Mîhrîcana Kulîlkên Firatê bi dawî bû

Komîteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê îro Mîhrîcana Kulîlkên Firatê ya Yekemîn ku li Reqa û gundên wê bi beşdariya komên çand û hunerê yên zarokan 3 rojan dewam kir, bi dawî kir.

Mîhrîcana Kulîlkên Firatê bi dirûşma "Em ji bo zarokatiyê dijîn" li dar ket û tê de pêşandanên şano û hunerî hatin pêşkêşkirin. Mîhrîcan li bajarokên Retla û Kedîran ên Reqayê û li navenda bajêr li dar ket û roja dawî ya mîhrîcanê li xwaringeha Qerye ya li başûrê Reqayê pêk hat.

Mîhrîcanê di roja xwe ya dawîn de bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre gelek axaftin hatin kirin. Axaftvanan spasiya kesên ku beşdarî mîhrîcanê bûne, kir.

Di her sê rojên mîhrîcanê de tîmên zarokên ji bajarên Reqa û Dêrazorê û gundewarên wan pêşendanên hunerî, stran û şanoyên ji folklora herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş kirin. Her wiha hin pêşandan ji aliyê zarokên Efrînê ve hatin pêşkêşkirin.

Di dawiya Mîhrîcana Kulîlkên Firatê de, Komîteya Çand û Şûnwaran ku mîhrîcan bi rêxistin kiriye, piştrast kir ku dê her sal di 4`ê Tîrmehê de mîhrîcan li dar bikeve.

ANHA


Mijarên Din