Mezlûm Ebdî: Em amade ne dan û standinan bi Tirkiyê re bikin

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî got "Em amade ne dan û standinan bi Tirkiyê re pêk bînin, heke Tirkiye di vî warî de cidî ye." Her wiha Ebdî îşaret pê kir ku ne pêkan e rejîma Sûriyê û dewleta Tirk bigihîjin lihevkirinekê ku dewleta Tirk piştevaniya çeteyan li dijî rejîm û Îxwan El-Mislimîn bike.

Malpera Al-Monitor a Amerîkayê hevpeyvînek bi fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re çêkir. Mezlûm Ebdî li ser gelek dosyayên bigirêk, nexasim rewşa Sûriyê, rolên Washington û Moskovê yên çareserkirina aloziya Sûriyê, rewşa Idlibê û pirsgirêka koçberan, rewşa Lîbyayê, têkiliya Rêveberiya Xweser bi Misir û dewletên Kendavê re, doza aştiyê ya di navbera Kurdan û Tirkiyê de û yekparebûna kurdî, axivî.

Ebdî di destpêka axaftina xwe de li ser encamên karesatên êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku Tirkiyê bi xwe re çeteyên girêdayî xwe yên girêdayî rêxistina El-Qaîde aniye herêmê û azarên koçberên Kurd û Ereb li hember wan êrişan, axivî.

Mezlûm bal kişand ser ku li gel dewleta Tirk tu hincetên êrişkirina li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê nemane û her wiha tevahî bihaneyên Tirkiyê bi bin ketin û wiha got: "Em ji herêmên bi ser sînor ve derketin û niha bi hezaran hêzên rejîma Sûriyê li seranserê sînorê Sûriye-Tirkiyê belav bûne."

Girêdayî piştevaniya mezin a tevahî cîhanê ji gelê Kurd re Mezlûm Ebdî wiha da zanîn: "Gel û siyasetmedarên tevahî cîhanê piştevaniyeke bêhempa ji gelê me re di dema êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk anî."

Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî rola Rûsyayê der heqê çareserkirina pirsgirêkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi "erênî" bi nav kir û wiha got: "Serweriya Rûsyayê li Sûriyê xurt e. Em dizanin ku ew der barê çareseriyê de baldar in û dê bi awayekî mezin piştgiriyê bidin lihevkirina bi rejîma Sûriyê re."

Ebdî piştrast kir ku tevahî hewldanên Moskovê yên nêzbûna rejîma Sûriyê û rejîma Tirkiyê dê bi bin bikevin û wiha got: "Ji ber dewleta Tirk piştevaniya komên bi navê opozîsyona Sûriyê li dijî rejîmê dike û ya herî girîng jî koma Îxwan El-Muslimîn e ku têkiliya Tirkiyê bi koma Îxwan El-Mislimîn re, stratejîk e û ne tenê girêdayî Sûriyê ye. Her wiha dewleta Tirk bi hêsanî têkiliya xwe bi wê re ji dest nade û ne pêkan e aştiyê bi rejîma Sûriyê re pêk bîne."

Mezlûm Ebdî li ser binpkirinên dewleta Tirk ên der barê peymanên girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatine îmzekirin, axivî û got Enqere demografiya herêmê diguherîne û li dijî mafên kêmneweteyên etnîk û olî kiryaran pêk tîne û her wiha tevahî kiryarên dewleta Tirk ên li Kobanê, hilgirtin ser Washington û Moskovê. Ebdî bal kişand ser ku hêzên Amerîkayê ji nû ve li Bakurê Sûriyê xwe belav kirin û diyar kir ku vekişîna wê bi awayekî neyînî bandor li şerê li dijî DAIŞ’ê kir û çeteyan refên xwe ji nû ve bi rêxistin kirin û wiha anî ziman: "Ev pirsgirêk bi mehan çareser nabe, lê belê dê bi salan biajo."

Hê jî nediyarbûnek der barê vegera hêzên Amerîkayê li herêmê, bi taybet li herêmên petrole, heye û têkildarî wê wiha pê de çû: "Di rastiyê de hê jî heta niha tu diyarde der barê hêzên Amerîkayê de ku dê li vir bimînin û heta kengî, tune ne û ev jî girêdayî Trump e."

Ebdî bang li Washingtonê kir ku kedeke zêde di piştgriya garantiya çareseriya siyasî ya li ser aloziya Sûriyê de bidin û her wiha garantiyê li ser dayîna tevahî mafên Kurdan li Sûriyê der heqê destûra Sûriyê ya nû de pêk bînin.

Ebdî girêdayî fikra ku dewleta Tirk dikare senaryoya Sûriyê li Lîbyayê dubare bike yan jî hevkariyekê bi Moskovê re pêk bîne da ku bigihîne Astanayeke nû li Lîbyayê, red kir û wiha diyar kir: "Ez texmîn dikim ku Erdogan xwe dixapîne yan jî yên derdora wî, her wiha yan bi mebest, an jî bê mebest xwe dixapînin. Lîbya ne Sûriye ye. Sûriye û Tirkiye ji aliyê sînor ve hevkar in, lê Lîbya û Tirkiye ne wisa ne. Her wiha niha dewleta Tirk çeteyên sûrî yên li dijî me bi kar anîne, bi rê dike Lîbyayê."

