Mîhrîcana Lêlûn dest pê kir

Çalakiyên roja yekemîn a Mîhrîcana Lêlûn a Sînameya Navneteweyî li kampa Berxwedan dest pê kir.

Bi beşdarbûna girseyeke mezin a şêniyên herêma Efrînê, Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  Eyşe Recep û cîgira wê Ronahî Hesen, bi diruşmeya "Bi gulekê tenê baxçeyek çênabe" çalakiyên Mîhrîcana Lêlûn a Sînameya Navneteweyî li kampa Berxwedana a Şehbayê dest pê kir.

Diviyabû ku gelek derhênerên cîhanî û yên Sûriyê beşdarî mîhrîcanê bibana, lê ji ber belavbûna vîrusa koronayê û ambargoya ku hikumeta Şamê li ser Şehbayê ferz kiriye, nikarîbûn beşdar bibana.

Mîhrîcan bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Bi navê komîteya amadekar a mîhrîcanê, Mihyedîn Arslan û Cengîn Ebdo bi xêrhatina beşdaran kirin û destnîşan kir ku peyama wan a ji cîhanê re ya ku li hemberî dagirkirina Tirk a li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û koçberkirina şêniyan bêdeng mane, ew e ku rihê berxwedanê di dilê koçberan de naşkê û gotin "Tu kes nikare çanda me îmha bike."

Her wiha di axaftina komîteya amadekar de hate gotin ku mînhrîcan ji bo balê bikşîne ser doza kurdî, doza Efrînê bi taybet "Em bi vê hêvî ne ku vegera li Efrînê nêzîk be."

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  Eyşe Recep jî mîhrîcan li beşdaran pîroz kir û got, lidarxistina mîhrîcanê di rewşeke wisa de ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û herêma Efrînê bi taybet tê re derbas dibe û binpêkirnên li dijî sivîlan, gaveke wêrek e û domandina xeta berxwedanê îsbat dike.

Di mîhrîcanê de Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî, Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir û canogriyên azadiyê bi bîr anîn. Her wiha got, gel wê xeta şehîdan bişopîne û wê berxwedanê heta rizgarkirinê berdewam bike.

Piştre peyamên bi dîmen ê derhênerên fîlmên sînemayê yên ku bi fîlmên xwe beşdarî mîhrîcanê bûne hatin pêşandan. Derhêneran kêfxweşiya xwe anîn ziman ku beşdarî mîhrîcanê bûne û berxwedana şêniyên Efrînê silav kirin, her wiha fîlmên xwe pênase kirin.

Piştre şanoyek li ser amadekariyên mîhrîcanê hate pêşandan. Komên girêdayî Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê çalakiyên hunerî li dar xistin.

Çalakiya roja yekemîn a mîhrîcanê bi kurtefîlmekî li ser jiyana dengbêjê Kurd Bavê Selah ku derhênerê wê Mihemed Arslan hate pêşandan.

Sibe wê film li kampa Berxwedan werin pêşandan.

ANHA


Mijarên Din