​​​​​​​Michael Rubin: Divê Ewropa û Amerîka darbeyeke bi hêz li Tirkiyê bidin

Berpiserê berê yê Pentegonê Michael Rubin ji DYA û Ewropayê xweset ku li ser destekdayîn komên terorîst ên li Sûriyê, hesab ji Tirkiyê bixwazin. Her wiha xemgîniya xwe têkildarî bêdengiya Ewropa, serokê Amerîkayê Donald Trump û berpirsê doza Sûriyê James Jeffrey li hemberî kiryarên dewleta Tirk, nîşan da.

Li gorî raporeke nû ya lêgervanê giştî yê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentegon) ya beriya çend rojan, Tirkiyê hîna navendeke herêmî ya derbasbûna çeteyên DAIŞ`ê ye.

Li gorî heman raporê, ferrmandariya Ewropa-Amerîkayê Tirkiyê wekî "navenda sereke ya hêsankirina derbasbûna DAIŞ`ê" bi nav kir û wiha got: "Tevî kedên hevbeş ên Sûriyê-Iraqê li ser erdê jî, lê belê hîna pirsgirêka ewlehiya sînorên başûrê Tirkiyê yên bi her du welatan re heye."

Di demên dawîn de rexne û tewanbariyên dewletên rojavayî ji bo Tirkiyê yên der barê piştgiriya komên terorîst li Sûriyê de, zêde bûn.

TIRKIYÊ EWROPAYÊ ŞANTAJ DIKE..

Girêdayî mijarê, berpirsê berê yê Pentegonê Michael Rubin ji ANHA`yê re got: "Bi rastî, ez ji wê yekê zêde hêvî nakim. Ji ber ku Ewropa li hemberî gefên Erdogan ku her tim koçberan wekî kaxizeke şantajê bikar tîne, lawaz e."

Rubin wiha lê zêde kir: "Erdogan her demê nîşan dide ku dikare Trump kontrol bike."

Rubin diyar kir ku tekane rêbaz ji bo hesabxwestina ji Tirkiyê ew e ku Ewropa darbeyekê li Tirkiyê bide û wiha domand: "Ji bo darbe bi hêztir be, divê Yekitiya Ewropayê  yekser ketina balafirên Tirkiyê ji balafirgehên xwe re qedexe bike û hemû rêwîtiyên asîmanî yên ber bi beravên deryaya Îceyê û deryaya Spî ve, rawestîne."

NAKOKIYÊN DI NAVBERA WEZARETA DERVE Û PENTEGONÊ DE

Rubin di dewama nirxandina xwe de ev tişt eşkere kir: "Li gorî raporê, Wezareta Derve ya Amerîkayê Tirkiyê wekî hevalbendekî dibîne, ku Pentegon li ser wê yekê bi Amerîkayê re li hev nake."

Rubin daxuyand ku: "Wezareta Derve ya Amerîkayê siyaseta derve ya dawî ya Amerîkayê temsîl nake. Heke Wezareta Derve û Pentegon li hev nekin wê demê dê Koşka Spî wekî dadmend destwerdanê bike. Dibe ku James Jeffrey di wê der barê de xepandinê bike, lê niha baweriya piraniya endamên Rêveberiya Amerîkayê bi Jeffrey nemaye."

"DIVÊ KURD JI BO CEZAKIRINA TIRKIYÊ ZEXTÊ BIKIN"

Girêdayî strêsa di navbera Amerîka-Tirkiyê de û ferzkirina cezayan li dijî Tirkiyê, Rubin wiha got: "Ez bawer im ku Washington dê cezayan li Enqerayê bibire. Lê belê dê wê yekê wekî refleksekê li dijî têkiliya Tirkiyê bi Rûsya re bike ne ji bo tiştekî din. Lewra ji bo cezakirina Tirkiyê, divê Kurd zextê bikin."

(cx)

ANHA


Mijarên Din