Mîhrîcana HRRK’ê kiryarên dagirkeriya Tirk eşkere kirin

Mîhrîcana 6’emîn a HRRK’ê xebat û çalakiyên xwe di roja duyemîn de li bajarê Qamişlo bi beşdariya rewşenbîr, nivîskar û helbestvanan didomîne. Îro semînerek ji hêla Abdullah Şikakî ve hate dayîn û tê de kiryarên dewleta Tirk a dagirker hatin eşkerekirin.

Roja duyemîn a Mîhrîcana 6’emîn a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya ku li navenda yekitiyê li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma "Efrîn nasnameya xwîn û ezmûna jiyanê ye" li dar dikeve û bi semînera bi sernavê "Efrîn; dîrok, erdnîgarî, rewşên şer û berxwedanê" ji hêla rewşenbîr û nivîskar Abdullah Şikakî ve hatiye pêşkêşkirin, dest pê kir.

Rewşenbîr, nivîskar, helbestvan û gelek hunermend beşdarî semînera li ser Efrînê bûn. Abdullah Şikakî semîner bi axaftina li dijminahiya Tirk a li dijî Efrînê wiha dest pê kir: "Dagirkeriya Tirk dijminahiya xwe berdewam kir û bi wê re jî tevahî qanûn û mîsaqên navdewletî binpê kirin. Bi dehan komkujî bi mafên gelê Efrînê pêk anîn û bi deh hezaran şênî ji ber êrîşên li ser herêmê neçarî koçberiyê kirin.”

Şikakî îşaret bi berxwedana lehengî ya ku gelê Efrînê li hember dijminatiya Tirkiyê pêk aniye, kir û bal kişand ser dagirkeriya Tirk ku piştî dagirkirina Efrînê yekser demografiya herêmê bi bicihkirina biyaniyan guherand, şûnwar dizîn, perestgeh wêran kirin û diyar kir ku hê jî ev kiryar didomin.

Mîhrîcana 6’emîn hê jî didome. Dê şevbêrkeke helbestan a bi zimanê erebî saet di 18:00’an de bi beşdariya gelek helbestvanan li dar bikeve û li rexê jî dê fîlma bi navê ‘Çîroka Bajarên Wêrankirî’ saet di 19:00’an de bê pêşandan.

Xebatên mîhrîcanê dê heta 6 rojên din bê navber bidomin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din