Mezlûm Ebdî: Nirxandinên William Roback rast in

Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî ragihand ku Şêwirmendê Amerîkî yê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê William Roback, mafdar e û hêj DYA`yê  dikare êrişên  artêşa Tirk rawestîne.

Mezlûm Ebdî muzekere û rexnekirina rêveberiya Amerîka der barê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê Roback piştrast kir û got: “Amerîka dikare hin kedên mezin bide da ku êrişên artêşa Tirk rawestîne.

Ebdî got nirxandinên Roback mentiqî ne û bi tiwîttekê ragihand ku DYA`yê hêj dikare êrişên dewlata Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.

(eh)

ANHA


Mijarên Din