Mîhrîcana Sema ya 3'yemîn dest pê kir

Bi dirûşmeya "Welat yek e, çand rengîn in, em destek bin" Mîhrîcana Sema ya Govendên Gelêrî ya kantona Efrînê ya sêyemîn dest pê kir.

Mîhrîcana Sema ya Govendên Gelêrî ya kantona Efrînê ya sêyemîn ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Efrînê ve hatiya organîzekirin. Mîhrîcan bi karnavalek girseyî bi tevlêbûna bi sedan endamên Tevgera Çand û Hunerê yên Efrîn û Şehba û bajarê Helebê dest pê kir. Girse bi cil û bergên Kurdî yên folklorî yên herêma Kurdistanê beşdarî karnevalê bûn.

Karneval ji ber têketina bajarokê Fafînê yê Şehbayê dest pê kir û bi dirûşmeyên banga parastina çand û hûnerê di nava kolanên navçeyê de geriya û li ber kampa Berxwedan çalakî hate lidarxistin.

Li wir deqeyeke rêz hate girtin. Piştre endamê rêveber ê mîhrîcanê Mihemed Dawud axivî û wiha got: "Berxwedana me ya li vir li Şehbayê û hewldanên me yên domdar ên vegerandina mafên xwe dihêle ku rizgarkirina Efrînê nêzik bibe. Tevî ku em koçber bin, lê mîhrîcana me ya li Şehbayê îsbata girêdana me ya bi çand û kevneşopiya xwe ye."

Dayika şehîd Ronahî, Emîna Qenber şehîd Bêrîtan bi bîr anî û diyar kir ku têkoşer Bêrîtan di tevgerê de pêşeng bû, da diyarkirin ku xwedî îradeyeke xurt e.

Di mîhrîcanê de, Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî berxwedana şêniyên Efrînê silav kir û diyar kir ku lidarxistina vê mîhrîcanê li kampên Şehbayê xwedî wateyeke mezin a berxwedan û îsrarê ye.

Endama rêveber a Kongreya Star Esmehan Mihemed banga parastina kevneşopî kir got: "Em li pêşberî şerê qirkirina çand û kevneşopiyê ne. Divê em nirxên xwe yên çandî û kevneşopî biparêzin û nifşekî ku bi xaka xwe ve girêdayî be û ji bo wê têbikoşe ava bikin."

Piştî axaftinan, Koma Serhed a govendên gelêrî yên taybet bi folklora Efrînê, du malbên ji Efrînê "Hec Nasir û Şenek" awarên def û zirne, hunermend Mihemd Hec Welo, Rêvan Îbrahîm û Ekrem Nazî muzîk pêşkêş kirin.

Di dawiyê de sînevîzyoneke li ser dîroka govendên folklorî yên Efrînê hate pêşandan.

ANHA


Mijarên Din