​​​​​​​Mihemed Receb: Li hemberî planên li dijî herêmê hişyar bin

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Dêrazorê Mihemed Receb got: “Gelek alî dixwazin tevlîhevî û fitneyê bixin navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, projeya Rêveberiya Xweser derb bikin û aramî û îstiqrara herêmê têk bibin. Divê herkes hember planên li dijî herêmê tên danîn, hişyar be.”

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Dêrazorê Mihemed Receb bûyera kuştina şêx Metşer El-Hefel û hin êlên herêmê nirxand. Receb bûyerên hedefgirtinê bi kiryarên şantajê ku şikandina baweriya di navbera eşîrên herêmê û QSD`ê de û derxistina şer li herêmê armanc dike, bi nav kir.

Mihemed Receb di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Destkeftiyên ku Hêzên Sûriya Demokratîk bi dest xistine û destkeftiyên siyasî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk aniye, kaxizên hin aliyên dijber li hev xist. Ji lewra berê xwe dan derxistina tevlîhevî û fitneyê, kesayetên sembolîk ên herêmê hedef girt û QSD`ê bi wê yekê tewanbar kir."

Receb wiha axaftina xwe dewam kir: "Bûyerên hedefgirtinê bi awayekî plankirî û sîstematîk pêk hatin. Aliyên derve  xwestin ku bi rêya komên çete yên ji derve bixin nava gelê herêmê, sûc û bûyerên kuştinê pêk bînin û agirê fitneyê gur bikin da ku nîşan bidin ku QSD`ê nikare şêniyên herêmê biparêze."

Receb her wiha tekez kir ku xwepêşandanên ku ji bo eşkerekirina rastiya kuştina şêx El-Hefel hatine lidarxistin, bi destê komeke çeteyan ku berê plana wê yekê kiribûn pêk hat. Hrre wiha gule li hêzên leşkerî û hêzên ewlekariyê barandin. Sivîlên ku beşdarî xwepêşandanan bûne piştrast kirin ku xwepêşandan aşîtyane bûn û tekez kirin ku têkiliya wan bi çeteyan re tune ye. Ew çete heman kesên ku li pişt bûyerên hedefgirtinê ne.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Dêrazorê Mihemed Receb serbilindiya xwe bi hevgirtina eşîran û gelê herêmê nîşan da, ku bi saya wê hevgirtinê hewldanên şikandina baweriya gel bi QSD`ê, vala derketin.

Têkildarî armancên wan komployan, Receb piştrast kir ku hemû dane û rastiyên li ser erdê nîşan didin ku Rêveberiya Xweser û QSD`ê demokrasiya rastîn temsîl dikin. Lê belê kombûna gelan li doran wan li xweşiya hin aliyan û bi taybetî rejîma Tirkiyê nehat. Ji lewra piştî ku di aliyê leşkerî de têk çûn, hewl didin fitneyên hundirîn derbixin.

Receb bang li hemû gelê Sûriyê kir ku li hemberî planên li dijî herêmê tên sazkirin hişyar bin û destkeftiyên şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din