‘Mîhrîcana Sema pirrengiya çandên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vedibêje’

Endamên rêveber ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serdana xwe ya li kantona Şehbayê de îşaret bi pirrengiya çandî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha got, "Ev yek nîşane ye ku tevahî pêkhate bi çanda xwe ve girêdayî ne û hêzên dagirker red dikin."

Şandeya ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rasthatina destpêkirina mîhrîcana Sema ya Dîlanê serdana kantona Şehbayê kir.

Hevserokê Desteya Karên Civakî û Xebatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî behsa pirrengî û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de kir û wiha got: "Mîhrîcana Sema çandên pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vedibêje. Me di serdana xwe ya li kantona Şehbayê de dît ku tevahî pêkhate ji Kurd, Ereb û Turkmen yek dest in."

El-Maşî behsa azarên şêniyên Efrînê yên koçberî kantona Şehbayê bûne kir û berxwedana wan pîroz kir û wiha domand: "Hebûn û beşdariya tevahî pêkhateyan di çalakiyên mîhrîcana Sema a Dîlana Gel de nîşane ye ku gelên herêmê dagirkeriyê red dikin."

Maşî gotinên xwe wiha berdewam kirin: "Koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê gelekî zindî ne, dagirkirina herêmê ji aliyê çi hêzekê ve dibe, red dikin. Em bawer in ku dê ev gel heta dawiyê li ber xwe bide. Ev kamp jî nîşaneya mezin a berxwedana şêniyan û sekna wan li hember tevahî astengiyên jiyanê ne."

Farûq El-Maşî di dawiyê de got, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê rizgarkirina herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine de, xebatên bênavber pêk tîne.

Ji aliyekî din ve jî Hevseroka Desteya Karên Civakî û Xebatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, lê nikarîn çanda van herêman dagir bikirana û dirûşma mîhrîcana Sema jî "Yek welat, pir çand, ka em bi destek bin" nîşaneya vê yekê ye.

Cîhan Mihemed wiha bilêv kir: "Bila dewleta Tirk a dagirker û dijminên gelên herêmê bizanin ku nikarin vîna gelên herêmê bişikînin û têk bibin. Dê gelên herêmê têkoşîna li dijî hêzên tarî heta rizgarkirina herêmên xwe û vegera li wan bilind bikin."

Cîhan Mihemed di dawiyê de diyar kir ku şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê tevî şêniyên Şehbayê dimînin, bê cudahiya di navbera Kurd, Ereb, Misliman û Êzidî de hevkar û hevgirtî ne. Dewleta Tirk a dagirker jî nikare projeya neteweya demokratîk têk bibe. Cîhan Mihemed wiha bi dawî kir: "Em Rêveberiya Xweser dê li ber xwe bidin û ji bo aştiyê ked bidin û rêya azadî, aştî û rûmetê bişopînin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din