Mihemed Şahîn: Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî tev nagere

Mihemed Şahîn got: "NY’yê ji bo pandemiya cîhanê ya Koronavîrusê (COVID-19) banga agirbestê li tevahî dewletên şer lê hene kiribû. Lê  dewleta Tirk a dagirker li gorî peymanên navneteweyî tev nagere, êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dewletên dîtir berdewam dike."

Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ber pandemiya Koronavîrusê (Covid -19) a ku li ser tevahî mirovahiyê bûye xeteriyek û têkoşîna li hemberî vê pandemiyê ji bo 90 rojî banga agirbestê li welatê ku şer lê heye kiribû. Lê dewleta Tirk a dagirker hewl dide hebûna xwe ya li Sûriyê, Iraq û başûrê Kurdistanê û Lîbyayê zêde berfireh bike û li dijî şêniyan van dewletan êrişan zêde dike.

Tirkiye ya ku tevahî peymanên der barê Girê Spî û Serêkaniyê de îmze kirine, rojek derbas nabe û sûcan pêk neaîne. Li gelek herêmên şer heye, her wiha li herêma Şehba û Efrînê jî rojane topbaranên Tirkiyê û çeteyên wê hene, li gel wê jî hişyariyên navneteweyî li ser destwerdanên li Lîbyayê hene.

Tirkiye wek her car van hişyariyan bin pê dike, her wiha tevahî mîsaqên navneteweyî û rêzdayîna li hember serweriya dewletên cîran jî di gel bêdengiya civaka navneteweyî bin pê dike.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Mihemed Şahîn wiha got: " Biryarên ku Konseya Ewlekiyê yan jî NY’yê  derxistine ji bo rêgirtina li ber karestên ku li ser gelan têne ferzkirin û ji bo gihiştina ber bi çareseriyeke aştiyane  ve gavên baş in. Nexwsim ku cîhan ji ber belavbûna Koronavîursê di pêvajoyeke dijwar re derbas dibe. Em dibînin ku dewleta Tirk a dagirker hê jî li dijî sivîlan sûcan pêk tîne, biryar, qanûn û bangên navneteweyî bin pê dike."

TIRKIYE SIYASETA DAGIRKIRINÊ LI SÛRIYÊ Û ROJHILATA NAVÎN PÊK TÎNE

Tirkiye ji destpêka aloziya Sûriyê de û heta niha bi rêya piştevaniya komên çete yên ku xizmeta berjewendiyên wê dikin alozî kûrtir kir. Tevî ku di navbera wê û dewletên garantor li Sûriyê de peymanên girêdayî rawestandina şer hene lê rojane bi taybet li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên dermirovî û derexlaqî pêk tîne.

Mihemed Şahîn destnîşan kir ku ev siyasetên hikumeta Tirkiyê yên dagirkeriyê li Sûriyê û Rojhilata Navîn pêk tên.

Tirkiyê ji destpêka dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî tu rêz ji peymanên  agirbestê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi Rûsya û Amerîkayê re îmze kirine, negirtiye. Ji ber hedefên wê dagirkirina herêmên Sûriyê ne, bi taybet dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Şahîd got: "Tirkiyê rêzê ji mîsaqên exlaqî yên navneteweyî re nagire, ji lew re ne tenê peymanan bi van dewletan re bin pê dike, ji wê zêdetir destê xwe dirêjî ava Deryaya Spî, Lîbya, Iraq û gelek dewletên li Rojhilata Navîn jî kir. Ji ber siyaseta wê dagirkirin e."

‘DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ SÛCÊN TIRKIYÊ RAWESTÎNE’

Civaka navneteweyî bi erka xwe ya rawestandina sûcên Tirkiyê û çeteyên wê bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ranebû û li hember bêdeng bû.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Mihemed Şahîn da zanîn ku divê civaka navneteweyî re helwesteke cidiyet nîşan bikde ku sûcên Tirkiyê û komên çete yên girêdayî wê rawestînin.

Der heqê banga serkeretê giştî yê NY’yê Antonio Guterres a agirbesta li cîhanê de, Mihemed Şahîn wiha axivî: "Ji saeta ku Konseya Ewlehiyê piştevaniya xwe ji biryara Antonio Guterres a agirbesta bi dema 90 rojî re aniyê ziman ve, Tirkiyê kêliyekê ji êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranewestandin,  êrişên asîmanî li dijî sivîlên li Bakurê Iraqê pêk anîn."

Şahîn diyar kir ku "Tirkiye hewl dide ne tenê li Sûriyê, lê belê li Rojhilata Navîn bibe hêzeke hegemon. Her wiha her tim daxuyaniyan dide ku li Sûriyê herêmên ewle ava bike. Lê belê sûcên dermirovî û derexlaqî ku komên wê li dijî şêniyên bajarên Sûriyê yên dagir kirine, zêde dibin."

Di dawiya axaftinê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Mihemed Şahîn got: “Dewleta Tirk a dagirker peymanên navneteweyî yên berê bin pê kirin û niha jî bin pê dike, dê di pêşerojê de jî bin pê bike. Ji ber hebûna Tirkiyê  li Sûriyê di bingehek ne rewa de ye.” 

(fr)

ANHA


Mijarên Din