Mihemed Şahîn: Dixwazin terora ku me têk bir, li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de vejînin

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn got hêzên tarî hewl didin bi rêbazên cuda îradeya gelê azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişikînin, her wiha destnîşan kir ku hewl didin terorê ku bi destê wan hatiye şikandin, li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine, vejînin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn di şahiya salvegera 5`mîn a rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ`ê û salvegera 6`mîn a ragihandina Rêveberiya Xweser de axivî.

Mihemed Şahîn salvegera damezirandina rêveberiyê û rizgarkirina Kobanê li beşdaran, şehîdan û gaziyên şer pîroz kir û destnîşan kir ku damezirandina pergala Rêveberiya Xweser li Kobanê bi wateya damezirandina îradeya azad a civakê ye û bidawîkirina pergala desthilatdar a bi hezaran salan e. Şahîn wiha got: "Bi vê pergalê îradeya azad a civakê hate avakirin û dest bi serdemeke nû di dîrokê de hate kirin."

Şahîn behsa şerê Kobanê kir û wiha pê de çû: "Şikandina DAIŞ`ê li Kobanê bi wateya şikandina terora cîhanê ye, serkeftina Kobanê serkeftina gelê azad e, ji ber vê yekê ew serkeftineke dîrokî bû."

Şahîn anî ziman ku serkeftina li Kobanê bi saya şehîdan ku ji bo azadiyê canê xwe feda kir, pêk hat, her wiha ew ne ji bo yek neteweyê bû, ji bo gelek neteweyan bû, ji ber vê yekê ew serkeftin ji hemû mirovahiyê re bû.

Her wiha Şahîn îşaret bi hewldanên hêzên tarî bi hemû rêbazan ji bo şikandina îradeya gelê azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: "Hewldanên vejandina terorê ku me ew şikand, li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de li bakurê Sûriyê tê kirin."

"EGER DÎSA TERORÊ VEJÎNIN CÎHAN NIKARE AŞTIYANE BIJÎ "

Mihemed Şahîn helwestên hikumeta Almanyayê ji siyaseta Tirkiyê re der barê koçberan de şermezar kir. Şahîn wiha domand: "Eger teror li Sûriyê bê vejandin, dê cîhan aştiyane nejî. Ji ber vê yekê em bang li cîhanê û YE`yê dikin ku destwerdanê bikin û hewldanên vejandina DAIŞ`ê rawestînin.”

Her wiha Mihemed Şahîn îşaret bi girîngiya serhildana gelê Alman li dijî  hikumeta Almanyayê ku desteka Tirkiyê di planên wê de dike, kir.

 (jo)

ANHA


Mijarên Din