Mihdî banga lêpirsîna bûyera li Baxdayê kir

Roja sêşemê li Bexdayê di xwepêşandanan de tevlihevî çêbû û di encamê de 200 kes birîndar bûbûn. Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmihdî banga lêpirsînê kir.

Serokwezîr Adil Abdulmehdî serokê parlemanê, Komîteya Ewlekarî û Parastina Mafên Mirovan têkildarî lêpirsînê der heqê xwepêşandanê de erkdar kirin. Tê zanîn ku bi hezaran kes beşdarî xwepêşandana li dijî gendelî û garantiya kar û xebatê bûn.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku dema hêzên ewlekariyê gule û gaz reşandin da ku meşê ji hev belav bikin, sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 200 kes jî birîndar bûn; 160 kes sivîl û 40 endamên hêzên ewlekariyê.

Serokê parlemanê bi daxuyaniyekê îşaret bi madeya 38`an kir ku banga azadiya xwepêşandanên aştiyane dike, li ser vî esasî bang li hêzên ewlekariyê kir ku parastina pergala giştî bikin û li dijî xwepêşandêran ranewestin.

Adil Mihdî di daxuyaniyê de diyar kir ku der heqê bûyerên di xwepêşandanên de rû dane, yekser dest bi lêpirsînê kirine, her wiha di demên derbasbûyî de komîteyên têkildarî parastina mafên gelan li gorî makezagonê ava kirine û niha dê dest bi erka xwe bikin.

Daxuyaniyê îşaret bi banga xwepêşandanên aştiyane kir ku garantiya mafên xwe dixwazin, her wiha xwepêşandêrên ku tevlihevî û gendeliyê dikin.

Di milekî din de li parêzgehên din jî xwepêşandan li dar ketin û banga garantiya kar kirin, ji ber ciwan ji sedî 25 betal in. Di heman demê de xwepêşandêran pankartên destekdayîna ji bo Abilwehab Saidî hilgirtin.

Raporên fermî eşkere dikin ku ji dema Seddam Hisên ve ku sala 2003`yan ji ser desthilatê rabû, nêzî 450 milyar dolar anku 4 qat ji aboriya giştî winda ye.

(eh)


Mijarên Din