Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan daxwaznameyên tevlêbûnê werdigire

Bi nêzîkbûna lidarketina Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan re ku dê 1-2`yê Adarê li Qamişloyê li dar bikeve, berpirsên mîhrîcanê daxwaznameyên tevlêbûnê werdigirin.

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê amadekariyan dike ku Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan a 8’emîn bi dirûşma “Bi çanda ‘jin, jiyan, azadî’ em dê hunera şoreşê pêk bînin” li dar bixe.

Her sal bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ev mîhrîcan li dar dikeve.

Li gorî bernameya mîhrîcanê dê çalakiyên hunerî, govend, şano, helbestxwendin hwd bên lidarxistin.

Mîhrîcan dê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê li dar bikeve û tablo, amûrên kevnar, destkariyên jinan û cil û bergên gelêrî yên pêkhateyan werin pêşandan.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/01/28/190400_-.jpg

Der barê dirûşmê de endama Komîteya Amadekar Evîn Bîlal got: “Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li seranserî cîhanê belav bû. Me xweset vê mîhrîcanê li gel belavbûna vê dirşûmê ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berz dikin, li dar bixin û hunera jinan bi naverok û rastiya wê dirûşmê ve girê bidin.”

MERCÊN TEVLÊBÛNÊ

Komîteya amadekar mercên qebûlkirna daxwaznameyên tevlêbûnê wiha diyar kirin; temenê yên beşdarî mîrhîcanê bibin divê ne kêmtirî 18 saliyê be. Berhem bi sê zimanan; erebî, kurdî û suryanî tên qebûlkirin. Yên dixwazin beşdar bibin, dikarin tenê bi cureyeke hunerê yan çîrok yan helbest yan gotar beşdar bibin.

Divê berhem nehatibin weşandin, ji zimanekî din nehatibin wergerandin. Hejmara gotinan di çîrok û gotaran de 2 hezar gotin û ya helbestan 2 rûpel derbas neke.

Di mîhrîcanê de her wiha pêşbirka destkariyan û hunera şêwekariyê dê li dar bikeve.

Li gorî endama komîteya amadekar, komîteya nirxandinê ya mîhrîcanê ji jinên herêmê û derveyî wê pêk tê.

Komîteya amadekar a mîhrîcanê, berheman heta 24`ê Sibatê werdigire.

(şx)

ANHA


Mijarên Din