Mezlûm Ebdî: Êrîşa Tirkiyê dê bi xwe re karesatan bîne

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ji Dengê Amerîkayê re axivî û got, êrîşa Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bi xwe re karesetan bîne.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî di hevpeyvîna xwe ya li gel Dengê Amerîkayê (VOA) de der barê rûdanên dawîn û diyalogên li ser avakirina "herêma ewle" ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de axivî.

Hevpeyvîna Mezlûm Ebdî ya li gel Dengê Amerîkayê wiha ye:

Em ji gefên Tirkiyê yên bênavber ên êrîşkirina li herêmên Rojava dest pê bikin. Piştî hevdîtinên we yên dawîn  bi fermandarên Koalîsyona Navdewletî re di hefteya borî de, xebatên QSD‘ê yên dîplomasî gihiştine çi astê?

Gefên Tirkiyê cidî ne. Ew dixwazin herêmên ku QSD‘ê ji DAIŞ’ê rizgar kirine, dagir bikin û destkeftiyên ku hêzên me di çarçoveya şerê li dijî DAIŞ’ê de bi ser xistine, têk bibin.

Helbet heke Tirkiyê gefên xwe pêk anîn dê li pey wan gelek encamên xeter derkevin û dê gefên yekser li destkeftiyên ku di serkeftina li dijî DAIŞ’ê de hatine bidestxistin bin. Di vî warî de Koalîsyona Navdewletî bi giştî, bi taybet DYA, hewl didin gefên Tirkiyê rawestînin û xebata dozên binakok bi rêya diyalogê çareser bikin. Em bi diyalogan bawer in ku rêya aştiyane ya çareserkirina dozên bi vî awayî re ne.

Heta niha koalîsyon kedeke rastîn di vê çarçoveyê de dimeşîne. Bi taybet birêz James Jeffrey kedeke mezin der barê rewşa guncaw a diyalogê û rawestandina zimanê gefê de pêk tîne. Em dikarin bêjin ku ya baş ta niha şer tune ye. Keda ku DYA pêşkêş dike, karî heta vê kêliyê şer rawestanda û li vî aliyê bi erênî temaşe dikin. Lê belê heta niha peymana dawîn pêk nehatine. Hevdîtin berdewam in û em jî aliyek ji van hevdîtinan in ku bi rêbaza baştirîn a çareserkirina pirsgirêkan bawer in.

Hin dibêjin ku DYA’yê aliyê yekane ye ku dikare bibe navbeynkarê rastîn di navbera we û Tirkiyê de. Gelo hûn bi vê pêşniyarê re ne? Gelo hûn bawer dikin ku Washington dikare êrîşa leşkerî ya Tirkiyê li ser herêmên rojhilatê Firatê rawestîne?

Belê rast e. Em bawer in ku DYA hêza sereke ye ku dikare bandorê li helwesta Tirkiyê bike û gefên wê rawestîne. Ji ber ku DYA serkêşiya NATO’yê dike. Di warê NATO’yê de têkiliya xwe bi Tirkiyê re heye. Her wiha jî têkiliyên xwe yên xurt bi QSD’ê re der barê koalîsyona li dijî DAIŞ’ê de hene  û hevkarê me yê şer e. DYA her du aliyan baş dizane. Her wiha ew aliyê herî pêkan e ku şer bisekinîne û xebata nêzbûna nêrînan bike.

Em bawer in ku heke DYA bixweze dê karibe şer rawestîne. Pirsgirêkê çareser bikin û aştiyê bi rêya çareyên siyasî pêk bîne. Tê zanîn ku birêz Jeffrey di vê çarçoveyê de dixebite. Bi kar û xebata wî bawar in ku dê karibe roekek erênî di vî warî de bilîze.

