Mijar û rojevên rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa şerê li herêma qaşo bêçek, tevliheviya di navbera hêzên rejîmê û Rûsyayê de û her wiha peymana nukleerê ya Îranê û nakokiya Ewropa û Tirkiyê kir.

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa şerê li herêma qaşo bêçek, tevliheviya di navbera hêzên rejîmê û Rûsyayê de û her wiha peymana nukleerê ya Îranê, nakokiya Ewropa û Tirkiyê û mijarin din jî kir.

Şerq El-Ewset: Hemleya li bakurê Sûriyê sînorê hêzên asîmanî yên Sûriye û Rûsyayê kifş dike

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê de qala gelek mijaran kir, ên girîngtirîn jê şerê li herêmên qaşo bêçek û tevliheviya hêzên rejîmê ne. Di vê çarçoveyê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Duh balafirên Rûsyayê derbeyên asîmanî li bejahiya parastgeha Hemayê pêk anîn. Her wiha jî gelek bombebaranên dîtir jî li bajarokê Kefir Zîta, gundê Zekat bakurê Hemayê û gundê Til Milih ê li bakurê rojavayê bajêr pêk anîn. Ew jî piştî arambûna bombebaranên asîman ji şeva yekşemê de bû. Di heman warî de jî hêzên rejîmê topbaranên bejahî li herêmên bêçek pêk anîn. Bi wê re jî ji danê vê sibehê hejmara derbeyên bejahî yên rejîmê gihaştin 150’an."

Di vî warî de jî Sam Heller ê pisporê Sûriyê got li gel komeke dewletan gelek aloziyên Sûriyê yên ku rewşa li herêmên di bin serweriya çekdarên opozîsyonê de dişopînin, hene. Ew jî ev ev in; belkî opozîsyona çekdar li Idlibê di şerê vekirî yê li bakurê rojava de bi ser nekeve, lê belê di aliyê serkeftina leşkerî ya Sûriyê de dê bibe sedema windahiyên zêdetir.

Sam Heller diyar kir ku hêzên Sûriyê ta niha nikarin zêdetir di hundirê Idlibê de bi pêş de biçin, ev ne ku tê wateya li dawiyê serkeftin li welat çênabe, lê belê serkeftina leşkerî bi rewşên siyasî ve girêdayî ne û ew jî pêşdeçûnên ji Sûriyê mezintir in.

El-Quds El-Erebî: Kî berpirsyarê êrîşa li ser karwanê Rûsyayê yê li Derayê ye; rejîma Sûriyê yan Îran?

Rojnameya El-Quds El-Erebî têkildarî vê mijarê wiha nivîsand: "Li Deraya başûrê Sûriyê rewş ber bi nakokiyê ve diçe. Ew jî ji ber rejîm û hevalbendên wê yên navdewletî siyaseta çewisandin û çembera ewlehî li ser dergûşa şoreşa Sûriyê pêk tînin ya ku bi li lihevkirinan hatiya radestkirin, derket. Piştî lihevkirinên li ser Derayê û radestkirina wê ji rejîmê re ambargo û tundiya ewlehî ji hemleyên serdegirtinê li dijî şêniyên sivîl pêk hatin. Parastina Derayê ya bi ser sînora Urdin û Îsraîlê ve bûye cihekî germ û ji ber astengiyan li ser ciwan der barê leşkerkirina bizorê ya rejîmê û bi wê re jî herêm di asta teqînê de ye. Her wiha li aliyekî din jî tevgerên biguman û çalakiyên heyî tu kesî hilnegirtine ser xwe. Di vê dawiyê de li dijî karwanê leşkerî yê Rûsyayê êrîşek pêk hat. Vê jî hişt pirs der barê kesên sûdewar ji vê bûyerê de çêbin."

Lubnan

Rojnameya Şerq El-Ewset der barê Lubnanê de ev tişt anî ziman: "Hin çavkaniyan duh ragihand ku Hizbullaha Lubnanê piştî vekişîna hin hêzan ji herêmên Qelemûnê yên rojava, di van çend rojên dawîn de hêzên xwe li herêmên nû yên li rojavayê Qelemûnê yên bejahiya parastgeha Şamê belav kirin."

Veguhastina Hizbullahê ya hêzên xwe ya li herêmên nû yên rojavayê Qelemûnê tevî çekên giran ji roketên nêzavêj, dûravêj û doçkeyan bû. Her wiha Hizbullah nuqteyên nû li herêma girên bi ser bajarokê Filête ve girtin û barîkat û odeyên textî li wan nuqteyan ava kirin.

Iraq

Der barê Iraqê de rojnameya El-Ereb diyar kir ku Partiya El-Deiwe El-Îslamiye ya Iraqê ketiye çiraveke nû. Ew jî piştî piranî endamên wê nûkirina hilbijartina serokwezîrê berê Nûrî El-Malikî yê sekreterêgiştî yê partiyê bû, hat. Bi wê re jî deriyê vekirina parçebûna mezin di hundirê siyaseta wê de çêbû. Yê ku 14 salan li ser hikum bû û gelek nakokî di wê demê de çêkiribûn.

Rojnameya El-Ereb der heqê Iraqê de diyar kir ku hêviyên alîgirên serokwezîrê berê Heyder El-Ebadî yê berpirsyarê buroya siyasî yê partiyê badilhewa bûn. Alîgirên El-Ebadî di hicizkirina nuqteyên erka meclisa şêwirê de bi bin ketin. Her wiha jî di aliyê daxwaza xwe de ya paşxistina berpirsyariya sekreterê giştî yê partiyê heta pêkanîna lihevkirinê di navbera rayedaran de jî bi bin ketin.

Îran

Rojnameya Şerq El-Ewset der barê Îranê de daxuyand ku wezîrên karên derve yên Yekitiya Ewropayê hemû keda  xwe der barê rizgarkirina peymana nukleerê de bi Îranê re di pêşbirkekê de bi demê re ne. Lê belê di civîna duh a li Brukselê de hin çare di çarçoveya cezayên DYA’yê de dîtine û bi wê re jî daxwaza Îranê jî di aliyê bersivdanê de kêm e.

Tirkiye

Têkildarî Tirkiyê rojnameya El-Ereb diyar kir Yekitiya Ewropayê (YE) hewl dide paketeke mezin a cezayan der barê vekolîna Tirkiyê li gaz û petrolê ya li peravên Qibrisê de bibire.

Wezîrên karên derve yên YE’yê der barê ferzkirina cezayan li Tirkiyê bi paş de vekişin, lê belê ev ceza tenê sembolîk bin û hêdî hêdî wê bilind bibin. Niha jî nîqaş der barê rawestandina rêwîtiya asîmanî de ya di navbera her du aliyan de, cemidandina diyalogên bi berpirsyarên payebilind re, rawestandina alîkariya Tirkiyê jixwe jî ew bernamzetê endametiya YE’yê ye û ferzkirina hin bendan der barê hilberîna Tirkiyê ya li ser banka fînansê ya Ewropayê de jî tê kirin.

Michelle Roth wezîrê Almanyayê yê kar û barên Ewropayê di diyalogan de got ku şantajên Tirkiyê der barê wan de qebûl nakin. Niha jî wan zimanekî hevsengiyê eşkere kiriye ku hemû bijarteyan vekirî dihêlin û ji wê jî mîsoger ceza ne.

(fr)


Mijarên Din