​​​​​​​Mihemed Şahîn: Dewleta Tirk dixwaze projeyeke radîkal li herêmê ava bike

Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Firatê Mihemed Şahîn destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze projeyeke radîkal li herêmê ava bike, destpêkê ji herêmên dagirkirî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û heta hemû herêmên Rojhilata Navîn.

Dewleta Tirk a dagirker guhertina demografîk li herêmên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi gelek rêbazan didomîne.  Di vê çarçoveyê de, dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî niştecihên resen ên bajarê Girê Spî bi darê zorê koçber dike û li şûna wan malbatên efganî bi cih dike.

Gelek dezgehên çapemeniyê jî bicihkirina malbatên efganî li Girê Spî piştrast kir.

Têkildarî mijarê, Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn got: "Ji destpêka ku dewleta Tirk herêmên Sûriyê dagir kiriye, armanca wê ne pêkanîna berjewendiyên gelê Sûriyê bû, lê belê armanca wê avakirina projeya AKP`ê ya vejandina împratoiya Osmaniya kevin bi rêbazên nû destpêkê ji Sûriyê paşê Rojhilata Navîn."

Mihemed Şahîn destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze berjewendiyên xwe pêk bîne û çeteyên radîkal û malbatên wan bikar tîne û li şûna niştecihên resen ên herêmên bicih dike û wiha dewam kir:"Bi vê yekê demografiya herêmê bi hemû rêbazan biguhêre û qirkirina etnîk li herêmên dagirkirî bi giştî nexasim herêmên kurdî, pêk tîne."

Şahîn piştrast kir ku dewleta Tirk dixwaze hêzên radîkal li şûna hêzên demokratîk li herêmê bi cih bike û vê yekê bi rêya bicihkirina malbatên çeteyên radîkal li ên ji derveyî Sûriyê, pêk tîne.

'DEWLTA TIRK DIXWAZE PROJEYEKE RADÎKAL LI HERÊMÊ AVA BIKE'

Li gorî Mihemed Şahîn ku dewleta Tirk dixwaze projeyeke radîkal li herêmê ava bike, bingeha wê çete bin da ku karibe xwe bispêre wan û çeteyan ji bo berjewendiyên xwe di şerê dem dirêj de li herêma Rojhilata Navîn û li cîhanê bikar bîne.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn di dawiyê de behsa bêdengiya civaka navneteweyî û rêxistinên ku idiya dikin ku ew parastina mafên mirovan dikin kir û got ew ne xwedî helwesteke cidî ne  li hember binpêkirinên dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

(bx)

ANHA


Mijarên Din