Mifteya nû ya hevkêşeya dagirkeriyê: GARÊ!

HALÎT ERMÎŞ

Di şeva 10'ê Sibata 2021'an de dewleta Tirk saet di 02.55'an de li dijî herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişeke dagirkeriyê kir.

Çiyayê Garê li gorî deverên din ên Herêmên Parastinê yên Medyayê yên wekî Heftanîn, Xakurkê, Metîna, Zagros û Zapê ku bi mehan e êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser wan dewam dikin, nêzîkî 40 km ji xeta sînor a Bakurê Kurdistanê dûr e. Bi potansiyela xwe ya gaz û petrolê gelekî dewlemend e, devereke bilind, asê û daristanî ye û ji bo gerîlatiyê jî devereke gelekî kêrhatî ye.

Li bakurê Garê Amêdî, li bakurê rojhilatê wê Dêralûk, li başûrê wê deşta Mûsilê, li başûrê rojavayê wê Dihok, li bakurê rojhilatê wê Zap û Zagros û li başûrê rojhilatê wê jî Qendîl heye û xwedî girîngiyeke stratejîk e. Ji bo êrişên li ser herêmên Avaşîn, Barzan û Zapê jî gelekî guncaw e.

Taybetmendiya herî girîng a Garê ew e li ser sînorê bajarên Mûsil û Dihokê ye û her wiha ew xet di nava sînorên Başûr de heta Qendîlê dirêj dibe.

Heke mirov ji di vê çarçoveyê de lê binêre, mirov dibîne ku destpêkirina êrişên li ser qada Garê bi plana demdirêj a dewleta Tirk a dagirkirina Başûr ve têkiliyeke xwe ya xurt heye. Heke Garê were dagirkirin dê ji başûr ve qadên din ên gerîla bên dorpêçkirin û rêyên li tevahiya herêmê belav dibin jî, bên vekirin.

 HEKE GARÊ BÊ DAGIRKIRIN ÇI DIBE?

Dewleta Tirk dema ku bikare ji Herêmên Parastinê yên Medyayê re rê veke, dê derfet hebe ku bi rêya Çiyayê Spî yê Garê dakeve ser sînorê Rojava û hemû têkiliya Rojava û Başûr qut bike. Artêşa Tirk di roja destpêkê ya êrişê de leşker danîn qada Siyane û êriş ji wê derê da destpêkirin. Sedema vê jî ew e ku Siyane li ser girekî herî stratejîk ê herêmê ye û ev gir eyaleta Garê ji nîvekê ve dike du beş. Heke Siyane bê girtin, dê çiyayê herî stratejîk ê Garê bê girtin, herêma Garê bi temamî bê kontrolkirin û her wiha korîdora li herêma Çiyayê Spî ku li ser sînorê Rojava serdest e û xeta Rojava-Başûr dê bi vî rengî bixe bin kontrola xwe.

HEKE XETA ROJAVA-BAŞÛR QUT BIBE, ÇI DIBE?

A yekemîn; dewleta Tirk dema ku bi awayekî mayînde li Garê bi cih bibe, dê bikare li gorî dilê xwe êrişî hemû qadan bike ku PKK'ê wek Herêmên Parastinê yên Medyayê îlan kirine. Ji Bakurê Kurdistanê ji aliyekî ve ji baregehên leşkerî yên li xeta Amêdî, Bamernî, Şêladizê ava kirine û li aliyê din jî ji baregehên nû yên leşkerî yên ku dê li Garê ava bibin, dê bikare li hemberî Zap, Metîna, Heftanîn û bêguman ya herî girîng jî herêmên Qendîlê ji sê aliyan ve êriş bike.

A duyemîn; piştî ku dewleta Tirk li Garê baregeheke leşkerî ava bike, dê li xeta Mûsil-Dihokê bi cih bibe. Ji ber vê yekê dê bikare vê xeta ku ji berê ve di aliyê aborî, îstixbaratî û siyasî de kontrol dike, bi tevahî kontrol bike.

Lê ne tenê ev e; çeteyên Heşdî Tirkmen ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi rêya Eniya Tirkmenan li Kerkûkê hatiye avakirin, dê zêdetir bikeve nava herêmê. Jixwe hêzên Heşdî Wetenî yên li navçeya Başîka ya Mûsilê û baregeha wan a leşkerî ya li herêmê, li ser Mûsil-Kerkûk-Til Afer-Şengalê metirsiyên cidî ne. Wê demê dê van hêzên paramîlîter ên li vê herêmê li gorî dilê xwe bi rê ve bibe û dagirkeriya xwe ya li herêmê berfireh bike.

