Mîhrîcan li hola Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê hate lidarxistin. Di mîhrîcanê de stran û şano bi beşdarbûna pêkhateyên Kurd, Ereb, Çerkes û Tirkmen hatin pêşandan.
Jinên ji Dêrazorê, endamên Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinên ji Reqa, Tebqa, Kobanê û dayika şehîd Hevrîn Xelef yadê Sûad Mistefa jî beşdarî mîhrîcanê bûn.
Di roja duyemîn a mîhrîcanê de stran, helbest, şano hatin pêşkêşkirin. Koma Kevana Zêrîn a bajarê Kobanê bi navê "Keda Jinan" lîstekeke şanoyê pêşkêş kir. Her wiha helbestvan Heya Welîd El-Îsa helbest xwendin.
Koma Minbicê ya şanoyê jî şanoyek bi navê "Jina ku namire" ku behsa berxwedan û têkoşîna jinan dike, pêşkêş kir.
Di dawiyê de komên beşdarî mîhrîcanê bûne, ji aliyê komîteya amadekar ve hatin xelatkirin.
(bx)
ANHA