Mîhrîcana Mîtan peyama girîngiya parastina çand û zimanê kurdî da

4‘emîn Mîhrîcana Mîtan li ser dika şanoyê ya  Çiyayê Kurmênc a li navçeya Ehdasê di roja duyemîn de didome.

Çalakiyên 4‘emîn Mîhrîcana Mîtan li ser dika şanoyê ya Çiyayê Kurmênc a navçeya Ehdasê ya kantona Kobanê bi beşdarbûna bi sedanê şêniyên herêmê Efrînê di roja duyemîn de didome.

Di roja duyemîn a mîhrîcanê de şanoye "Taca Zêrîn" hate pêşandan. Nivîskarê şanoyê Ehmed Îsmaîl e û derhênerê wê "Mihyedîn Arslan e. Şano rewşa gelê Kurd di dîrokê de, dîroka zimanê Kurdî ku Celadet Elî Bedirxan alfabeyê wê xêz kiriye vedibêje. Şano peyama girîngiya parastina ziman ji qirkirinê dide.

Her wiha şano behsa rola Şerefxaneyê Bedîsî dike ku nivîskarê pirtûka  "Şerefname ye" ya ku tê de qala dîroka kurdan dike û hewl dide çanda kurdî ji êrişên dagirkeran bike. Dîsa jî rola helbestvan û nivîskar Ehmedê Xanê tê ku gelê kurd li ser girîngiya parastina dîrok û çanda kurdî hişyar dike.

Şano balê dikşîne ser êriş li ser gelê Kurd heta Celadet Elî Bedirxan tê û yekem car alfabeya kurdî pêşkêş dike. Ji vir de girîngiya parastina zimanê derdikeve pêş û ji nifşan derbasî yek din dibe.

Mîhrîcan dê sibe dibe dewam bike.

ANHA


Mijarên Din