Meşa ciwanan a li dijî komployê dewam dike

Bi nêzbûna salvegera 21’emîn a girtina rêber Abdullah Ocalan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşek li dar xist. Heta niha ciwan nêzî 25 km bi peyatî meşiyane.

Meşa 40 km’yî ya ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê organîze kiriye, gihîşt gundê Donxiz ê başûr bajarê Kobanê, bi wê re jî meşvanan zêdetirî nîvê meşê tevî barîna berfê qut kiriye.

Meşa peyatî ji navenda navçeya Sirînê ya başûr bajarê Kobanê duh bi beşdariya bi dehan keç û xortên ji pêkhateyên Ereb û Kurd dest pê kir.

Ev meş beriya 15 Sibatê ya roja girtina rêber Abdullah Ocalan a 1999’an bi destê istîxbarata dewleta Tirk û destdirêjiya navdewletî, pêk hat. Di ser girtina rêber Abdullah Ocalan re 21 sal derbas bûn.

Ji bo şermezarkirina komployê û bi nêzbûna salvegera 21’emîn, Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşeke peyatî ku ji navenda navçeya Sirînê dest pê kiriye, li dar xist. Meş bi hedefa gihîştina ber bi bajarê Kobanê piştre ber bi gundê Elbelor ê rojavayê wê ve ye. Ew gundê ku cara yekemîn e di dema derbasbûna rêber Abdullah Ocalan beriya 40 salî ya Rojavayê Kurdistanê de li wir rûniştibû, ye.

Meşa bi dirûşma "Serî hilde, şer bike, azad bibe" gihîşt gundê Donxiz ê Biçûk ê başûrê bajarê Kobanê piştî 25 km derbas bû û hê jî meş berdewam e.

ANHA’yê bi hin ciwanên beşdar re hevpeyvîn çêkirin. Ciwanê bi navê Seîd Mihemed ê ji bajarê Minbicê tev li meşê bûye, wiha got: "Hedef ji komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan şikandina vîna gelên azad û fezkirina desthilatiya dijmin li dijî gelê herêmê ye. Lê belê bi bin ketin."

Seîd piştrast kir ku dê heta rizgarkirina rêber Ocalan ji girtîngeha Îmraliyê û têkbirina dewleta Tirk a dagirker ji herêmê li ber xwe bidin.

Ji aliyê xwe ve jî ciwana bi navê Silava Hemdo piştrast kir ku dê li ser metdo û felsefeya rêber Ocalan bimeşin û wiha bi dawî kir: "Dê heta rizgarkirina rêbertî ji girtîgehên dewleta Tirk li ber xwe bidin û nahêlin dewleta Tirk a dagirker xaka me dagir bike."

Ji aliyekî din ve jî Gelhat Kobanê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan şermezar kir û wiha got: "Ji bo rêbertî amade ne canê xwe feda bikin û dê li hember tevahî komployên li dijî gelê me pêk tên bisekinin.”

Tê payîn ku meş sibe bigihîje gund Elbelûr.

(fr)

ANHA


Mijarên Din