GELO WATEYA VÊ YEKÊ ÇI YE?

A rast, ev pirsa herî girîng e; dewleta Tirk çima dixwaze li erdnîgariyeke ew çend berfireh belav bibe?

Dewleta Tirk bi taybetî Hewlêr-Kerkûk-Silêmanî û Mûsilê di nava sînorê nîştimanî yê Mîsakî Mîllî de dibîne û bi vî rengî dê bixwaze li herêmê serdestiyeke bêkêmasî ava bike.

Garê di nava vê planê de li cihekî gelekî girîng e. Dewleta Tirk dê ji wir jî dakeve ser deşta Mûsilê û bi rêya Til Aferê plana Şengalê bi cih bîne û dê bikare qetlîameke nû ya Êzidiyan pêk bîne.

Ji ber ku bi Garê re dê ji sînor ber bi hundir ve bi qasî 40 km bi cih bibe. Dewleta Tirk ku berê bi sedan personelên îstîxbaratê li herêmê bi cih kirin, di encama tifaqên xwe yên bi Eniya Tirkmenan a li Kerkûkê re û bi PDK'ê re jî li Hewlêr-Dihok-Zaxoyê, dê hem li hundir hem jî li derve dorpêça li ser Kurdistana Başûr temam bike û dê îradeya wê teslîm bigire. Êdî piştî wê jî ne zehmet e ku xwe bigihîne Şengalê.

HESABÊN PDK’Ê…

Di vir de pirseke girîng jî ev e; çima PDK bi dewleta Tirk re çûye ser vê plana dagirkeriyê?

Hesabê herî mezin ê PDK'ê, tesfiyekirina PKK'ê ye. Li gorî wê, dê PDK piştî tesfiyekirina PKK'ê bibe serwerê yekane yê hemû parçeyên Kurdistanê, bi taybetî jî Başûrê Kurdistanê. Li gorî hesaban wê, dewleta Tirk dê ji çar aliyan ve PKK'ê dorpêç bike, bi her cure teknîkê tasfiye bike û di dawiyê de PDK li herêmê dê bibe hêza serdest a yekane.

Hesabê hewldana Mesrûr Barzanî ya ji bo rewakirina dagirkeriyê di roja destpêkê ya êrişan de ev e. Lê rastiya ku dîrokê nîşanî me daye ew e ku tiştê sereke ku dewleta Tirk plan dike, nokeriyê bi rêyeke çalak bixe xizmeta wê yekê ku hemû Kurdan bi qirkirineke nû re rû bi rû bihêle.

Erdogan gotibû "Me di sala 2003’yan de li bakurê Iraqê şaşiyek kir" û Erdogan bi rastî jî behsa mixabiniya pêkneanîna komkujiya Kurdan û her wiha qala bêdengmayîna li hemberî îlankirina federasyonê li Başûrê Kurdistanê dike û peyamekê dide ku dê vê yekê rast bikin.

Lewma jî heke di ser Garê re dagirkeriya Tirk PDK’ê jî tev lê bike û komkujiya Kurdan bikare pêk bîne, wê demê ne PDK ne jî Başûrê Kurdistanê li holê namînin.

LÊ BELÊ…

Ji bo ku dewleta Tirk van planan tevan pêk bîne, divê pêşî Garê bi temamî dagir bike û hêza gerîla ya ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê tesfiye bike.

Berxwedan wê bi heman rengî bidome. Gerîlayên Kurdistanê li Xakurkê, Xinêrê û herî dawî li Heftanînê bi mehan li ber xwe da û di roja destpêkê de li Garê derb li artêşa Tirk xistin û artêşa wan şaşomaşo kir.

Bi berxwedana gerîla re dê gelê Kurd li her derê bi perspektîfa şerê gel ê şoreşgerî têkçûneke mezin bike para dewleta Tirk. Her wiha têkçûna dewleta Tirk dê derbeke mezin li nokeriya herêmî bide ku hewl tê dayîn li Kurdistanê di şexsê PDK'ê bê tecrubekirin. Hewldanên lezgîn ên Mesrûr Barzanî yên ji bo meşrûkirina dagirkerî û dijminatiya PKK'ê jî ji ber tirsa ji vê berxwedana gel in.


Mijarên Din