Mezintirîn beş ji rêya navdewletî hat sererastkirin

Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Herêma Firatê mezintrîn beş ji projeya serersatkirina rêya navdewletî (Rodko) bi dawî kir.

Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Herêma Firatê piştî çend mehan ji kar û xebatê, mezintirîn beşa projeya sererastkirina rêya navdewletî (Rodko) ku di gelek bajarên herêmê re derbas dibe, bi dawî kir. Xebatên sererastkirina beşa mayî didomin.

Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan di Gulana derbasbûyî de hevpeymanek ji bo sererastkirina rêya navdewletî (Rodko) ya di navbera herêma Firat û Cezîrê de îmze kir. Dirêjahiya rê 48 km ye, her wiha firehiya wê jî 7,5 metre ye.

Werşeyên sererastkirinê 8 km ji rêyan li herêmên cuda ji destpêka çerxerêya gundê Xirab Işk û heta gundê Ebû Sira (rojavayê Eyn Îsa) sererast kir. Ew rê du caran bi qalindiya 11 cm hat qîrkirin.

Her wiha zêdetirî 30 km ji rêya rojhilatê navçeya Eyn Îsa hate sererastkirin. Berpirsên projeyê diyar kir ku ji sedî 80 ji qeşirandina rê bi dawî bû, rê ji sedî 77 hat rastkirin, ji sedî 95 xîz lê hat reşandin, her wiha ji sedî 70 hat qîrkirin.

Li gorî berpirsan ku nêzî 6,5 km ji rêyên herêmên cuda ji rojavayê çerxerêya Xirab Işkê pêwîstiya wan bi qeşirandin û qîrkirinê heye.

Xebatkarên projeyê rastî gelek zehmetiyan tên, ji wan veguhastina zêde û derbasbûna kamyonan. Berpirsan tekez kir ku proje beriya demsala zivistanê dê bi dawî bibe.

Li gorî berpirsan ku beriya niha rêya navdewletî ku yek ji rêyên sereke li Sûriyê ye, cara yekemîn sala 1994`an hatibû qîrkirin û sererastkirina wê sala 2009`an hatibû kirin.

Tê zanîn ku rêya navdewletî ji başûrê rojhilatê kantona Qamişlo ya li ser sînorê di navbera Sûriye û Iraqê de ye, digihîje bajarê Heleb ê Sûriyê. Dirêjahiya wê 500 km ye û beriya 2011`an ji girîngtirîn rêyên bazirganiyê di navbera Sûriye û Iraqê de bû.

(bx)

ANHA


Mijarên Din