Metirsiya xiristiyanên bakurê Sûriyê;  jenosîd

Li gel hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker tevahiya pêkhateyên herêmê dêrên Serêkaniyê û gundên Til Temirê, xiristiyanên Kobanê dibînin ku ew li pêşberî çavên cîhanê, li hemberî xeteriya qirkirinê ne.

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 9`ê Cotmehê ve bi sedan belkî bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê yên ku beriya çend  salan bajarên Sûriyê veguherandibûn avzêya terorê bi kar tîne.

Herêmên Serêkaniyê û Girê Spî li bakurê Sûriyê  di dirêjahiya du hefteyên meha derbasbûyî de rastî topbarana hovane ya artêşa Tirka dagirker û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê hatin. Bombebarana asmanî û topbarana bejahî her du bajar, bajarok û gundên girêdayî wê veguherandin wêranî û kavilan.

Heta ku cihên olî jê nefilitîn ji mizgeft û dêran. Mîna ku li bajarê Serêkaniyê rû daye, yê ku wek nimuneya jiyana hevbeş a di navbera pêkhate û olan de bû. Dêrên hinek gundên girêdayî bajarokê Til Temirê li rojavayê bajarê Hesekê jî wêran bûn.

Xiristiyanên bakurê Sûriyê li bajarê Kobanê yên ku di dema dorpêç û şerê li herêmê de rû daye mabûn, dibînin ku xeteriyek mezin ku Tirkiyê sponseriya wê dike, pêkhateyên herêmê bi taybet li bajarê Kobanê tehdîd dike. Ji ber ku Kobanê bû destpêka bidawîbûna mezintirîn komên terorîst li cîhanê ya ku Enqere desteka wê dike.

Li bajarê Kobanê piştî wê wêraniyê qonaxek mezin a  jinûveavakirinê çêbû. Yekemîn dêr bi navê Dêra Biratî  li bajêr piştî zêdetirî 50 salî hate vekirin.

Şêniyê  ji pêkhateya xiristiyan Umer Fîras dibêje: "Me ji kesên ku dibêjin ew aştîxwaz in li dewletên Yekitiya Ewropayê re name şandin. Tê de  me got gelê vir ji hêla Tirkiyê ve  tê kuştin û pîrozgehên wî binpê dike. Lê ew nalivin. Dêra me li Efrînê rûxandin, ya Serêkaniyê û Til Temirê jî. Beriya wê jî DAIŞ`ê ya ku Tirkiyê  ava kiriye,  dêrên bajarê Reqayê rûxandin. Divê jiyana mirov di ser siyasetên xwe re bigirin."

Meclisa Leşkerî ya Suryanî beriyê vê daxuyaniyek da û tê de got: "Em 100 hezar xiristiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn. Xeteriyek li ser hebûne me li herêmê heye. Eger Tirkiyê êrişî me bike, wê dêrên me hilweşin û gelê me were kuştin."

Di demek berê de ji vê hefteyê rojnameya USA Today a amerîkî got, du bernamzetên incîlî amerîkî rave kirine ku ew ji ber biryara Donald Trump girêdayî vekişîna hêzên amerîkî ji Sûriyê û hiştina xiristiyan û kurdan ji kuştinê re ji hêla çeteyên alîgirên Enqereyê ve xemgîn in.

Tony Perkins ew jî lîderek xiristiyan muhafiz e balkişand ser ku Sûriyê cihê hinek ji dirêjtirîn civatên xiristiyan e, girîng e li wir bimînin.

Xiristiyan çînek girîng li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê hesibandin. Li tevahiya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Dêrikê heya Efrîn, Qamişlo, Hesekê, Tirbespiyê, Serêkaniyê û Til Temirê xiristiyan hene. Ruxmî hewldanên vêxistina şerê taêfî li herêmê lê jiyana aştiyane û biratî bingeha jiyana herêmê ye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din