirkiyê amade kiriye, fermandarê giştî yê Hêzên Çekdar ên Lîbyayê Muşîr Xelîfe Hefter vegerî Binxaziyê ku li pey xwe jî bêhêvîtiyeke mezin ji kesên hêviya bidawîkirina projeya rizgarkirinê dikin re, hişt."

Rojnameyê ev tişt lê zêde kir: "Projeya agirbestê bi hedefa rewabûna destwerdana dewleta Tirk li Lîbayê ji ber ku garantorê desthilata hikumeta El-Wîfaq li Terablusê ye, pêk hat."

Bi wê peymanê re, dê nakokiyên li ser muzakereyên lihevkirinên di navbera Erdogan û El-Sîrac de di Mijdara borî de li ser herêma aborî ya deryayî û hevkariya ewlehî û leşkerî hatine îmzekirin, rewa bibe.

EL-EREB: LI TUNISÊ YEKITIYA KAR Û XEBATÊ LI DIJÎ ERDOGAN Û HEVALBENDÊN WÎ XWEPÊŞANDANAN LI DAR DIXIN

Der barê rewşa Tunisê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Sekretêrê Giştî yê Yekitiya Kar û Xebatê ya Tunisê di 9`emîn salvegera şoreşê de hişyarî der heqê binpêkirina serweriya welêt de, da. Ev yek bersiva serdana Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîb Erdogan beriya çend hefteyan ji Tunisê re bû.

Sekretêrê Giştî yê  Rêxistina Sendîqeya bi hêz li Tunisê Noredîn El-Tebobî li pêşiya girsiyeke xebatkaran, ji navenda yekîtiyê ve wiha got:"Erdogan an jî kesekî derveyî wî, serweriya li welat jê re xeta sor e, na ji bilî Tunisê. Tunis ji Erdogan û ji tevahî aliyan mezintir e."

EL-EREB: PIŞTÎ KU ALOZÎ GIHÎŞTE ASTEKE GIRAN ÎRANÊ XWE LI BER BAHOZA NAVDEWLETÎ TEWAND

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Li Tehranê û bajarên din ên Îranê rewş giran dibe, bi hezaran xwepêşandêr ji bo şermezarkirina hikumetê û hilweşandina rejîmê daketin kolanan. Îranê xwe li hember bahoza welatên rojava tewand û li xwe mikur hat ku artêşa Îranê balafira Ukraynayê rûxandiye ku di encamê de 176 rêwî hatin kuştin.

EL-BEYAN: LUBNAN… PÊŞBAZIYA LI KOLANAN Û HEWLDANÊN AVAKIRINA HIKÛMETÊ

Der barê geşedanên li Lubnanê de rojnameyê nivîsî: “Piştî xwepêşandanên “roja hêrsê” xuya bû ku aliyên siyasî ketin nava fikaran, lewma hewldan û dan û standinên der barê avakirina hikûmetê de zêde bûn, tê gotin ku hinekî jî erênî bûn, hin agahî belav bûn ku dê rojên bê de hikûmeteke nû biryaran bide.”


Mijarên Din