Mîhrîcana HRRK`ê bi xelatkirina 2 hunermendan bi dawî bû

HRRK’ê di dawiya mîhrîcana xwe ya şeşemîn de hunermend Reşîd Sofî û Mihemed Alî Şakir xelat kirin.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) di 13`ê meha Tîrmehê de li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo bi slogan "Efrîn nasnameya xwînê û ezmûna jiyanê ye" mîhrîcana xwe ya şeşemîn li dar xist û 6 rojan dewam kir.

Bernameya mîhrîcanê ji pêşandanên şanoyan, helbest, çîrok, pêşandanên şêwekarî, muzîk, stran, tabloyên hunerî, semîner, panelên çandî û komcivîna der barê pirsgirêk û astengiyên zimanê kurdî, rewşenbîr û ragihandinê de pêk hat.

Îro jî bernameya mîhrîcanê bi xelatkirina hunermed Reşîd Sofî û Mihemed Alî Şakir bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din