Mezintirîn şaneya DAIŞ‘ê li Minbicê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê mezintirîn şaneya veşartî ya DAIŞ girt.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbic û gundewarên wê di çarçoveya pêngavên paqijkirinê herêmê ji şaneyên veşartî yên çeteyan de mezintirîn şaneya veşartî ya DAIŞ girt.

Şane ji 18 kesan pêk tê, di nav de 7 jin hene.

Şane  ji aliyê çete Ebû Mustefa ve dihat birêveberin li Minbic û gundewarên wê gelek êrîş û sûc pêk anîne.

Di rojên pêş de dê mikurhatinên endamên şaneyê werin weşandin.

ANHA


Mijarên Din