Mertalên zindî: Gefên Tirkiyê israra me ya berxwedanê zêde dikin

Di çalakiyên mertalên zindî de hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Firatê Silêman Kayîşîş got gefên dewleta Tirk vîna wan a ji bo berxwedana avakirina projeya neteweya demokratîk zêdetir dikin.

Çalakiyên mertalên zindî li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li gundê Qeremox ê rojhilatê bajarê Kobanê di roja xwe ya 21`mîn de berdewam dikin.

Çalakiyên mertalên zindî bi beşdariya bi sedan şêniyên kantona Kobanê ji Kurd, Ereb û Tirkmenan bi rê ve diçe.

Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Firatê Silêman Kayîşîş di çalakiyê de axivî û got: "Bila Erdogan bizane ku gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe dê serî netewînin û gefên wî di hewldana têkbirina aramî û ewlehiya herêmê de encamê negirin. Em di avakirina projeya neteweya demokratîk de bi israr in."

Kayîşîş di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ew ê dev ji axa xwe ya ku bi saya şehîdan hatiye rizgarkirin, bernedin.

Çalakiyên mertalên zindî li Kobanê û Girê Spî bi beşdariya bi sedan şêniyan berdewam in.

(eh)

ANHA


Mijarên Din