Em ji aliyê xwe ve piştgiriyê bidin xebata birêz Jeffrey û me pir nermbûn der heqê piştgirê de kirine. Di pêşerojê de jî çi li ser milê me be, em ê pêk bînin. Li aliyekî dîtir jî dikarin bibêjin ku heke kedên birêz Jeffrey bi bin ketin, em ne sedema wê binkeftinê ne. Ji ber ku em bi hêviya serkeftina wê kedê ne. Careke dîtir dibêjin ku DYA’yê dikare çareyên aştiyê û şer rawestîne heke cidî be.

Heke destwerdana leşkerî ya Tirkiyê pêk hat, dê bandorê çawa li şerê wê yê li dijî terorê bike, nemaze di vê merheleyê de ku hûn hewl didin ji nû ve aramiyê li herêmên ku ji DAIŞ’ê rizgar bûn, pêk bînin?

Ev şer dê bi xwe re gelek karesetan bîne, nexasim destkeftiyên ku me bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî bi dest xistine, dê zirarê bibînin û dê DAIŞ sûdewarê yekem ê vî şerî be.

Niha, tenê bi gefên şer re, herî kêm DAIŞ ji aliyê moralê ve sûd girt û êrîşên xwe der barê herêmên rizgarkirî de zêde kirin.

Ev şer heke pêk hat, dê hêzên me neçar bimînin ku biçin xetên pêş ên parastina sînor. Em giraniyê bidin xweparastinê li dijî Tirkiyê be. Ev jî dê bi xwe re valahiyeke leşkerî û ewlehî li herêmên ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, biafirîne. Dê ev şans jî bihêle careke din DAIŞ derkeve û gumaniya dîsa serweriya hin herêman bike û xîlafeta xwe careke dîtir ragihîne.

Tenê ev bûyer li vir sînordar namîne, hêzên dîtir ên wekî rejîma Sûriyê û milîsên Îranê dê sûdê ji vê rewşê wergirin û destwerdana herêmên rizgarkirî bikin û ajandeyên xwe pêk bînin.

Gelo nêrînên wan der barê herêma ewle de ya li seranserî sînorê bi Tirkiyê re çi ne? Gelo nakokiya der barê awayê forma vê herêmê de ji sedemên berdewama gefên Tirkiyê ji we re ne?

Dijminatiya Tirkiyê der heqê Kurdan de eşkere ye. Armanca sereke ew e ku wan tine bike û destkeftiyên wan tên bibe, Tirkiyê dijminahiya xwe ji li dijî Kurdan eşkere dike, qebûl nake Kurd azad bijîn, ji ber vê yekê dixebite da ku aramiya li herêmê kurdan derbe bike.

Di bingehê de krîz û pirsgirêkên  navxweyî yên Tirkiyê hene, li rexê jî hin nûçe der barê îltîmala parçebûna AKP’ê hene,  ev hemû bi sedema nakokiyên wê yên hundirîn e û têkçûna partiyê di hilbijartinên dawîn de ne, ev gefên pêxistina şer li derveyî sînor wek xeleka rizgarkirina Erdogan e da ku bi rêya mijûlkirina raya giştî ya Tirkiyê bi derveyî sînor re ji krîza hundirîn bireve.

Der barê herêma ewle de bi teqez em qebûl dikin, lê hegere mebesta vê herêmê ewlehî û aştiya herêmê be em ê piştevaniya wê bikin. Di vî warî de jî ji hêla me ve ta vê kêliyê gelek nermbûn hene. Lê belê şertên Tirkiyê yên ne mumkin û redkirî hene. Tirkiye dixwaza li herêmê bimîne û serweriya wê bike yan jî komên çekdar ên dijminatiya gelê Kurd di merheleyên berê de kirin, wekî Cebhet El-Nusra û ji bilî wê komên dijberî gelê Kurd ku bike parçeyekî ji herêma ewle. Ev bi her awayî nayê qebûlkirin. Lê belê di çarçoveya koordînekirina bi hêzên koalîsyon û artêşa Amerîkayê re, pêkan e dewriyeyên çavdêrî û xebata dabînkirina aramiyê li herêmê li gorî berjewendiyên hemû aliyan, pêk werin. Em jî bi vê yekê razî ne.

(fr)


Mijarên Din