Mertalên zindî ya li Serêkaniyê di roja 6‘an de ye

Çalakiya mertalên zindî ya li bajarê Serêkaniyê di roja 6‘an didome. Xebatên tenduristiyê yên kantona Qamişlo û Yekitiya Rewşenbîran çalakî dewr girtin.

Çalakiya mertalên zindî ya bajarê Serêkaniyê ya li ser sînor di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê di roja 6‘an de didome. Çalakî bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye organîzekirin.

Îro bi sedan xebatkarên tenduristiyê yên kantona Qamişlo, endamên Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê, Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen û nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Lubnanê Ebdulsela Ehmed serdana çalakiyê kirin.

Sibeha Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen semînereke li ser "Rastiya Rêbertiyê " da. Paşê bi navê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Kantona Qamişlo Mihmed Kermo axivî û anî ziman ku gefên Tirkiyê yên êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ya yekem û ne jî ya dawî ye . Kermo destnîşan kir ku Serêkaniyê û Kobanê sembolên berxwedan û serkeftinê, tevahî cîhan rastiya serkeftina van herêman li dijî DAIŞ‘ê ya desteka xwe ji Tirkiyê digire, dizanin.

Mihemed Kermo diyar kir ku wekî xebatkarên tenduristiyê ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefên Tirkiyê qebûl nakin û bang li xebatkarên beşê tenduristiyê kir ku li hemberî gefên dagirkeriya Tirk bisekinin.

Mihemed Kermo di dawiya axaftina xwe de got, ew bi yekrêzî li rex QSD‘ê li hemberî dijmin bisekinin.

Di çalakiyê de cîgira Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Semîra Mûsa jî axivî û bang li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî gefên dagirkeriya Tirk bisekinin. Semîra destnîşan kir ku gefên Tirkiyê destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin dikin hedef.

Bi navê Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê Mihemed Beşîr bal kişand ser hewldanên Tirkiyê yên dagirkirina herêmê û got: "Dewleta Tirk qala herêma ewle dike û bi hincetac cûda derdixîne da ku herêmên me dagir bike û Mîsaka Millî va vejandina serdema Osmanî vegerîne."

Beşîr bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir "Em di gemiyekê de ne, heger ev gemî noqî avê bibe em ê hemû bixeniqin. Aqûbeta me yek e: An mirin an jiyan. Em serkeftin û jiyan hilbijartiye."

ANHA


Mijarên Din

Li Idlibê teqîn