Mîhrîcana Şehîd Stêrvan li Şehbayê bi dawî bû

Mîhrîcana Şehîd Strêvan di roja  sêyemîn de li kantona Şehbayê bi dawî bû.

Mîhrîcana Şehîd Stêrvan a ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve bi dirûşma  "Bi rihê şehîd Stêrvan serî hilde û rêya rizgarkirina Efrînê rêz bike" hatiye organîzekirin di roja xwe ya 3‘yemîn de li kanatona Şehbayê bi dawî bû.

Di roja dawî de bi sedan kes amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, koma xwendekarên navçeya Ehdasê û ciwana bi navê Sîlvana Haşim stran gotin. Cemîla Mihemed û Îman Mihemed jî helbest xwendin.

Di mîhrîcanê de koma kampa Berxwedan û xwendekên navçeya Babisê govenênd folklorî pêşkêş kirin. Paşê ji aliyê xwendekarên dibistana Til Qerahê şanoyek hate lidarxistin.

Mîhrîcan bi belavkirina diyariyan li xwendekaran bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din