Mijar û babetên rojnameyên erebî yên hefteya borî

Rojnameyên erebî gotin, planên Erdoganê yên di bin navê herêma ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dê bin bikevin wekî çawa planên Îsraîlê ya avakirina herêmekê mîna wê li başûrê Sûriyê têk çûn. Li Iraqê xwepêşandanên gel ên li dijî gendeliyê didomîn.

Rojnameyên erebî yên di hefteya derbasbûyî de mijarên avakirina komîteya destûrî ya Sûriyê û dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteyê, hewldanên Tirkiyê yên tevlihevkirina komên çekdar li bakurê Sûriyê, her wiha xwepêşandanên Iraq, aloziya li Yemenê û gelek mijarên din girtin dest.

Şerq El-Awsat: Komên li bakurê Sûriyê dê bêne yekkirin da ku "El-Nusra" bê belavkirirn

Der barê hewldanên Tirkiyê yên belavkirina Cebhet El-Nusra de rojnameyê wiha nivîsî: "Enqere duh hin komên "nerm" ên li bakurê Sûriyê, di bin banê "Artêşa Neteweyî" de kirin yek, tê payîn ku ev pêngav bibe amadekariya belavkirina "Tehrîr El-Şam" ku piranî ji endamên Cebhet El-Nusra pêk tê û li Idlib û derdora wê bi cî dibe.

Serokê hikumeta Sûriyê ya demkî ya girêdayî opozîsyonê Ebdilrehman Mistefa duh ragihand ku "Artêşa Rizgariya Neteweyî" û "Artêşa Neteweyî ya Sûriyê" di nava artêşekê de hatin yek kirin û dê girêdayî wezareta parastinê ya hikumeta demkî be. Çavkaniyên opozisyonê diyar kir ku "Artêşa Neteweyî dê bê firehkirin û dê ji 7 leqan û 80 hezar şervanan pêk bê."

Tora "El-Şam" ya dijber ragihand "Tê payîn ku piştî yekkerkirinê, çareyeke nerm ji bo "Tehrîr El-Şam" bête kirin, li gorî lihevhatinan pêwîst e desthilata herêmên Idlibê bikeve destê hikumeta demkî.”

El-Beyan: "Herêma ewle"… Îsraîl bi bin ket û Tirkiye bi ser nakeve

Rojnameyên erebî yên îro behsa gelek mijarên der barê Sûriyê de kir, jê rêya pêkanîna mekanîzmaya ewlehiyê, der barê mijarê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Tu roj bêyî axaftinên berpirsên Tirk ku behsa plana Enqereyê ya avakirina herêma ewle li Bakurê Sûriyê, derbas nabin. Temenê axaftina wan bi qasî temenê şerê Sûriyê ye ku ji sala 2011`an ve rû dide."

Rojnameyê wiha domand: "Heta sala çûyî, mijara plana Tirkiyê der barê "herêma ewle" li Bakurê Sûriyê ne li gora plana Îsraîlê ya weke wê li Başûrê Sûriyê bû, lê artêşa Sûriyê dikaribû herêmên Dera, Quneytera û Siwêda kontrol bike, ku ew herêm di plana Îsraîlê ji bo avakirina herêma ewle de bûn.

Ji wê rojê axaftina der barê "herêma ewle" li Başûrê Sûriyê bi dawî bû, lê Tirkiyê hîna behsa wê dike, carekê hevkariya bi Amerîka re û carekê binketina hevkariyê û behsa "Çalakiya leşkerî" dike. Li gorî texmîn û lêkolînên pisporan, dê hewldanên Tirkiyê mîna çarenûsa ji hewldanên Isralê ne baştir be.

El-Ereb : NY`ê ji bo çareseriya aloziya Sûriyê piştgiriya komîteya destûrê dike

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî: "Şandêrê navdewletî ji bo Sûriyê Geir Pedersen roja çarşemê di civîneke çapemeniyê li navenda NY`ê diyar kir ku ew girîngî didin komîteya destûrê ku ji aliyê sekreterê gitşî yê Netewyên Yekbûyî Antonio Guterres ve hatiye tagihandin û nûnerên hemû pêkhateyên Sûriyê dihewîne.

Pedersen got: "Me hewl da ku di nava komîteya destûrê de nûnerên hemû pêkhateyên Sûriyê hebin, di nav de jî pêkhateyên etnîk, olî û kom û nêrînên siyasî yên cuda, bêyî destwerdana siyasetmedaran. Ez dikarim bêjim ku me desteyek balkêş ji bo nûneriya Sûriyê ava kiriye". Her wiha diyar kir ku "Destûr dê ji bo baweriyê bibe alîkar, dibe ku bibe rêya pêvajoya siyasî.”

Li bajarê Qamişloyê yê Bakur Rojhilatê Sûriyê ku pirniya şêniyên wê Kurd in, bi sedan kes beşdarî xwepêşandan bûn û paşguhkirina Rêveberiya Xweser a Kurdî ji endametiya komîteya destûrê şermezar kirin.

Di nava lîsteya opozisyonê û ya civaka sivîl de navên hin kesayetên Kurd heye, lê ew nûneriya Rêveberiya Xweser nakin, Rêveberiya Xweser karûbarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê birêve dibe ku ew herêm di bin desthilata komên Kurd û Ereb de ye û ferehiya wê nêzî 30% ya axa Sûriyê ye.

