Mîhrîcana Genim berhemên jinan nîşan dide

Aboriya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya "Zevî biçîne û zindî bike" Yekemîn Mîhrîcana Genim li navçeya Tirbespiyê li dar xist.

Bi beşdarbûna bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo û komên mûzîkê, Aboriya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yekemîn Mîhrîcana Genim li navenda Yekitiya Koperatîfan a rojhilatê navçeyê li dar xist. Armanca mîhrecana xuyakirina ked  û berhemên jinan e.

Di mîhrîcanê de berhemên kevneşopî ku jinan ji genim çêkirine û hin berhemên "Yekitiya Koperatîfên Aboriya Jinan" hatin pêşandan.

Rêvebera Komîteya Jinê ya navçeya Tirbespiyê Behîra Îbrahîm destnîşan kir ku armanc ji mîhrîcanê vejandina kevneşopiyên jinan e û destekdayîna bi koperatîfên wan re ye.

Piştre koma Şehîd Îlînya ya Rimêlanê stranên folklorî gotin û koma Şehîd Warşîn a girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Hêzil a navçeya Tirbespiyê govend pêşkêş kirin.

Mîhrîcan bi stranên koma Botan li gel gerandina xelekên dîlanan ji aliyê beşdaran ve bi dawî bû.

Mîhrîcana genim dê 30‘yê Îlonê li herêma Serêkaniyê were lidarxistin.

ANHA


Mijarên Din