​​​​​​​Mertalên Zindî yên Şengalê çalakîya xwe bi dawî kir

Çalakiya Mertalên Zindî ya ku ji aliyê Yekitiya Ciwanên Êzidî ve ev sê roj bûn li ser çiyayê Şengalê berdewam dikir, piştî ku hate ragihandin artêşa Iraqê wê leşkerên xwe li ser çiyayê Şengalê bi cih neke, ciwanan bi daxuyaniyek dawî li çalakiya xwe anîn.

Yekitiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) 26’ê Mijdarê li dijî peymana li ser Şengalê û dagirkirina cihên pîroz ên êzidiyan, li devera Amûd a Çiyayê Şengalê kon vedabûn û çalakiya Mertalên Zindî dabûn destpêkirin.

Çalakiya ku sê roj bûn berdewam dikir, îro li ser daxwaza Rêveberiya Xweser û Fermandariya YBŞ‘ê bi daxuyaniyek hate bidawîkirin.

Li ser navê Mertalên Zindî Endama Rêveberiya YCÊ'yê Sara Şengalî daxuyanî da û got: “Ev sê roj bûn ji bo em li çiyayê xwe xwedî derkevin û rê nedin cihên me yên pîroz bêne dagirkirin, me ev çalakî dabû destpêkirin. Em li vir diyar dikin ku wê ti kes nikaribe îradeya me tine bike û li hemberî têkoşîn û berxwedana civaka Êzidî derkeve.

Piştre Mamosta Xanim Şengalî jî li sernavê çalakvanan axivî û got : “Ev çalakiya ku ev sê roj bûn li vê derê berdewam dikir, bersivek bû ji bo tevahî dijminên civaka me. Her wiha ji her kesê re hate diyarkirin ku wê ciwanên Êzidî bi hemû hêza xwe li dijî hemû pilanan derkevin. Wek ciwanên Êzidî diyar dikin ku piştî artêşa Iraqê gav bi paş de avêt ku dixwestin cihên me yên pîroz dagir bike, li gel Rêveberiya Xweser û hêzên me gihiştin lihevkirinê. Ji bona wê em çalakiya xwe bi dawî dikin."

Çavkanî: Rojnews


Mijarên Din