El-Anbaa: Ji beşa dawiyê ya "Projeya Sedsalê" çi hate eşkerekirin?

Rojnameyê wiha nivîsî: "Kovara National Interest a Amerîkî di gotarekê de nivîsî ku dem hatiye da ku "Projeya Sedsalê" bê ceribandin, her wiha diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ew hêza tekane ye ku dikare projeyeke aştiyê di navbera Îsraîl û Filistînê de peyda bike.”

Der barê mijarê de rojnameya The Jerusalem Post hevpeyvînek bi balyozê Amerîka yê li Israîlê David Fradman re weşand, têde got ku Filistînê dê tu sûdê ji projeya Trump negirin, her wiha got ku proje dê ji bo berjwendiyên Israîl û Amerîkayê be, ku Îsraîl dê bi hêztir û ewletir be.

Der barê dîroka ragihandina projeyê Fradman got "Dê di sala 2019`an de bête ragihandin, ez naxwazin bêjim hefteyek yan mehek, lê em nêzî dawiya rê bûne.”

Şerq El-Awsat: Hejmara kuştiyên xwepêşandanên Iraqê bilind bû… Sistanî jî hikumet hişyar kir

Der barê rewşa Iraqê de rojnameyê nivîsî "Tevî qedexeya derketinê jî bi dehan xwepêşandêr duh daketin navenda Bexdayê, di roja çaremîn a xwepêşandnên li paytext û hin bajarên başûrê Iraqê, di encamê de hijmara kuştiyan gihişte 46 kuştî.”

Li gorî AFP‘ê, hezên ewlekariyê gule berdane xwepêşandêrên ku doza derkirina hin berpirsyarên bi gendelî kirine û ji bo ciwanan kar xwestine. Desthilatdariyê jî duh hin segvanên nediyar tewanber kirin ku 4 kes li Bexdayê kuştine. Navenda ragihandina ewlekariyê ragihand ku "Duh du endamên hêzên ewlehiyê û du welatî şehîd bûne" li navenda Bexdayê û bi destê segvanên nediyar.”

Parlemana Iraqê dê îro ji bo nirxandina daxwazên xwepêşandêran bicive, piştî ku oldarê şîe Elî Sîstanî bi rêya nûnerê xwe Ahmed El-Safî piştgiriya xwe bo xwepêşandêran nîşan da. El-Safî di xutbeya înê de got "Pêwîst e hikûmet reftara xwe der barê aloziyên welêt de biguhere" û " Beriya ku dem derbas bibe tedbîran bigre.” Lîdarê şîe Muqtada El-Sadr jî êvarê doza istifaya hikûmeta Adil Ebdilmehdî kir, got "rijandina xwîna Iraqiyan rawestînin, bila hikûmet istifa bike", her wiha doza "Hilbijartinên pêşwext ên bi çavdêtiya navdewletî" kir.”

El-Ereb: Siûdî dê pelika Yemenê ji dest Îranê derxe

Rojnameyê nivîsî: "Qraliya Erebî ya Siûdiyê bersiva însyatîfa agirbestê ya Hûsiyan da, Siûdiyê hewl da ku vê însyatîfê, ji dosyayên arîşeyên kûr ên bi Îranê re cuda bike, ji ber ku Îran hewl dide dosyaya Yemenê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne û bazaran pê bike.

Cîgirê wezîrê parastinê yê Siûdiyê mîr Xalid bin Selman roja înê got qralî hewldanên aramiyê li Yemenê erênî dibîne, ji ber ku ew her dem vê dixwaze û hêvî dike ku bê pêkanîn.”

Li aliyekî din, bin Selman li ser Twitterê nivîsî: "Rejîma Îranê behsa aramiya li Yemenê dike, dixwaze vê mijarê, ji bo derbaskirina aloziyên xwe bi kar bîne, ev bazareke arzan e, piştî ku rejîma Îranê alozî li Yemenê gur kir niha jî Yemen û gelê Yemenê dixe bazarê.”

El-Imarat El-Yaum: Trump hişyariyê dide, eger ew bê dûrxistin dê şerekî navxweyî çêbe

Rojnameyê nivîsî: "Serokê Amerîkayê Donald Trump duh hişyarî da ku eger "demokrat" wî ji erka wî dûr bixin dê li welêt "şerekî nevxweyî çêbe. Piştî ku di encama skandala hevpeyvîneke telefonê bi bi hempîşeyê wî yê Ukraynayê re kete rojevê, perleman hewl dide wî ji erkê serokatiya bide alî. Trump got ku ew dixwaze kesê ku agahî belav kirine bibîne.”

Rojnameyê nivîsî: "Trump hin peyvên şêwirmendê xwe yê olî Robert Gavres anîn ziman û li ser Twitter`ê nivîsî " Nancy Pelosi û demokrat, dê nikaribin min bidin alî, ew dizanin ku wan di sala 2016`n de li dijî Helary Clenton jî nikarîbûn, ew baş dizanin ku dê di sala 2020`an de biser nekevin.”


Mijarên Din