Ebdî behsa derfeta destpêkirina diyalogê bi Enqereyê re û derfetên pêkanîna dan û standinên yekser bi dewleta Tirk re yan jî hevkariya pêk hatiye ku çawa wekî veguhastina bermahiyên Suleyman Şah ji cihê ji nêzî Kobanê birine û niha li cihê nêzî sînorê Tirkiyê ne, kir û wiha dewam kir: "Em dizanin dewleta Tirk dixwaze bermahiya ji gora Suleyman Şah vegerîne Kobanê û ji nû ve gorê wî li wir ava bike, ew jî bi merca ku dewleta Tirk der heqê başbûna niyeta me de şaş neke ku lawaz e, em ê kêfxweş bibin ku alîkariya dewleta Tirk a koordîneya bi hêzên çekdar ên Tirkiyê re bikin û vê xebatê bi rihekî aştiyane li ser esasê aştiya dualî pêk bînin. Her wiha hin îşaretên dîtir ên avakirina bawerî û başbûna niyetê hene ku dê jê re amade bin."

Li aliyekî din jî der barê rewşa şêniyên li Idlibê de Ebdî got amade ne ku pêşwazîkirina şêniyên li Idlibê yên koçber bikin ku berê xwe bidin herêmên di bin serweriya QSD’ê de.

Ebdî anî ziman ku doza Kurd li Tirkiyê û Sûriyê bi hev ve girêdayî ye û her wiha Kurdên li Iraqê jî parçeyekî wê ne û wiha berdewam kir: "Em nikarin ji hev qut bikin. Her ku pêngaveke li Tirkiyê ber bi aştiyê ve çû, dê bandorên erênî li Rojava pêk bîne û wek wê jî çi îşaretên erênî ji Tirkiyê ji Kurdên li Sûriyê re pêk hatin, dê bandoreke erênî li Kurdên li Tirkiyê bike. Her wiha êrişên dewleta Tirk bandoreke neyînî li ser her du aliyên sînor kir."

Fermandarê giştî yên QSD’ê wiha pê de çû: "DYA li ser alîkariya navbeynkariya aştiyê di navbera me û Tirkiyê de dilxwaz e. Her wiha serok Trump di yekemîn pêwendiya telefonê de soz da û wiha got: "Dê bi Erdogan re biaxivim û pirsgirêka li Sûriyê çareser bikim." û min jî got ji kerema te be.

Ebdî diyar kir ku dixwazin nakokiya di navbera wan û Tirkiyê de bi dawî bikin, heke ew pêk hat, dê bi xwe re rewşa Kurdên li Tirkiyê siviktir bike û dê guhartineke giştî di Tirkiyê der barê aştiyê de pêk bîne. Ebdî wiha got: “Her wiha min di nameya xwe ya ji bo Trump de got pêwîst e dewleta Tirk pirsgirêka xwe ya bi Kurdan re di hundirê sînorê xwe de çêke û soza pêkanîna alîkariyê da.”

Li aliyekî din jî Mezlûm Ebdî got ji aliyê QSD’ê û YPG’ê ve gelek hewldanên çareserkirina pirsgirêkên bi dewleta Tirkiyê re pêk hatin û dan û standinên yekser di demên borî de bi Tirkiyê re çêkirin û niha dîsa jî amade ne pêk bînin û daxwaza wan aştî ye.

Ebdî wiha destnîşan kir: "Ev ne tê wateya ku dewleta Tirk berpirsyarê çareserkirina doza Kurd li Sûriyê ye yan jî em berpirsên çareserkirina doza kurdî li Tirkiyê ne. Me her tim anî ziman ku tu girêdanên me bi nakokiya di hundirê Tirkiyê de tune ne, pirsgirêka Kurd li vir, pirsgirêka Sûriyê ya hundirîn e û bi alîkariya tevahî dewletên beşdarî çareseriya li Sûriyê bûne û tê de jî dewleta Tirk, dikarin çareser bikin. Lê belê di dawiyê de divê dan û standin bi hikumeta Şamê re pêk bên, em tev sûrî ne û bawer im dikarin pêk bînin."

Der barê yekparebûna neteweyî ya kurdî de Mezlûm Ebdî wiha got: "Ev daxwazeke pêwîst û mijareke pir girîng e û em amade ne. Her wiha divê Meclisa Nîştimanî ya Kurdî û fermandarên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî piştevaniya vê yekê bikin."

Fermandarê giştî yên QSD’ê Mezlûm Ebdî di dawiyê de destnîşan kir ku têkiliya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dewletên Kendavê û Misirê re baş in û eşkere kir ku bi Misirê re li ser lidarxistina kongreya Qahîreyê dixebitin.

(fr)


Mijarên Din