Mihemed Elî: Çareseriya aloziya Sûriyê bi diyalogê pêkan e

Hesen Mihemed Elî got rêkeftina di navbera Rêveberiya Xweser û Rejîma Sûriyê leşkerî ye dê li gorî wê hêzên rejîmê li ser xeta sînor belav bibin ev yek jî bi kordîneya bi QSD`ê re ye. Mihemed Elî balkişand ser ku çareseriya aloziya Sûriyê dê bi rêya diyaloga sûrî-sûrî be.

Bi armanca şîrovekirina geşedanên siyasî û leşkerî yên dawîn li herêmê ji şêniyan re bi taybet piştî êrîşa Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meclisa Sivîl a Tebqayê rêzecivînên gelêrî li herêmên cuda yên girêdayî bajêr û gundewarê wê li dar dixe.

Meclisa Sivîl a Tebqayê civînek gelêrî ji şêniyên Tebqa û gundê El-Siwêdiyê yê ku dikeve bakurê bajêr li dibistana Feyiz Mensûr li navenda bajêr li dar xist.

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz Rewşen Hemê, endamê Desteya Siyasî ya Meclisa Sûriye Demokratîk Hesen Mihemed Elî û bi dehan şêniyên bajarê Tebqayê tev li civînê bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Endamê Desteya Siyasî ya Meclisa Sûriyê Demokratîk Hesen Mihemed Elî axivî û got: "Li Sûriyê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet em di pêvajoyek çaranûsî re derbas dibin. Di vê pêvajoyê de dê çaranûsa me diyar bibe. Ev pêvajo ne girêdayî me tenê ye wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê belê girêdayî tevahiya pergalên Rojhilata Navîn e."

Mihemed Elî wiha domand: "Me berê jî got guhertinek li tevahiya herêmê çêdibe. Dê tevahiya pergalên herêmê ji bo rûniştandina pergalek nû werin guhertin. Lewra tevahiya dewlet û hêzên têkildarî guhertinê metirsiyên wan ji vê guhertinê heye."

Mihemed Elî teqez kir ku wek Meclisa Sûriye Demokratîk aloziya Sûriyê tenê bi diyaloga sûrî-sûrî pêkane.

Mihemed Elî behsa rêkeftina di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rejîma Sûriyê de kir û teqez kir ku lihevkirin leşkerî ne siyasî ye. Mihemed Elî destnîşan kir ku hêzên Rejîma Sûriyê dê tenê li ser xeta sînor belav bibe û bi hevkarî û  koordîneya Hêzên Sûriyê Demokratîk biparêzin.

Têkildarî îdîayên radestkirina herêmên mîna Tebqa û Reqa ji rejîmê re ku hinek alî belav dikin, Mihemed Elî ew îdia derewand û teqez kir ku herêmên hatine bibîrxistin mîna berê ne û tu guhertin çênabin. Saziyên sivîl dê mîna berê karê xwe bike. Mihemed Elî bang li beşdaran kir ku li dû wan îdîayan neçin. Ji ber ku armanca wê tenê belavkirina fîtneyê ye û têkbirina projeya neteweya demokratîk e.

Meclis dê li tevahiya herêma Tebqa û gundewarê wê mîna van civînan orgenîze bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din