Mewsima çandiniyê bi metirsiyên cidî re destpê dike

Bi barîna baranê re û destekdayîna komîteyên çandiniyê, mewsima çandiniyê baş destpêkir. Lê tevî wê jî heta niha bi hezaran hikar nehatine çandin, ji ber ku artêşa Tirk a dagirker her kesê nêzî zeviyên xwe yên li ser sînor dibe, dike hedef.

Li herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê bi destpêkirina mewsima çandiniyê re baran di rejeyek de dibare. Ev baran ji bo zeviyên çandiniyê wek derman tê hesibandin. Axê pak dike û nexweşiyê çandiniyê bê bandor dike. Ji ber wê cotkar teşwîq bû çandiniyê berdewam bikin û miqdarên mezin li heêrmê biçinin.

KOMÎTEYA ÇANDINIYÊ

Bi destpêkirina mewsimê re Komîteya Çandiniyê ruxmî êrişên Tirkiyê li ser herêmê dest bi karê xwe kir. Tovên genim, ceh û mazot ji cotkaran re pêşkêş kirin. Her wiha semad bi bihayên kêm li gorî derfertên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûiyê pêşkêş kirin.

PÊŞKÊŞKIRINA TOV, SEMAD Û PÊDIVIYÊN COTKARAN

Komîteya Çandiniyê ya navçeya Dirbêsiyê di vê mewsimê de tovên genim ji cureyên nerm û hişk bi 180 lîreyên Sûriyê pêşkêş kirin. Piştî ku dabeş û bi temamî pak kir. Ev biha li gorî sûkan kêm e ji ber ku di nav sûkan de kîloya tovê genim bê dermankirin bi 230 lîreyên Sûriyê tê firotin.

Li gorî Komîteya Çandiniyê ya navçeya Dibêsiyê, komîteyê genimê pakkirî ji rûbera 70 hezar û 771 donim re yanî 691 hezar û 500 kg pêşkêş kirine. Ji aliyekî din ve komîteya heta niha miqdara cehê diyarkirî belav nekiriye ji ber ku di nirxandinê de ye. Komîteyê tovên baqulî ji bo 19 hezar û 819 donim re belav kirin jê nok, baqil û fasûlî bi miqdarên gelek kêm belav kir.

Têkildarî semadê komîteyê bi rêya endamên xwe bi awayekî birêxistinkirî semad li gorî cureya zeviyan belav kir. Komîteya ji bo her donimek zeviyên avî 30 kg û ya bejî 10 kg belav kir. Her wiha 15 hezar û 500 kg ji semadê yorya, 35 hezar û 800 kg ji semadê fosfor, 20 hezar û 600 kg ji semadê lihevxistî û 15 hezar û 600 kg ji semadê keskin(tûj) tê belavkirin.

Tevî tov û semad Komîteya Çandiniyê mazot li cotkar û xwediyên tirektoran li gorî bihayên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi 75 lîreyên Sûriyê ji her lîterekê re diyar kiriye belav dike. 293 hezar û 339 lître sotemenî li cotkarên navçeya Dirbêsiyê tê belavkirin.

SINIFANDINA ZEVIYAN

Komîteya Çandiniyê zeviyên çandiniyê dabeşî du beşan kirine avî û bejî. Rûbera zeviyên avî yên ku heta niha ruxset wergirtine digihêje 75 hezar û 800 donim e. Komîteya çandiniyê tevahiya alîkariyên pêwîst ji cotkarên zeviyên avî re pêşkêş dikin û cotkar jî zeviyan bi awayekî birêxistinkirî av didin. Axa zeviyên bejî jî baş e û pêwîstiya wê bi avdanê tune ye. Rûbera wê digihêje 48 hezar û 632 doniman.

AMADEKARIYÊN PARASTINA ZEVIYÊN ÇANDINIYÊ

Endamê Komîteya Çandiniyê ya navçeya Dirbêsiyê Mizher Remadan derbarê amadekariyên komîteyê got: "Ji aliyê xedemî ve komîteyên taybet tevî pisporan serdana zeviyên çandiniyê dikin ji bo ku rewşa çandikiyê li herêmê nas bikin û dermana pêwîst ji cotkaran re pêşkêş bikin."

Mizher bang li tevahiya cotkaran kir ku bi Komîteya Çandiniyê re koordîne bike ji bo ku alîkariyên pêwîst ji bo parastina çandiniyê pêşkêş bikin.

ASTENGÎ…ALIYÊ TIRK COTKARAN LI SER XETA SÎNOR DIKE HEDEF

Ruxmî ku mewsima çandiniyê bi barîna baranê re baş destpê kiriye, lê gelek cotkarên ku zeviyên wan li ser xet sînor in nikarin nêzî zeviyên xwe bin. Ji ber wê bi hezaran hiktar ji zeviyên çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî bê çandinî ne. Leşkerên artêşa Tirk a dagirker her kesê hewl dide nêzî zeviyê xwe be dikin hedef.

Cotkarên bi navê Bengîn Erebo ji navçeya Dibêsiyê reftariya artêşa Tirk a dagirker ji ber ku nahêle cotkara nêzî zeviyên xwe bibin bi "Sûcê mirovahiyê" wesifandin û got: "Artêşa Tirk a dagirker nahêle cotkar nêzî zeviyên xwe yên li ser sînor bin. Leşkerên Tirk ji nuqteyên xwe li ser sînor her kesê nêzî zeviyan bibe dikin hedef. Ev pirsgirêk di sala derbasbûyî de jî dobare kir."

Erebo destîşan kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî sereke debara xwe bi çandiniyê peyda dike. Reftariya artêşa Tirk a dagirker wek "Sûcek e" tê hesibandin û Jêdara quta jiyana şêniyan qut dike. Erebo bang li aliyên têkildar kir ku mudexele bikin û binpêkirinên dagirkeriyê rawestînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din