Mihemed Mûsa: Di civîna NATO`yê de bazaran li ser Kurdistanê dikin

Mihemed Mûsa diyar kir ku heta niha hêzên Rûsya û Amerîkayê helwesteke zelal têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker negirtiye. Mûsa got ku di civîna NATO`yê de bazaran li ser Kurdistanê û cîhanê dikin, lê ew ê di vê rêyê de bi ser nekevin.

Ji ber gef û êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûr, Bakur û Rojhilatê Sûriyê roj bi roj bertek, nerazîbûnên partiyên siyasî û gelan dewam dikin. Herî dawî jî 27`ê Hezîranê careke din Erdogan gef xwar, niha jî bi rêya civîna NATO`yê li hev kirin di navbera hêzên navneteweyî de pêk tên.

Têkildarî mijarê sekreterê giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa ji ajansa me re axivî û diyar kir ku rojekê bi tenê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranewestiyane û got: “Bi domdarî dewleta Tirk gefan li vîna gelan li Rojavayê Kurdistanê dixwe. Em dizanin di qonaxa dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de çi rû da. Îro jî gefan dixwe, armanca sereke jî tunekirina gelê Kurd e.”

JI BO BERJEWENDIYÊN XWE LI HERÊMÊ NE

Mihemed Mûsa îşaret bi destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê kir û got: “Ev destkeftiyên ku bi saya xwîna bi hezaran keç û xortên me bi dest ketine, yên ji saziyên me yên leşkerî YPG, YPJ û QSD’ê ne. Dewleta Tirk dixwaze bi hincetan van deskeftiyan têk bibe, ew hincetên ku baweriya tu kesî pê nayê.”

Mûsa bal kişand ser rola hêzên Rûsya û Amerîkayê li herêmê û wiha axivî: “Heta niha helwesteke wekî tê xwestin li hemberî dewleta Tirk negirtine, rast e daxuyaniyan didin û nerazîbûna xwe didin nîşandan, lê helwesteke hişk li dijî gefên dewleta Tirk nedane. Heta niha jî tiştek ji me re nehatiye zelalkirin, ji ber vê yekê em dibêjin hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe li herêmê ne.”

Mihemed Mûsa da zanîn ku êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker tenê bi daxuyaniyan nayên rawestandin û got: “Em dixwazin dengê xwe bigihînin hêzên navneteweyî da ku em ji wan re bibêjin berjewendiyên wan ne bi şikandina vîna Kurdan û tecrubeya demokratîkbûnê ne; berovajî wê girêdayî Sûriyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî ye. Divê Rûsya, Amerîka û hêzên navneteweyî bi tevahî fêm bikin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe xwedî îrade ye.”

BAZARAN LI SER KURDISTAN Û CÎHANÊ DIKIN

Têkildarî civîna NATO`yê ku di van rojan de tê lidarxistin, Mihemed Mûsa wiha got: “Di vê civînê de bazar li ser Kurdistanê û cîhanê bi tevahî tê kirin, dixwazin rola xwe di her deverê de çalak bikin û berjewendiyên xwe di hundirê wê de biparêzin. Erka wan hêzan ne bi vî awayî ye, ew ê di vê rêyê de jî bi ser nekevin, bi taybet ji bo Sûriyê. Ji ber ku rewşeke nû di Sûriyê de hatiye afirandin, Sûriye bi rengê xwe yê berê nayê vegerandin.”

BÊYÎ MISOGERKIRINA MAFÊN PÊKHATEYAN, PIRSGIRÊKA SÛRIYÊ ÇARESER NABE

Mûsa di berdewama axaftina xwe de got: “Hikumeta Şamê dizane Sûriye talan bûye, lê dide xuyakirin ku hîn tiştek nebûye. Itîrafê bi wêrankirina Sûriyê nake.”

Mihemed Mûsa da xuyakirin ku hikumeta Şamê sedemên xerabkirina Sûriyê û penaberkirina bi milyonan kesan dizane, lê heta niha çavgirtî ye û got: “Divê hikumeta Şamê fêm bike; tişta ku di 15`ê Adarê de li Sûriyê rû daye, sedemên wê siyasetên dîktatorî, paşguhkirin û birçîkirina welatiyan bûn. Bi siyasetên xwe vîna pêkhateyan mirandibû.”

Di berdewama axaftina xwe de Mihemed Mûsa da xuyakirin ku divê hikumeta Şamê bizane ne bi misogerkirina mafê pêkhateyan be, di serî de Kurd, pirsgirêka Sûriyê çareser nabe û wiha lê zêde kir: “Helwesta herî dawî ya hikumeta Şamê bê guhertin bû, hîn jî me wek tevgereke cudaxwaz bi nav dike. Daxwaza me avakirina statuyeke kurdî ye, em xwe cudaxwaz nabînin.”

ANHA


Mijarên Din